Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 43 peyam
ekrem incel - tirşik
ekrem incel
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji Xelkê wanê ye. Ji Karê hingivê de zengîn û navdar bû, Wezereta werzeyê hingivê wî de glikoz dîtibû



Xweyî balderesi, super tv, bal tv, damla tv, damla fm, evin tv hwd. ye. Texmîn dikim çar, pênc heb televîzyonê wî heye,



Ser ekranan tv yê wî de bernameyên govend, stran, şahî hinek kurmancî, hinek tirkî gelek jî reklamên Tele derdikeve, kalîteyê weşanên tv yê wî kêm e



di van rojan de ji radyoyê bihîstibûm ketiye karê înşeatê jî



Heta li Youtube de min Vîdyoya wî dît helbest dixwîne



Çi Difiroşe piranî xwe derdikeve reklamên vê, pêşkeş dike



ji Destê wî de her tişt tê maşelleh (!)



Milet li medyaya civakî de ji wî re dikene, tirane xwe tîne,



karsazên kurdan gava zengîn dibin, ji kurdbûnê xwe zimanê xwe berdidin, bala min kişand ew ne Wusa ye ji eslê xwe şerm nake, kurmancî jî têra xwe dizane , heta enerjiye xwe bona tiştê van karan xerc dike, Dewsa Wan Karê hemû, du heb televîzyon û radyo wî hebûya yek tirkî, yek Jî kurdî weşanên bikalîte û neteweyî bikira xizmetê wî zêdetir digihîşt miletê xwe û şexsê xwe...



Divê Şêwirmendek bona medya û karê xwe bigire û karê xwe bi awayekî profesyonel çêke, heke wusa bike, ber çavê xelkê qedirê wî bilind dibe, îtibara Wî zêde dibe...



14.11.2014 22:37 | mîr


3. mîrê hingivfroşan. xwediyê incel medya grupê (?!) ye. li malê televizyonê vedikim ev ê xwîntahl tê ber çavê min, diçime kar radyoyê vedikim dengê wî yê nexweş tê ber guhê min. beriya demekê ji rojnameyeke tirk re eşkere kiribû ku rojê 50 ton hingiv difroşin.

malpera kompaniya wan: http://www.incelmedyagrup.com/



15.01.2015 01:01 | oxir


5. merivekî wekî hingivê xweye, em wisa bêjin belkî şireta li mozê xwe bike bira ji bû xweş bixwun û birîn qalîta xwe û mozê xwe û hingive xwe baş bike me jê hêviye.



21.04.2015 15:00 ~15:03 | shorbevan

6. têcireke, têcirê hinguv e. ji ber ku zêdetir riklama xwe bike û zêdetir mirovan bi hinguvê xwe yê yapay jehrî bike nizam çend televizyon û çend radyo vekirine. Ez vêya jî bibêjim sersebebê nexwarina min a hinguv e.



21.04.2015 15:03 | diclefirat

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» ekrem imamoglu

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî