Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 8 peyam
    tewang - tirşik
    tewang
    (0) (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. di zimanê kurdî yek ji tiştên herî girîng jî tewang e. navdêr, cînavk, lêker dema ku di hevokê de tên bikaranîn, ditewin. Yanî qertafan digirin. (lê ne her tim)
    çend mînakan bidim da ku baş bê fêhmkirin:
    ez diçim malê --> di vê hevokê de 'mal' hatiye tewandin..
    ez ê wî cebeşî jêkim --> 'ew' û 'cebeş' hatine tewandin.

    -------------------------------------------

    tewîna navdêran:
    tewandina navdêrên nêr bi qertafa '-î'yê pêk tê. mÎnak: mazlum->mazlumî an jÎ nan->nanî
    dema tîpa dengdêr a dawîn a peyvê 'a' an jÎ 'e' be tewandin bi awayekî din jî dikare pêk bê.
    mînak: Şivan: "Şivanî çû ber pezan." li şûna 'şivanî', 'şivên' jî dikare bê bikaranîn.
    pez: "Em ê pezan bidoşin." = "Em ê pêz bidoşin."

    tewandina navdêrên mê bi qertafa '-ê'yê pêk tê. mînak: kombers->kombersê.

    -------------------------------------------

    tewîna cînavkan:
    cinavk di dema borî de ger bi lêkereke gerguhêz bên biakaranîn, ditewin an jî di demên niha û bê de cînavka direkt ditewe:
    ez -> min : min serê xwe şuşt. - ez kincan dişom.
    tu -> te : te teşî li serê kÊ xist? - ez te dibînim.
    ew -> wî/wê : wî/wê kevir avêtin polÊsan. - ez wî/wê dibînim.
    em -> me : me civînek li dar xist. - tu me dibînî.
    hûn -> we : we sparteka xwe qedand? - ez we dibinim.
    ew -> wan : wan çi bi we kir gelo? - ez wan dibînim.



    2014.11.12-17:43 ~2019.12.27 17:03]| mergehez

    2. taybetiya zimanê Kurdî ku Kurd jî zêde jê fahm nakin *



    2014.11.12-20:56 | berxweda

    3. taybetmendiya kurmanciyê ye, kurdên xwenda jî zêde guh nadinê, di tirşikê de kêm nivîskar heqê vê yekê didin



    2015.07.13-23:04 | ferhenga şikestî

    4. di Tewanga ji bo peyvên nêr de cudahiyek heye. Di peyivîna rojane de peyv piranî nayên tewandinn lê di standartê de divê bên tewandin.

    mînak:
    (Şer) -> şer şerî
    (Nan) -> nan nanî nên
    (Şivan) -> şivan şivanî şivên

    Ji şerî reviyan
    ji şer reviyan

    Avêtina nanî îsraf e.
    avêtina nan îsraf e.
    avêtina nên îsraf e.



    2015.07.13-23:14 ~2019.12.27 16:59]| mergehez

    5. tewang ew tişt e yê ku şêweya peyvê diguherîne lê di kurdî de bi piranî ji bo navdêran tê bikarhanîn ku di soraniyê de tune lê di kirmanckî de jî heye:

    tewang di sê rewşan pêk dihê:

    1. gava navdêr raveker be:

    destên dijberî: ev î li vir tewanga navdêrê nêr e.

    destên elegezê: ew ê tewanga navdêrê mê ye.

    destên hevalan: ew an tewanga pirjimariyê ye û zayend li vir diyar nabe.

    2.di demên borî de, bi lêkerên gerguhêz re, kirde ditewe: mînak:

    min tu kuştî

    dijberî xwarin xwar

    elegezê av vexwar.

    3. de dem û waweyên dî(ne yên borî) bi lêkerên gerguhêz re, bireser ditewe: mînak:

    ez te dikujin

    Dijber xwarinê dixwe.

    elegez avê vedixwe.

    ewqasî hêsan e. tenê hinekî bifikirin.



    2015.09.18-00:44 | dijber

    6. Ji aliyê tirşikvanên ve mijara tewangê çewt hatiye rave kirine, qertafên diyarî û tewang du mijarên cuda ne lê di peyamên jor de qertafên diyarî re tewang hatiye gotin..li ser vê mijarê di nav gelek pirtûkên rêzimanê de çewtî heye wekî li vir..

    Pirtûka rêzimana kurmancî ya (bnr: bahoz baran)î de ev beş ji nîvisa girêdanka dayîn hin fireh, bimînak û baştir hatiye vegotin..



    Here lînkê



    2015.11.04-00:15 ~00:22]| havka

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    nameya bextiyar elî ji bo mihemed omer osman [1]
    mihemed omer osmanê wek generalê payîzê dihate naskirin, bi de...
    nikarim [1]
    navê straneke ciwan haco ye. gotinên wê zehf giran in, gava dilê min ê...
    dagîrkirdinî tarîkî [1]
    Li gorî nûçeya malpera polîtîkazad Here lînkê,...
    ferhenga koreyî - kurmancî [1]
    Êdî ez ê jî peyva li zêde bikim. Lê nizanim divê derheqê peyvan de tiş...
    qahir bateyî [1]
    keda wî xweş helal e, bes anha li ser YouTubeê rastî vîdeoyeke wî hati...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » tewanga kî

    Kategoriyên mijarê:: ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî