Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; tewang
peyamên çepikkirî

141037. Deham Ebdilfetah di xeleka 12a de di derheqê tewangê de gelek tiştên xweş gotine.
qala paşkîta nêrza dike. du beş kurmanc-avêx hene:
a. ez nên dixwim.
b. ez nanî dixwim.

2. ez ehmedê qadir im. (paşkîta nêrza di vê de êdî nayê bi karanîn)
ez ehmedê qadirî me.

3. ev a zana ye
ev a zanayî ye.

mamoste dengê xwe dide bikaranîna nan>nên. ku bi gotina wî piraniya kurmanc jî wiha bi kar tînin, lê ya din jî tê dîtin. bi ya mînakên sisyan mirov sivikahiya wê dibîne. bilêvkirina zanayî-ye dînin ber. li mînakên duda binêrin. di ya pêşîn de mirov tê derdixe ku ehmed layê qadir e. lê belê di ya paşîn de gelo ehmed qadirî ye yan layê qadir e, nayê têderxistin. bi ya gotina mamoste, xistina î ji bo fêmbariyê xweparêziya zimên e. rêbera rastnivîsînê jî dengê xwe dida î-yê. ji xwe mêrik hîper-ultra-tewangperest bûn. (ecêbiya tê>dihê bînin bîra xwe). sed mixabin gelek sazîperest jî bi gotinên wan tev didin.




06.06.2013 16:08 | endazer