Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tewang - tirşik
tewang
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. di zimanê kurdî yek ji tiştên herî girîng jî tewang e. navdêr, cînavk, lêker dema ku di hevokê de tên bikaranîn, ditewin. Yanî qertafan digirin. (lê ne her tim)
çend mînakan bidim da ku baş bê fêhmkirin:
ez diçim malê --> di vê hevokê de 'mal' hatiye tewandin..
ez ê wî cebeşî jêkim --> 'ew' û 'cebeş' hatine tewandin.

-------------------------------------------

tewîna navdêran:
tewandina navdêrên nêr bi qertafa '-î'yê pêk tê. mÎnak: mazlum->mazlumî an jÎ nan->nanî
dema tîpa dengdêr a dawîn a peyvê 'a' an jÎ 'e' be tewandin bi awayekî din jî dikare pêk bê.
mînak: Şivan: "Şivanî çû ber pezan." li şûna 'şivanî', 'şivên' jî dikare bê bikaranîn.
pez: "Em ê pezan bidoşin." = "Em ê pêz bidoşin."

tewandina navdêrên mê bi qertafa '-ê'yê pêk tê. mînak: kombers->kombersê.

-------------------------------------------

tewîna cînavkan:
cinavk di dema borî de ger bi lêkereke gerguhêz bên biakaranîn, ditewin an jî di demên niha û bê de cînavka direkt ditewe:
ez -> min : min serê xwe şuşt. - ez kincan dişom.
tu -> te : te teşî li serê kÊ xist? - ez te dibînim.
ew -> wî/wê : wî/wê kevir avêtin polÊsan. - ez wî/wê dibînim.
em -> me : me civînek li dar xist. - tu me dibînî.
hûn -> we : we sparteka xwe qedand? - ez we dibinim.
ew -> wan : wan çi bi we kir gelo? - ez wan dibînim.



12.11.2014 17:43 ~2019.12.27 17:03 | mergehez

2. taybetiya zimanê Kurdî ku Kurd jî zêde jê fahm nakin *



12.11.2014 20:56 | berxweda

3. taybetmendiya kurmanciyê ye, kurdên xwenda jî zêde guh nadinê, di tirşikê de kêm nivîskar heqê vê yekê didin



13.07.2015 23:04 | ferhenga şikestî

4. di Tewanga ji bo peyvên nêr de cudahiyek heye. Di peyivîna rojane de peyv piranî nayên tewandinn lê di standartê de divê bên tewandin.

mînak:
(Şer) -> şer şerî
(Nan) -> nan nanî nên
(Şivan) -> şivan şivanî şivên

Ji şerî reviyan
ji şer reviyan

Avêtina nanî îsraf e.
avêtina nan îsraf e.
avêtina nên îsraf e.



13.07.2015 23:14 ~2019.12.27 16:59 | mergehez

5. tewang ew tişt e yê ku şêweya peyvê diguherîne lê di kurdî de bi piranî ji bo navdêran tê bikarhanîn ku di soraniyê de tune lê di kirmanckî de jî heye:

tewang di sê rewşan pêk dihê:

1. gava navdêr raveker be:

destên dijberî: ev î li vir tewanga navdêrê nêr e.

destên elegezê: ew ê tewanga navdêrê mê ye.

destên hevalan: ew an tewanga pirjimariyê ye û zayend li vir diyar nabe.

2.di demên borî de, bi lêkerên gerguhêz re, kirde ditewe: mînak:

min tu kuştî

dijberî xwarin xwar

elegezê av vexwar.

3. de dem û waweyên dî(ne yên borî) bi lêkerên gerguhêz re, bireser ditewe: mînak:

ez te dikujin

Dijber xwarinê dixwe.

elegez avê vedixwe.

ewqasî hêsan e. tenê hinekî bifikirin.



18.09.2015 00:44 | dijber

6. Ji aliyê tirşikvanên ve mijara tewangê çewt hatiye rave kirine, qertafên diyarî û tewang du mijarên cuda ne lê di peyamên jor de qertafên diyarî re tewang hatiye gotin..li ser vê mijarê di nav gelek pirtûkên rêzimanê de çewtî heye wekî li vir..

Pirtûka rêzimana kurmancî ya (bnr: bahoz baran)î de ev beş ji nîvisa girêdanka dayîn hin fireh, bimînak û baştir hatiye vegotin..



Here lînkê



04.11.2015 00:15 ~00:22 | havka

7. Deham Ebdilfetah di xeleka 12a de di derheqê tewangê de gelek tiştên xweş gotine.
qala paşkîta nêrza dike. du beş kurmanc-avêx hene:
a. ez nên dixwim.
b. ez nanî dixwim.

2. ez ehmedê qadir im. (paşkîta nêrza di vê de êdî nayê bi karanîn)
ez ehmedê qadirî me.

3. ev a zana ye
ev a zanayî ye.

mamoste dengê xwe dide bikaranîna nan>nên. ku bi gotina wî piraniya kurmanc jî wiha bi kar tînin, lê ya din jî tê dîtin. bi ya mînakên sisyan mirov sivikahiya wê dibîne. bilêvkirina zanayî-ye dînin ber. li mînakên duda binêrin. di ya pêşîn de mirov tê derdixe ku ehmed layê qadir e. lê belê di ya paşîn de gelo ehmed qadirî ye yan layê qadir e, nayê têderxistin. bi ya gotina mamoste, xistina î ji bo fêmbariyê xweparêziya zimên e. rêbera rastnivîsînê jî dengê xwe dida î-yê. ji xwe mêrik hîper-ultra-tewangperest bûn. (ecêbiya tê>dihê bînin bîra xwe). sed mixabin gelek sazîperest jî bi gotinên wan tev didin.




25.11.2022 20:00 ~20:15 | biruya hayao miyazaki

8. Bê wê nivîs tehma tirkî didin loma ez qet ji wan nivîsa hez nakim. Mînak:
Bêtewang: Aîdî çomezek e ❌
Bitewang: Aîdî çomezekî/ê ye ✓



23.12.2023 00:24 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tewanga lêkerên karîn û zanînê

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî