Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ferhat merde - tirşik
ferhat merde
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di derbarê vî camêrî de xwediyî agahiyên berfireh nîn im (yên dizanin ji xêra dêûbavên xwe binivîsin) bi qasî ku ez dizanim di qampa mexmûrê de gerîlayekî mamosteyê kurdî ye

dengê wî gelek xweş e û hebestên wî jî serkeftî ne yanê pirr li dengê wî tên

bo mînak çend helbestên wî yên xweş;

(bnr: kuriko)

(bnr: min digot belkî tu heval î)

(bnr: êdî kevir pîroz e di welatê min de)

(bnr: ez ji te hez dikim)

(bnr: însan)



10.11.2014 23:42 | ferhenga şikestî

2. kesê ku ji bo agahiyên berfireh di derbarê de , ev blog dibe ku bibe alîkar. http://ferhadmerde.blogspot.com.tr/p/ferhad-kiye.html



10.11.2014 23:50 | hûteheftserî

3. (bnr: spas)



10.11.2014 23:53 | ferhenga şikestî

4. (bnr: forum tirşik) *

(bnr: format) ?



10.11.2014 23:54 | brusk56

5. (bnr: format heval!) *



10.11.2014 23:57 | ferhenga şikestî

6. (bnr: dîno)

nizanim berî çend salan bu lê gelekî berî van buyerên surî, di tvya med-medya-roj-stêrkêde klîbekêde zarokan dida pê û digotin "dîno dîno". piştî wê jî hingî ku min dît navê wî "dîno" bu. paşê wextê ku dest bi helbestan kir, xwedê heye xweş dike, bu "ferhat merdê".



11.11.2014 07:06 | azadixwaz

7. helbestvanek e. dema ku guhdarî helbestên wî dikim hizir dikim ku wî helbesta xwe pêşî bi tirkî nivîsandiye û pişt re li kurdî wergerandiye. lê divê mirov heqê wî nexwe ku helbestên xwe bi kezeb û dil dixwîne..



22.01.2015 05:47 | oxir

8. bi jest û mîmîke xwe helbesta tîne ziman bêtir xweştir dike..



22.01.2015 19:07 | hesen bira

9. Helbestivîs û helbestxwînerekî boş û berredayî, dilê min naxwazê ez bibêjim helbestkar.



22.01.2015 20:27 | seydayê_peyvan

10. helbestan baş dixwîne. lê helbestên wî zêde nizanim. bawerim zêde nayê hezkirin gorî nivîsên lijor.



23.01.2015 00:00 | azadixwaz

11. li dirbêsiyê rastî wî hatibûm. em bi hev re çayek vexwarin û ji min re helbestek xwend. lê xwendina wî ya zindî ew qas bi bandor nîne. ango xwedê teknolojiyê nûjen bistrîne.



19.03.2015 03:30 | remlavêj

12. li ber min helbesta wî ye herî serkeftî ye.rewşa ciwanên kurd gelek xweş tîne ziman.



01.04.2015 12:25 | quşxaneli

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhat baysal

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî