Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 9 peyam
    tiştên ku mirovî aciz dikin - tirşik
    tiştên ku mirovî aciz dikin

    Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştên ku mirov aciz dikin
    (18) (2) (1)
    di mijarê de bigere

    1. Gotina kurdekî ya bi vî şiklî: bila yek wan (bo tirkan dibêje) ji ya me zêde be. Ji ew yekê qesta wî jî bila zimanê wan fermî be yê me na, bila perwerde bi zimanê wan be bi yê me na hwd. Ez carek din jî ji Kurdbûnê sar bûm, hêviya min şikest dîsa.



    08.07.2020 21:30 | xabûrî

    2. Car caran li bin stranên Kurdî şîroveyekî tirkî bibînim xwedî şîroveyan hişyar dikim dibêm stran Kurdî ye hûn jî Kurdî binivîsin. Ji ber ku dizanim ji sedî 90 ev kes Kurd e. Car caran yekî/ê tê bersiva min bi Kurdî dide dibêje “muzîk gerdunî ye” yan jî dibêje “belkî ev kes Kurdî nizane tu çima wilo dibêjî ?” .. ez bi van bersivan têra xwe gelekî aciz dibim. Zimanhezek ji bo Kurdî bi vî fikrê de be wê çi xêra wî/ê bigihije Kurdî? Malmîrat ma tu nizanî Kurdî ber bi tunebûnê diçe ev humanîstiya xwe ji tiştên din re nîşan bidin ji kereme xwe.



    19.07.2020 10:03 | kajav

    3. Kurdek, dema ez bi kurdî jê re dinivîsim û peyvên bi eslê xwe erebî di peyama min de hebin û wisa ji min re bêje: ama "alaka" ve (nizanim çi quzzulqurt) kurtçe degil.
    Ez di dilê xwe de dibêjim: Hey kor kurê koran, bersiva te peyvek jî ne kurdî ye tu wê nabînî, tu ya min î Kurdiya xweşik bi tirkî rexne dikî?



    19.07.2020 12:40 | xabûrî

    4. Du mirov Kurdbûna hev dizanibin û herdu jî bi Kurdî jî dizanibin, lê bi Tirkî biaxivin. Bi taybetî jî dema herdu yan yek ji wan karmend be û ji ber rewşa karê xwe wisa bikin.



    25.07.2020 20:38 | xabûrî

    5. Here lînkê
    wek mîna vê rojnamenivîsê ''çepgir'' dema ku tirkara mînakê peyvên kurdî dibêjî de ew dest pê tiştên wiha dikin. zimanê we zimanek wiha ne, eslê zimanê we farsîye an jî farsîya berê ye.
    jî xwe zanim ku zimanê me û yê farsa hev dirûvin û ji vê herkes zane. tenê tirkên bê aqil û wek mîna nevşin m. dil xerab nizanin.
    ew me bi xavî bixûn dîsa têr nabin



    26.07.2020 01:58 | doesntmatter

    6. - Dema ku zimanê kurdî nizm tê dîtin anku nîqaşên bereday bo wê bê kirin
    - Kurdên serhişk yên ku fehm nakin ku em xwediyê çand , ax , ziman û mirovahiyek pîroz in û xwe bi mercên îro ve dipîvin.
    - Guhdarkirina Kurdên ku dev kurdî û kurdbûnê berdane.
    - di nav kurdan de pîrozkirina şandina zarokan bo leşkeriyê
    - Kurdên ku xwe piçûk dibînin.
    - kurdên ku zarokên xwe hînî kurdî nakin
    - kurdên ku bi çavê oryantalîstekî li kurdistanê dinêrin
    - kurdên ku çanda kurdan dezanforme kirine û lewitandine
    - kurdên kemalîst
    - zihmetiya vegotina tiştên kurdî/kurdbûnê bo heval û kesên ji malbatê re.
    - qedexekirina/kkerrkirina dengên kurdan li ser înternetê ji aliyê ttrkan
    - kurdên ku hînbûna kurdî dijwar dibînin.
    - kurdên ku her tiştî dizanin lê di rastiyê de ti rêxî nizanin dibînim.
    - kurdên ku apo wek xweda dibînin û nikarin ji rêya wî veqetin wî rexne bikin.
    - Kurdên ku delîlkirina tiştan bikî çavên wan jî dîsa jî rêya apo şaşnabin her wekî din serhişkbûn re zehla min diçe.
    - kêmbûna Kurdên dimil û parveyên wan li ser înternetê.
    - Kurdên ku malperên kurdî ji beşa tirkî dişopînin û ji ber wî jî hin xwediyê wî / wan malperê/an giranî didin beşa ttrkî
    - seo ya tirsik.net ê
    - nebûna malperên kurdî yên xwediyê giraniyek ,xeynê malperên nûçeyan
    - tiştên ku mirov pê diteqe



    26.07.2020 14:15 ~14:22 | brzn

    7. rexneyên pêşberî fikrên wan yên îdeolojîk û baweriya wan. Ji bo vê lêkolînek li ser mejî hatiye kirin dema gotinên pêşberî şexsîyeta însanî û pêşberî fikr û baweriya wan hatiye kirin de mejî ji bo herduyan jî hêman reaksiyon nîşan daye.Yanî rexneyên miqabilî bawerî û fikran ji bo wî mirovî heçku êrîşek li takekesiya wî hatiye kirin tê fêm kirin



    26.07.2020 21:18 ~21:22 | berbest

    8. - Çawanî başî
    - Eyidir sen ne yapisen



    27.07.2020 00:51 | afa

    9. Acizî... Mirov ev qas sal çi dikin li dinyayê law? Mirov naxwaze tiştekî bike. Ne ku min her tişt kiriye û aciz bûme. Tiştên a niha ez dikarim bikim naxwazim, ne xweş in. Ne muzîk ne film ne tişteke din.
    (bnr: lêxin bila zilam bimire)



    10.05.2021 22:01 ~22:00 | xwelî li ser

    10. (bnr: mixmixk)



    10.05.2021 22:44 ~22:44 | heval.js

    11. Gava destên min digihê tiştekî dohnikî yan jî demûşî, dixwazim êgir berdim laşê xwe):



    11.05.2021 05:21 | pîroz

    12. Goreyan şil.



    11.05.2021 05:23 | heval.js

    13. Şimikê şil !! Dema ku mirov pîyê xwe dixe nav şimikê û we şil bûnê hîs dike, wisa dengek nexweş jî derdikeve, eyqq!



    11.05.2021 22:47 | sarya

    14. Kolaya bê asît

    gotina "türkün göcünü göreceksiniz"

    (bnr: sêvên sor)

    (bnr: pirtoqal)



    13.05.2021 00:49 ~01:19 | heval.js

    dengdanên dawîn (yên din..)
    Şoreş mehmûdî [1]
    Strana wî ya bi navê dilem be ke xoş kem jî pir xweşe lê gotin...
    kurd çima di navbera xwe de kurdî naaxivin? [1]
    êdî tirs nemayi fedî dikin, ez jî fedî dikim, carkê şûna hevalê xwe mi...
    kurd çima di navbera xwe de kurdî naaxivin? [1]
    pirseka girîng e. eger em sedema vê pirsgirêkê rast tespît bikin û li ...
    kurd çima di navbera xwe de kurdî naaxivin? [5]
    Pirsa ku gelek caran hişê gelek kesan mijûl dike ye. Bersiv, gorî min ...
    erik dalı [1]
    Sedema min ya neçûna daweta. Naçim lêbelê ji ber dawetan nav mehela ne...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » tiştên yekem tên serê amed'ê
    » acizkirina cinsî

    Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî