Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 16 peyam
    tiştên ku mirovî xemgîn dikin - tirşik
    tiştên ku mirovî xemgîn dikin

    Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştên ku marivan xemgîn dikin
    (10) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    2. (bnr: uğur kaymaz)

    (bnr: ceylan önkol)



    09.11.2014 17:35 | nazim tolhildan

    3. (bnr: berî pkk dîroka kurda)



    09.11.2014 22:56 | hûteheftserî

    4. Dema ku tiştekî yan ajalekî mirov pir jê hez dike lê wenda dibe û em nizanin çi hatîye serê wî/wê.



    13.05.2020 11:57 | xabûrî

    5. Ev dinya :/



    13.05.2020 12:51 | soryazyus

    6. Peyamên wê... Lê peyam neşandina wê jî xemgîn dike...

    (bnr: tiştên ku hebin jî tune bin jî mirov xemgîn dikin)



    13.05.2020 12:55 | xelîl

    7. Tunebuna tu bandora te, li ser jiyana xwe



    13.05.2020 13:08 | lonw karda

    8. Dema ku nayêm fehmkirin û dikim nakim dengê min naçe yê/a li hemberî min.



    13.05.2020 14:34 | bûtîmar

    9. vê demê hevalêminin bê kar-şixûlin, mirovek bê kar her tiştî dixe hişê xwe.
    nikarin hêvîya tişta bikin, bedbînin(karamsar), hinek malbata xwera şer dikin, hinek hevalê xwera. li kê ew ramanêmi(düşünce) dixwine û li vê demê bê kar e, bo xwedê bila xemgîn nebe.
    ev rojan jî yê derbazbin.
    alî dinê ez dil dibêjim her tişt min xemgîn dike, mirina pirpiroke, pêşya jekirinê ajal(hayvan), kurdên asîmîle...



    13.05.2020 15:27 ~15:28 | doesntmatter

    10.



    13.05.2020 15:49 | rizgarm

    11. Wextê qurta dawî ziyan dibe. Û wextê jinên çê dibin qismetê mêrên kotî



    13.05.2020 22:16 | paşopêş

    12. Zarokên biçûk. Wexta li wan dinerim dibêjim "kî zanê jiyanek çawa li benda wan e " :(



    13.05.2020 22:34 | biaqila malê

    13. Mirovên ku ji aqil û hestên xwezayê fêm nakin min xemgîn dikin. Li gerdûnê wateya hebûna kêzikekî jî heye lê yê wan nînin lê xweza bi destê ew bêmejî ya tê talankirin.



    14.05.2020 05:41 | şemamok

    14. Bindestî



    14.05.2020 06:10 | afa

    15. Bûyerên ku dilê mirov disojin.mînak: mirin,nexweşî,veqetan û hwd.



    14.05.2020 21:46 | jehr

    16. carina ji serî heta binî, jîyan e ew tişt.
    sîyaset, reqabet, pere, kar û bar, dîn, korona, derengmayîna havînê, bêtehamûlî, rojhilata navîn, kurdbûn û hwd. van rojan heçko hemû bi hev re di ser min de tên. Di wan gavên tarî de ji nişka ve zarokên min tên bîra min, dibêm ka bila bibe êvar, herim wan bêhn bikim.



    14.05.2020 21:52 | simurg56

    17. -Carinan li pêrgî bêhiqûqîyekê têm, dibêjim ha herim gilî bikim, piştre tê bîra min ev dewlet li ser ew bêhiqûqîya ku tu jê gilî û gazinan dikî ava bûye jixwe. Wê demê bêhna min pirr teng dibe.

    - dema dibînim straneke baş a kurdî nayê zanîn an hunermendeke/î xwedan prensîb û jêhatî nayê naskirin lê bereksê, stranên beradayî pirr tên guhdarîkirin bêhna min teng dibe. Çimkî kurd pirr xav in.

    - dema dibînim li Amedê di maleke bi buhaya 500 hezarî de dijî lê ji şaneşîna xwe xalîçeya xwe dadiweşîne û çopa xwe ji qata 13an diavêje erdê.

    - li hemî dinyayê sûc û qebhet hene lê bi awayekî hemî sûcdar û berqebhetan tên darizandin û Cezaya xwe digirin lê mixabin hemî sûc û qebhet û keyfîyeta ku li ser kurdan tên sepandin û îcrakirin, kesî Cezaya xwe ya heqkirî nagire.
    Mesela kujerê ceylan Onkol kî bû û çend roj ceza girt? An jî yê uğur kaymaz?
    Ez îroj derkevim li kolanê şimaqek li rûyê kurê polês an leşkerek tirk bidim muhtemelen emrê min ê mayî wek dojehê bibûhure.



    14.05.2020 22:55 | ferhenga şikestî

    18. Li cîhekî wek Bismilê, di navbera zarokan de belavbûna axaftina bi zimanê Tirkî



    14.04.2022 00:26 | xabûrî

    19. rewşa zarokên kurdan ên dibistanan da têne bişavtin.



    14.04.2022 01:23 | bûtîmar

    dengdanên dawîn (yên din..)
    dema ku li dibistanê di dersa tirkî de nota xwe di bin 70'î de bidest bixin [2]
    Ev rewşa nû ye. Hûnê fêrxane de bimînin. ne ji ber ku ji tirkî hez di...
    dema ku li dibistanê di dersa tirkî de nota xwe di bin 70'î de bidest bixin [1]
    Adetek nû nîne adetê dîsa rastkirine berê jî tiştek wiha hebû beraj/be...
    nim [2]
    Ez dibêm qey sernav çewt hatiye vekirin. Ger bikaranînek wiha hebe dê...
    hetîketiyên zarên mala barzanî [1]
    dilê meriv li hev dixin. aşiqê parveyên zimanê tirkî ne, di klûban ...
    pêşniyarên ji bo ji nû ve avakirin û belavkirina zimanê kurdî li nav xelkê li bakurê kurdistanê [3]
    Pêşniyarên ku çend sal berê ihtimal e 2012 be, min li ser kaxizeke niv...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » tiştên ku dema colemêrg tê gotin tê bîra mirov
    » xemgîn û dil peşew im

    Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî