Tu | 2015 Nivîskar: Mehmed Uzun | Kurdî (kurmancî) | Roman | 234 rûpel Romana rojên giran. Wan rojên eş, keser, tenêbûn û hawar hawarê. Rojên ku dikarin derî û rê li ber nivîskariyê vekin. Di van rojên wisa de, çareyek, d... |
1. Romana Mehmed Uzun . (1985) . Romana wî ya yekemîn.* |
|
19.07.2013 02:19 |
babedyo
|
2. navê helbesteka şairê austuryayî erich fried e.. ji aliyê şairê kurd tengezar marînî ve ji elmanî ji bo kurmancî hatiye wergerandin.. |
|
19.09.2013 06:07 |
endazer
|
3. navê helbesteka şairê austuryayî erich fried e.. ji aliyê şairê kurd tengezar marînî ve ji elmanî ji bo kurmancî hatiye wergerandin.. |
|
19.09.2013 06:27 |
endazer
|
4. navê romanekamehmed uzun e. |
|
19.09.2013 12:38 |
filankes
|
5. her wiha tê wateya "ne yek jî" û dijbera wateya "hemû" ye. |
|
19.09.2013 21:19 |
simurg56
|
6. - kî û kî bi te re ne lo? (Bawer im ev sosrettir :D ) |
|
17.10.2013 15:49 |
gernasnenas
|
7. romana ku li devera ku dest pê kirî bi dawî dibe.xeleka bûyera di dawîya romanê tê dîsa tê serî. |
|
10.03.2014 16:22 |
diljan
|
8. Romana mehmed uzunî ye ku ji aliyê francesco marilungo ve bo zimanê îtalî hatiye wergerandin. |
|
03.12.2019 09:23 |
xelîl
|
9. Romanek gelek xweşe. Lê tabî bi êş û kul e jî. Mirov dema mirov romanê dixwîne xwe bi hêsanî dixe şûna lehengê romanê, mirov hîs dike ku ka leheng çi hestê dijî belkî êşa wî rind tênagehît bes xwîner jî li gel lehengê diêşe digîrî hêrs dibe xwe bê çare hîs dike. |
|
03.12.2019 10:10 |
azad30
|
10. romana ku serê vê sibekê, min daye fêm kirin ku wext çi zû derbas dibe.. |
|
03.12.2019 10:15 |
bûtîmar
|
11. yekemîn romana mehmet uzun e. min berê destpê kiribû lê neqedandibû. berî çend rojan min ji nû ve destpê kir û xelas kir. roman di sala 1985an de hatiye nivîsandin. ji ber ku yek ji romanên ewlîn yên kurdî ye û yekemîn romana nivîskar e, ez pirtûkê wek serkeftî dinirxînim. di dawîya çapa di destê min de, axaftina mehmet uzun heye ku di merasîma xelatstandina xwe ya li sêwêdê, kiriye. di vê axaftina xwe de dibêje ku piştî nivîsandina 50 rûpelên ewil, wî fêhm kiriye ku kurdîya wî têra xebatî wisa nake. navber dide nivîsê, demek dirêj li ser kurdî dixebite û paşê li nivîsînê vedigere. loma di rastnivîsê de hê jî hin xeletî mane. her wiha hinek peyv hene ku ne min dizanî ne jî di ferhengan de peyda dibûn. |
|
01.06.2022 22:44 |
simurg56
|
12. Gotinên min ên hezkirî ji vê pirtûkê ev in: |
|
20.02.2023 20:29 |
horhorik
|
fuckîro rebeno [2] |
|
horhorik [1] |
|
memikên herî xweşik [1] |
|
canon [2] |
|
îy yo hee [1] |