Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mamikên kurdî - tirşik
mamikên kurdî
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Tiştek heye: Sê ling, sê dar

çar ling pê da

duling hat û himik lê da.

Ew çi ye?(1)



Tiştek heye: Hilindir milindir,

law ji bavê bilindtir.

Ew çi ye?(2)



Tiştek heye: Fetlek gîya,

li pişta çîya.

Ew çi ye?(3)



Tiştek heye: Şeş ben û benik,

du nan û kûtlik.

Ew çi ye?(4)



Tiştek heye: Reş e, reş e wek qîr

sipî ye wek şîr,

çê dike kûtlikê jina mîr.

Ew çi ye?(5)



Tiştek heye: çûm û çûm du rêz mirarî,

çûm û çûm du qulê tarî,

çûm ûçûm du çirayên geş,

çûm û çûm meydanek xweş

çûm û çûm du marrê reş,

çûm û çûm çiyakî reş.

Ew çi ye?(6)



Tiştek heye: Kofiya jinxalê,

gêr bû newalê.

Ew çi ye?(7)



Tiştek heye: Hespê qer,

berx li ber.

Ew çi ye?(8)



Tiştek heye: Şikeftek tarî,

têde tijî mirarî.

Ew çi ye?(9)



Tiştek heye: Şîva ter e,

li giwar e.

Ew çi ye?(10)



-------------------------------------------------------

1- meşk û çatme



2- agir û dû



3- por



4- mêzîn



5- kêzik



6- serê mirov



7- pişkul



8- petêx



9- dev



10- marr



05.11.2014 21:04 | hûteheftserî

2. kewek bû, kewê ribat

dengek bû, ji dûrva hat

wextê digot '' ez rebenim ''

hêsirê min hûr hûr dihat.

( denbêj şakiro )



baran barî li derva

tavê vekir ji berva

nîv xeleqe, heft renge

çi bedewe ji dûrva.

( keskesor )



sibê dirêj nîvro kine

pêpes dikim deng jê tune

wexta ku te pişta xwe day

winda dibe tu dibê tune.

( sî )



Çîyake, çîyakî tenêye

li ber behra wanêye

bo evîna sîyabend

xecê li ser danîye.

( sîpanê xelatê )



difirim nav ewrada

direvim nav baxçada

ne diwestim ne xwê didim

radizêm nava cîyada.

( xewn )



difire bask lê tune

digirî çav lê tune

direve li ber bayê

blinde ling lê tune.

( ewr )



( ji çend mamikên ku min wextekî nivîsîbûn )



05.11.2014 23:11 | xulam

3. pirtûkeke m.xalid sadinî bi navê '' mamikên kurmancî '' ji weşanxaneya nûbiharê di sala 2011 da hatîye weşandin û têda 832 mamik cî girtîye.



05.11.2014 23:19 | xulam

4. 1- Tiştekî min heye. Ew zivistanê bihuşt e, havînê dujeh e. (agir)

2- Tiştekî min heye. her gavek dimeşe carekî şûn ve dinêr e. (derzî)

3- Rimbêlê, membêlê/seqlana şotirçêlê/dest û pê çembelê. (kevjal)

4- Xuşkeke min heye. serî tijî rişk in. (hêjîr)



12.03.2018 03:24 | jifêzagorda

5. Siharê rabûm sofîyeke rih spî ser diya te ye, çiye?








Nivîn



03.12.2019 12:36 | xwelî li ser

6. yew gayê mi esto, di qî ci estî, çîyo?





Here lînkê
gindor



03.12.2019 14:13 | kajav

7. piranî gelek zehmet in an jî di vî warî de aqlê min kêm e. pirtûka mamikên botanê ser û bin dikim heta ji xwe re yekî hêsan peyda bikim.



03.12.2019 19:08 | simurg56

8. “Mamê min tê ji deştê, barêk stirî li piştê” çî ye?

Bernameyeke xweş li vir heye




bersiv: jîjo



30.01.2020 20:18 ~20:19 | kajav

9. "Tenûra dadayî, tije nanê badayî." jî hebû. Ji bo bersivê peyamê bavêjin *



31.01.2020 19:42 | xabûrî

10. Girê didim diçe , vedikim naçe (Bersiv berevajî ye :lavep,los)



01.02.2020 16:42 | brzn

11. Li bergîr siwar dibe, ne siwar e
Balafira wî heye , ne pîlot e
Qesra wî heye, ne keyaksar e
Perênwî heye, ne helal e

Gelo ev kî ye ?


xwînmij kerdoxan



05.02.2020 14:52 | tîrêj zana 21

12. “Gayê gulo, heft cil o”

Ev çi ye?

pîvaz



13.03.2021 20:48 | kajav

13. Ji devê diya min.

“Embara me tije ço, çokek rast têde tune ye”

Ev çi ye?


qiloçê bizina



13.03.2021 20:52 | kajav

14. tenê vê dizanim *

çar linge
eşkî qûne
...

kursî



17.05.2021 16:21 | merwano

15. Apê minî bi nigekî
Dajo naxira gundekî



mîrkut



21.12.2022 22:49 ~22:49 | navîgiranmezelîwêran

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mamikên kurdî
» kurdîstan

Kategoriyên mijarê:: listikrastin cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî