1. Jiyan kine, Aydın orak fîlmên metrajdirêj dikşîne..Em çi bêjin baba... |
|
02.11.2014 14:02 |
rojan
|
2. derhêner û serlehengê fîlma mûsayê bêasa, min lê nehisandiye lê gelek rexneyên pîs lê tên kirin, û berê di kanaleka pkk de, belkî roj tv belkî mmc baş nayê bîra min, bernameyeka ger û geştê wekê ya gezelim görelim pêşkêş dikir, axaftina wî ya kurmancî ne xirab bû.. |
|
12.01.2015 19:32 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
3. dibêjin zemanekî jî di SAmanyolî tv de dixebitî . |
|
12.01.2015 22:21 |
medê
|
4. kesê ku samanyolu tvyê nizanim lê min bixwe dîtiye ku li rêzefîlmeke bereday a flash tvyê fîguraniyê dikir. navê rêzefîlmê gerçek kesit bû. |
|
13.01.2015 05:39 |
oxir
|
5. Ji zû de ye pirtûkeke wî ya helbestan hatibû weşandin bi navê hestên veşarî heta ya cem min 2006 çapa sêyem bû. |
|
13.01.2015 19:01 |
xendekî
|
6. biçekî dişibe barış atay.. ez dibêjim qey sebeba vêqa antîpatiyê ew sebavê barış e, bi ya min bike bila rûyê xwe biçekî bi estetîkê biguherîne an bila here barış bikuje.. * |
|
13.01.2015 19:44 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
7. recep içen nivîseke di derheqê wî û xebatên wî de nivîsiye û ya dilê min hemû hunerhezan vegotiye; Here lînkê |
|
30.09.2015 14:09 |
diclefirat
|
8. par bo axaftinek ligel camêrê ku di my sweet pepperland'ê de digo fuck off, hatibû veqfa îsmaîl bêşîkçiyê. Kurtefîlmeke wî hat nîşandan. Navê wê Sobarto bû çi bû nay' bîra min. Bo bîranîna Pippa Bacca çêkiribû. Neyse, ewilîn her tişt normal diherikî. Bûk bi meşaleyan jixwe re ber bi daristanekê ve dimeşiyan. Dawiyê de tevek dihatin cem hev erdê dikolan û ekranek dixuya. Îja qayîş jî li vir diqete. Mr. Orak heya niha çend şer qewimîbe li ser ekranê gişka dabû dû hev. Îja ajîtasyoneke kifikî, tîlîliyên oryantalîst. Me go cenabê te çima evçend di nav remzan de geviziye, go mi xwest ez bêjim 'şer tiştekî nebaş e.' Me go tu rast î bibore. |
|
30.09.2015 18:55 ~18:57 |
deynê doqizincî ayê
|
9. (bnr: ji stenbolê kurdistan çawa xuya dike) |
|
01.10.2015 16:56 |
kezebmonitor
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |