Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
edgar allan poe - tirşik
edgar allan poe
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Edgar Allan Poe (z. 1809 li Bostonê - m. 1849 li Baltimoreyê) helbestvan û çîrokvanekî amerîkî bû.

Di nava salên 1815 û 1825'an de bi malbata xwe ya dêmarî re diçe Îngiltereyê û li Londonê hîndekarîya xwe didomîne. Di 1827'an de dikeve artêşê; xwe li Dibistana Leşkerî ya West Pointê qeyd dike, lê ji ber bêdîsîplîniyê di sala 1931'ê de jê dihê avêtin. Ji bo ku xeyalên xwe yên dewlemendiyê pêk bîne diçe New Yorkê. Li cem metika xwe ya xizan û jinbî bi cî dibe.

Di sala 1836'an de bi xwarzaya (yan jî birazaya) xwe Virginia Clemm a ku hîn 14 salî bû ye re dizewice. Di 1837'an de diçin li New Yorkê bicî dibin. Çîroka The Narrative of Arthur Gordon Pym wê salê, di sala 1840'î de jî cîlda yekem ya Çîrokên Nebihîstî weşand.

Di sala 1945'an de helbesta wî ya nav The Raven (Qijak) weşand.

Di sala 1947'an de jina wî ya ciwan mir. Ew bi xwe jî nexweş û bêhêvî bû, tim taya delirium tremens derbas dikir. Dema li ber zewaca bi pîrekeke extiyar û dewlemend re bû, şeveqekê li Baltimoreyê li devê deriyê meyxaneyekê li ber sikratan dihê dîtin.

Helbesta wî ya ku navê wê annabel lee ye gelek navdar e...



18.07.2013 21:13 | cirano

2. nivîskarekî emerikî ye. afirinerekî (bnr: wêjeya gotîk)ê ye. li ser tiştên reş, xerab, horror, terror û iblisî nivîsiye. çîrok û şiîrên wî navdar, tesîrdar, kaotik û reşeba ne. kurteçîrokên wî yek bi yek ecêp in. bi rêya themaya tirsê krîtîka modernîzmê kiriye. ew jî bi dengê (bnr: christopher lee)şiîrekî wî:







28.08.2015 01:04 ~01:04 | wiha wilo wisa

3. Niviskar û helbestvan e.
Ez bawer im ku gelek kes nizanibû Edgar Allan Poe ji ber tunebûna pere çûye leşkerî... Lê niha pirtûkên wî gelek tê firotin.



28.03.2020 22:19 | roz

4. helbesta Annabel Lee bi jêrnivîsa brahîm ronîzer. Poe vê helbestê ji bo hevsera xwe nivîsandîye ku mixabin zû miriye.


“Berîya gelek sal û zemanan bû
Li welatekî kevîya behrê
Keçikek hebû, we yê bihîstibe
Navê wê Annabel Lee bû
Tu fikar nediketin dilê keçikê
Ji xeynî hezkirina min û wê
Ez piçûk bûm, ew piçûk bû
Li wî welatê kevîya behrê
Lê me wisa ji hev hez dikir, evînek zêdeyî evînê
Min û Annabel Lee
Evînek wilo bû ku milyaketên banê banî
Xwezîya xwe pê dianî
Û ji ber vê, gelekî berê,
Li wî welatê kevîya behrê
Reşebayek ji ewrekî gobilî hat, ferihand
Delalîka min Annabel Lee
Axir lêzimekî wê hat
Û ew ji min dûr kir
Di gortengekê de bêdeng û dev kir
Li wî welatê kevîya behrê
Milîyaket li banê banî nîvê me jî ne bextewar bûn
Ji me dihesidîn-
Erê lêê! –ew bû sersebeb (wekî ku hemû kesî dizanî
li wî welatê kevîya behrê)
Ew reşeba gobilî ji ewrekî, nîveşevekê
Delalîka min ferihand, kuşt Annabel Lee’ya min
Lê evîna me gelekî xurttir e ji evînê
Evînên berî me-
Evînên gelekî ji me zanatir-
Ne milyaketên banê banî
Ne cinên di binê behrê de
Dikarin giyanê min qut bikin
Ji giyanê delalîka min Annabel Lee
Lew çawa hîv derdikeve xeyala te dibiriqe
Delalîkê Annabel Lee
Û ji dêla stêran çavê te dibiriqin
Delalîkê Annabel Lee
Û wisa xwe dirêj dikim bi şevgarê li rex
Delalîka xwe, cana xwe, jîyana xwe, kebanîya xwe
Li rex gora wê, li kevîya behrê
Li ber delodînîya pêlên wê.”



01.03.2022 22:31 | ezcan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» edgar allan poe
» poetîka

Kategoriyên mijarê:: weje wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî