Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kurd nizanin bi hevûdû re biaxivin, amedî qet nizanin - tirşik
kurd nizanin bi hevûdû re biaxivin, amedî qet nizanin
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. teoriya min e.

hûn çi qas rast dibînin nizanim lê tirk hezar caran ji me baştir in di axaftin û xweşmêrî û kîbariyê de.

amedî ? ji xwe qet behsa wan nekin * ; amed/50292



25.10.2014 00:30 | brusk56

2. welle min gelek tirk dîtine ku bê amina koyîm nizanin hevokekê pêk bînin..heke ev e xweşmêrî bît ez bi wê xweşmêriyê binim.



25.10.2014 01:19 | vêca çiyeeee

3. hevalno mirovên amedî yên nazîk jî hene, hûn rastê yên xerab hatine. *



26.11.2015 01:31 | mahîr amed

4. hinek raste lê gîh ne wisanin em mînakekî bidin wê baştirbibe; dema gazî hevdû dikin dibêjin:

- maho!

yanî mahîr mahîr jî dibêje:

- haa an an çiye loo anjî quzilqurt.. dibê qey lî serê çiya mezin bûye.. dikare bibêje kerembike/fermo/bibêje.. ev jî nayê mehneya ku kurd tenê û tev wisanin.



26.11.2015 14:54 | shorbevan


6. ez jî wekî amedî dibêjim ku amedî nizanin batmanî qet nizanin * îja were ji nav derkeve. weleh amedî li gor batmaniyan çêtir in wî alî da. hevaleke min Î batmanî hebû tim digot "ê we dîsa baş in li batmanê qet nabe"



26.11.2015 22:12 | kurê xelkê

7. Mesele hîtabên bi wekî "Miho, Eyşo, kurro hwd" nîn in. Ev taybetmendiyên çandî nin, wekî mînak îtalyan jî dema ji hevdu re xeber didin çu carî navê hevdû rast hilnadin. An wekî me kurt dikin "Gabo, Maro, Anto" an jî dîsa wekî me bi nûçikan ve hîtabî hevalê xwe dikin.

Mesele ew e ku civaka kurdan nizane bikeve dîalogê û ji hevdu guhdarî bike. Jixwe çanda sohbetê êdî nemaye, dema tu tiştekî dibêjî an bi telefona xwe dilîzin an jî bendê nin ku tu gotina xwe xelas bikî û dor bê wî/wê. Mezin tu carî guhê xwe nadin zarokan, zêdepariya zarokan ji ber tv'yên tirkan wekî zombîyên ehmaq mezin dibîn.

Mêr û jin bi wekî du cure hebûnên ji hevdu cihê/ hîîç ji hevdu nas nakin tên mezin kirin. Nizanin çawa bikevin dîalogê, nizanin têkiliyên hevaltî, dostanî, cînarî an jî kar daynin. Çanda feodal û têkiliyên bajarî yên kapîtalîst ketine ji nav hevdu û şêwazeke ecêw derketiye hole.



20.03.2018 18:08 ~18:09 | jifêzagorda

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdistan24 tv
» amedî
» qet nivîskar tune

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî