Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
lîstika peyvan - tirşik
lîstika peyvan
(10) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. Bernameya li ser ekrana trt kurdî de tê weşandin. Bernameyekî navneteweyî ya kurdî ye. Bi Tirkî wekî "kelime oyunu" tê zanîn.



ji Bo hînkirina ziman û kêf hildan serkeftî ye.



Hinek kesên beşdar dibin nikarin kurmancî bixwînin û zêde zimanê xwe nizanin.



Ev jî xuya dike ku halê me pir xirab e, ev xebat bê perwerdehî ya bi zimana zikmakî kêm e.



22.10.2014 16:12 | mîr

2. di eslê xwe bernameyeke biyanî ye. di tv.yên tirkî de demeke dirêj ali ihsan varol bi serkeftî pêşkeş dikir. Dema ez rastî dihatim min lê temaşe dikir. Dawiyê çibû baş nayê bîra min, ji ber buyerên gezîyê bûn, operasyonên 17-25 berfanbarê bun çi bun, bername hate rawestandin. Niha ev bername bi Kurdî di trt 6ê de bi kurdî tê li darxisatin. Ne pêşkeşvan û ne jî pêşbaz tu kelecanê nadin. bernameyekê bêkêf û gebsoyî, acizker e.



22.10.2014 19:35 | seydayê_peyvan

3. yeke serhişk li kÛ de bê datÎnin vÊ bernameyÊ Û heta peyvekÎ dibÊjin mirov li ber televizyonÊ hişk dibÊ. temaşe kirina wÊ sedema penceşÊrÊ ye!



01.11.2014 17:16 | xwelî li ser

4. wele hemwelatîyeme e nezan hemu li ve bername gihane hevdu.le dema ez temaşe dikim pir bi ken derbas dibe.min jî serledan kir ,go trtşeş qunreş bakinemin eze di peşbirke de puwanekî zede stenim.



01.11.2014 19:18 | hûteheftserî

5. pêşbaziyek xweş e lê beşdarvanên wê bêxêr in.

pirsên wan hemû peyvên hêsan yên kurdî ne. bi rastî jî gelek hêsan in. weke mînak pir ev e "keêsn ku nabîne" bersiv "kor" e. lê pepûkê beşdarvan vê jî nezanî.

mixabin ji ber bêxêriya beşdarvanan temaşekirina wê mîna îşkencê ye.



06.11.2014 20:04 | simurg56

6. bernameya ku ez berîyan çen rojan beşdar bûme, ku rastîyê bibêjim tu sucê bernamê nîne lê em kurd bixwe nizanin zimanê xwe. yekê niha bêje "qey kê perwerdehîya kurdî dîtîye, em ji ku zanin, qey li rihayê oxford hebû û me nexwend?" na birêmin, NA kekê minê ezîz; xwe nespêre tu hêcetan. zimanê te ye oxlim divê tu bixwînî Û binivîsî. yan xelkê kenê xwe bi te bikin. hişyar be!



07.11.2014 09:27 | serkeft

7. ji bo bernameyÊn wihareng hê zû ye, gelek gelek zû ye, ger ku peyv tunebe dê çawa lîstik hebe?

ji bo ku tu bikaribî pirsan bibersivînî divê tu wate û îzah û ravekirinên peyvan bizanibî, di nava jiyana xwe ya rojane de bi kar bînî, bi wan peyvan re razî bi an peyvan re rabî bi wan peyvan xemgîn bî bi wan peyvan şa bî, têxî binhêşê xwe û ji wir bi hêsanî dêrînî serhêşê xwe..

ji bo wan yekan xwendin divê, perwerdehî divê, karîbûna fînansekirina jiyana xwe û civatê ya bi zimanê xwe divê, ferhenga kurdî-kurdî divê, rojname û pirtûkên bêserûber divên, bi kurtasî dewletek divê



08.11.2014 00:41 | ferhenga şikestî

8. bernameyeke ku pêşkêşkerê wê, dema ku pirsa dora wê tê dixwaze, dibêje ka bila pirrrrrrs bê. xuyaye ku bona bi reng û çok û sempatîk kirina pêşkêşiya xwe wusa dike, lê bi ya min zêde jî sempatîk nabe.



25.11.2014 10:51 | nazim tolhildan

9. Bernamekî her diçe kalîteya wê zêde dibe. Kesên ku beşdar dibin aliyê zimên hêviyê min bilind dikin.



02.12.2014 19:29 | mîr

10. îro bi rastî jî baş bû. 4 keçên sergirtî beşdar bibûn û gelek pirsan bi hêsanî zanîn. heta min ji jina xwe re got "ji bo ku bername baştir bibe, heye ku wan pirsan dabin beşdarvanan an?"



02.12.2014 19:37 | simurg56

11. min hay ji bernameya televizyonê tune ye lê ez lîstika ku min çend caran lîstiye ji we re rave bikim: çend kurd kom dibin û dibêjin ka em çi bikin? yekî/a biaqil derdikeve û dibêje ka em ji bo ku kurdiya xwe bi pêş bixin, lîstika peyvan bilîzin. yên din jî dibêjin temam û dest pê dikin.

yê ewil dibêje tenûr

yê duyem dibêje rûn

yê sêyem dibêje neqab

yê çarem dibêje berû

yê pêncem .....



14.01.2015 00:15 | mergehez

12. min niha piştî ku mijara wê di tirşikê de dît, xebera min jê çêbû, li ser youtubeê min darî beşekî ji vê bernameyê kir, ji bo kurdî di nav xelkê de pêş bikeve û belav bibe bernameyeke têra xwe baş e, destê wî xweş yê fikra vê bernameyê kirî, lê yê ku bernameyê pêşkêş dike bi kêrî vî îşî nayê, ne yekî dînamîk e, û xebera wî ji sînorên kurmancî nîne, û axaftina wî ne rewan e, him û gim jê kêm nabe, yanî ew jî wekê pirraniya nifşên nû yên kurmancîaxêv yên li bakurê kurdistanê bêyî ku li ser bifikire nikare biştexile û pê de here.. min gelek dixwest îman ferman xanim vê bernameyê pêşkêş bike.. ji ber ku hem kurmanciya wê û hem soraniya wî pir baş e pê re jî bi tirkî û îngîlîzî û erebî jî zane û bi xwe jî wekê sêveka qeşartî ye, mirov guneh dike lê binêre.. *




13. Ne ji carwara pêşkeşvan be xweş e



04.02.2015 20:37 | cîncoqo

14. pêşkêşker ê wi bernameyê qisa "her bijî" ev qas bikar tîni ku mehdê min li wi qiseyî maye.



04.02.2015 20:56 | hesen bira

15. Nivîsa (bnr: hamid omerî) ya di derbarê bernameyê de

http://m.haber10.com/makale/default.aspx?id=40444



05.02.2015 03:05 | seydayê_peyvan

16. Di bernameya îro de 4 fenomenên medyaya civakî ên kurd, dilyaramudî, mnecirvan, othman û rumetsoylu tevlî pêşbirkê bûbûn. Di pêşbirkê de Dilyarê amûdî 8000 puan stend û bû yekemîn. xweş bername bû elllah wekîl. Em 3-4 nivîskarên tirşikê jî tevlî bernameyê bibin, we got çi?



12.02.2015 19:54 | seydayê_peyvan

17. bernameya min pir tişt li ser wê seh kirî lê qet guhdarî nekirî. pêşniyara tevlîbuna wê tişteke cuda ye û dikare li ser bê fikirîn.



12.02.2015 20:00 | azadixwaz

18. piştî bernameya ku bi fenomenên kurdî çêkirin, popûlariteya xwe gelek zêde kiriye di twitterê de.

wextê xwe de trt6ê bi ser navê tirşikê gazî simurg56 jî kiribû lê mêrik qebûl nekiribû .



12.02.2015 22:07 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» lîstika şîto

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî