Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 7 peyam
fawaz husên - tirşik
fawaz husên
(6) (0) (14)
di mijarê de bigere

1. 23 tîrmehê wê li qoserê be



2013.07.18-19:29 | cîncoqo

2. Di hevpeyvîna xwe ya di Çirûskê de dibêje, "... Min biryara xwe da ku ez Fransî ji xwe re bikim zimanê afirandinê." "Zimanê Fransî ketiye xwîna min û bi mêjiyê min ve perçîm bûye û dikare hemû hîs û hestên min berceste bike."



2013.07.18-20:04 | rojgar

3. pişti hatina xwe ya amedê bo fuara pirtûkan eleqeyek mezin dit, û li gor gotına wî bi zimanê dayikê -kurdî-li ber dilê wî şêrintir bû...



2013.07.26-18:25 | arami

4. (bnr: barê şevê)



2013.07.26-19:31 | filankes

5. romannûsekî kurd e. ji kurdên binxetê, ji amûdê ye. li zanîngeha navdar ye ferensî sorbonne ê hîndekar e.



2013.07.26-19:49 | seydayê_peyvan

6. kêfa gurê manco dike



2013.07.26-20:57 | cîncoqo

7. berê li ser facebookê ew qas û online û ew qas aktîv bû ku ez ecêbmayî dimam û min did dilê xwe de ji xwe dipirsî ev camêr kengî dinivîse kengî dixwe û vedixwe û kengî û çawa debara xwe dike.. lê ev qederek e pêjn jê naye.. nivîskariya wî çawa ye û romanên wî derheqê çi de ne nizanim ji ber ku ev du sal tê hene ku min qene ji bo dermanÎ jî be pirtûkek nexwendiye.. lê bi qasê ji nivîsên wî yên ji ser hesabê wî yê facebookê min dişopandin camêrek zêde zîz û sêhrek e û narîn û dilnazik e.. û zimanê wî anku kurmanciya wî jî ne xirab e.. lê helbet zimanzanî an zimanbaşî têra nivîskariyek birêkûpêk nake..



2013.07.26-21:41 | endazer

8. nivîskarê ku xwediyê van kîtab û wergeran e ;



Siwarên êşê. Kurteçîrok. Stockholm, weşanxaneya Welat, 1994.

Biyanî. Wergera L’Étranger, berhema Albert Camus. Stockholm, weşanxaneya Nûdemê, 1995.

Mîrzayê Piçûk. Wergera Le Petit Prince, berhema A. de Saint–Exupéry. Stockholm, weşanxaneya Nûdemê, 1995.

Le Fleuve. Kurteçîrok. Parîs, weşanxaneya Méréalê, 1997.

Dîroka edebiyata firansî, sedsala hivdehan û hîjdehan. Antolojî. Stockholm, weşanxaneya APEC'ê, 1998.

La Poursuite de l’ombre. Wergera Siya Evînê, romana Mehmed Uzun. Parîs, weşanxaneya Phébusê, 1999.

Chroniques boréales. Kurteçîrok. Parîs, weşanxaneya L’Harmattanê, 2000.

Kurdên Haymanayê. Gotara Georges Perrot. Werger û amadekirin. Stockholm, weşanxaneya APEC'ê, 2000.

Amîdabad. Kurteçîrok. Stembol, weşanxaneya Avestayê, 2001.

Le Fleuve. Çapa nû ya bêrîkê, weşanxaneya Le Rocher / Le Serpent à Plumes : Motifs, 2006.

Prof dans une ZEP ordinaire. weşanxaneya Le Rocher / Le Serpent à Plumes, 2006.

Les Sables de Mésopotamie. (meha adarê sala 2007). Le Rocher, 2007.

En direction du vent. Parîs, weşanxaneya Non Lieu, 2011.

Parîsabad. Roman. Stembol, weşanxaneya Avestayê, 2010.

Barê Şevê. Stembol, weşanxaneya Avestayê, 2012.

Biyanî. Wergera L'Etranger, romana Albert Camus. Stembol, weşanxaneya Avestayê, 2012.



2013.08.16-19:11 | brusk56

9. gor angaşta wî balûleya parisê trafoya ceryanê ye,lê mixabin bi kêrê qaçaxiyê nayê.



2013.08.17-00:11 | tivirloismail

10. romana mehmed uzun siya evînê wergrandiyê fransî



2013.08.17-00:16 | newenda

11. Mirzayê Piçûk wergerandiye kurdî. Wekî din romanê wî gelekî serkeftîne.



2013.08.17-04:32 | rojan

12. Fawaz Husên di sala 1953an de li binya xetê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1978an heta bi 1992an li Parîsê li unîversîteya Sorbonnê dixwîne û di sala 1988an de dibe doktorê ziman û edebiyata firansî. Fawaz Husên endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê û endamê Rêxistina Nivîskarên Fransayê ye. Ew li Parîsê dijî.

Kitêb û wergerên Fawaz Husên:

Siwarên êşê. Kurteçîrok. Stockholm, weşanxaneya Welat, 1994. / Biyanî. Wergera L’Étranger, berhema Antonio Camus. Stockholm, weşanxaneya Nûdemê, 1995. / Mîrzayê Piçûk. Wergera Le Petit Prince, berhema A. de Saint–Exupéry. Stockholm, weşanxaneya Nûdemê, 1995. / Le Fleuve. Kurteçîrok. Parîs, weşanxaneya Méréalê, 1997. / Dîroka edebiyata firansî, sedsala hivdehan û hîjdehan. Antolojî. Stockholm, weşanxaneya APECê, 1998. / La Poursuite de l’ombre. Wergera Siya Evînê, romana Mehmed Uzun. Parîs, weşanxaneya Phébus’ê, 1999. / Chroniques boréales. Kurteçîrok. Parîs, weşanxaneya L’Harmattanê, 2000. / Kurdên Haymanayê. Gotara Georges Perrot. Werger û amadekirin. Stockholm, weşanxaneya APECê, 2000. / Amîdabad. Kurteçîrok. Stembol, weşanxaneya Avestayê, 2001.



2013.09.07-18:59 | endazer

13. berhema wî ya herî dawîn barê şevê ye. Ev berhem ji alîyê weşanxaneya avesta, di sala 2012 de derketîye.



2013.09.29-14:02 | takyudin

dengdanên dawîn (Yên Din..)
rola kurdan di şêra navbêra azerî ermeniyan de [1]
welatê ku dike navbêra qarabax û ermenistan(vbnr: ê welatê kur...
cefilîn [1]
Lerizîna Ji ber tirs û xofê ango sarî, mahd xeliyê, kelêcanê. Gotina (...
rojnivîska tirşikvanan [1]
Mijara ku dixwazim her roj tê de çend peyamên nû hebin e. Bi taybetî...
koremişk [1]
Dimilkî em dibêjin muşo kor (n) Heywanê ku çavê wî kor e. çav...
cimlîk [1]
şirînayîyeke berê ye. axtê ku serê merivan êşîyaye, gotine deng serê ...
belki ev jî bala te bikişînin
» fawaz husên
» husên duzen

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî