1. piştî girtina dijle tv di şûna wê de vebûye, bi rêvebertiya hasan sancar de dest bi weşanan kiriye. |
|
07.10.2014 10:24 |
giyanstêr
|
2. Dîzayna xwe nû kiriye, wê jî wek tirşikê xwe xemilandiye, ser xêr, belkî bibe tvyek nav û deng. |
|
15.02.2015 18:08 |
xendekî
|
3. televîzyona ku bapîra min ji sibehê heta wextê razanê lê temaşe dike. %95ê weşana wê, dîmenên bêqalîte yên ku ji cama erebeyan hatine kişandin e û mûzîkek kurdî an jî tirkî li ber e. |
|
15.02.2015 18:47 |
simurg56
|
4. Televîzyona weqfa îsmaîl beşîkçî ye. her wiha radyoyê yaşam jî ya vê weqfê ye. |
|
17.02.2015 12:04 |
aryen
|
5. qanalek pir hêjaye weşana wê pirahî muzîke xeberê wê jî ne xerabin meleyek heye ji merive hima meriv wî gohdarî bike hima xwedê jê razî (bnr: prof dr. nurettin turgay) |
|
25.04.2015 17:25 |
shorbevan
|
6. Qenala tvyê ya bi bernameya xwe ya dengê botan cihê xwe li dilê maliyên mede çêkiriye. Lê pêşkêşvan bi devokeke zêde giran diaxive. |
|
19.11.2015 14:28 |
azadixwaz
|
7. vê eydê min ferq kir, pirraniya weşan û bernameyên vê kanalê bûne bi zazakî. ji xwe têra xwe kanalên kubi kurmancî û soranî hene, hêvî dikim, li ser rêya xwe ya bi zazakî her berdewam û serkeftî be. dikare bibe pirek di navbera kurmancî û zazakî de. |
|
26.09.2016 03:46 |
endazer
|
8. Beriya ku hatibe girtin programeke ji bo fêrbûna zazakî çêkiribûn. Berê, min zêde temaşe nedikir. jiyan tv, azadî tv an jî wan tv piştî ku ew hatin girtin qedr û qîmeta wan hinekî zêde bûn li ber çavên min. Bawerim eger ev kanal sibê dîsa vebin ez ê dîsa zêde temaşe nekim. |
|
15.06.2017 12:52 |
sloujouc
|
9. Di nav tvyên kurdî de hêdî hêdî cihek taybet çêdikir. |
|
15.06.2017 16:20 |
elaziz izzetpasa camii
|
10. Televîzyona ku meha remezanê dema paşîva melekî gellek hêja têde dertê û bavê min nahêle jê pêştir em bavên tiştekî din |
|
09.01.2020 12:41 |
tîrêj zana 21
|
11. Ew melayê dema paşîva derdiketi ez xelet nebim mamoste Nurettin Turgay bu. Belê Jiyan tv qenalek xweş bu lê OHAL wî jî nehêla. |
|
09.01.2020 18:35 |
azad30
|
12. Ne xelet bim niha li ser YouTubê bi navê pel film bernameyê xwe yên berê û her wiha nû kişandine parve dikin |
|
09.01.2020 20:02 |
kajav
|
13. Belê navê melle Nurettin Turgay bu demekê bu namzetê parlemetrerîya HDP jî |
|
09.01.2020 22:06 |
tîrêj zana 21
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |