Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
spotify - tirşik
spotify
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Platformeke Muzîkê ye. Di sala 2006 yê de li swêdê hatiye avakirin. Weşanên mûzîkê bi malper yan jî sepan ê xwe ve peretî tê guhdarîkirin.

Ev platform bi Albûm, stran, stranbêjan, cûreya muzîkan hwd. hatiye kategorîze kirin.

Kurdî jî tev de Hemû albûmên cihanê têde heye, car caran hinekî albûmên stranbêjan peyda nabe. Ez bi xwe jê guhdarî dikim, platformeke serkeftî ye.



14.05.2017 13:28 ~13:28 | mîr

2. wê rojê telafona min ji ber xwe ve format avête xwe! min bi acelekî sim qert sd qert filan derandin lê fêde nekir nezî 500 stranê min çû! :(
ji xwe min berê jî ev sepan bikartanî çend stran stranbêj filan li wir kom kiribû. êdî ez ê hemûya li vir kom bikim hêdî hedî. bê minet û bê sinet! * sepanek zehf xweş e! hêjayî perê xwe ye.mirov dikarê bê înternet jî strana guhdar bike. lê divê pêşî bê daxistin. dema ku stran lê dixe wêneya ekranê vediguhere. ew stran di kîjan albûmê de bê wêneya wê tê ser ekranê. û tişteke wilo jî heye; mirov dikarê sepana di kombersê de bi telefona xwe kontrol bikê.



15.05.2017 13:36 ~13:39 | xwelî li ser

4. ez jî dixwazim serekÎ lê xim, lê lgel hemû kêmasiyên wê destê min ji soundcloudê nabe.



15.05.2017 22:34 | endazer

5. min bi kar neanîye û neceribandiye lê ji bo min cihê matmayînê ye.
hê berî dehan salan, mirovan dikariya ji xwe re arşîva stranan çêkin û bi awayek belaş lê guhdar bikin. îro guhdarkirina mûzîkan, jixwe karê zarokan e, ewqas hêsan e yanî. lê dîsa mêrik ji bernameyek wisa dikarin pereyan qezenc bikin.
teqez taybetiyên wê yên xweşik hene lê dîsa jî bi min ecêb tê.
(bnr: myt material)
(bnr: mirov bi rastî ecêbmayî dibe)



16.05.2017 22:31 | simurg56

6. bi rastî jî çandekî cuda çêdike di warê musicê de. min kêm wext berê download kir û ez aniha bikar tînim. zoooor jê razî me.

wer xuya dike ku wê di demek nêz de bibe sereke platforma muzîkê. ez şaş nebim aniha tenê youtube music bi wê re ketiye reqabetê.

lîsteyên meriv bilind dikin û xweş bin, ji min re wek peyam bişînin ji kerema xwe *



24.11.2019 23:58 ~23:58 | wiha wilo wisa

7. spotifya premium lê bes tenê meriv nikare stranan wek offline daxîne. bê reklam û asteng e. 32bit apk Here lînkê

nîşe: 32bit apk ji bo her telefon û tabletan dibe.



07.06.2020 00:58 ~2021.04.21 01:54 | tizbîkêş

8. greenroom



16.06.2021 23:44 | hueyn

9. Yek ji derfetên wê yên bikêr jî ew e, ciwan haco strana xwe ya şevên lal îşev li ser Spotifyê wek single weşand, di cih de hat ber min.

(Spotify) Here lînkê



19.08.2022 23:39 ~2022.08.21 13:02 | mirovekirind

10. min ji wan re nivîsand. Hûn ji bo gelên din mÎna tirkan, ereban playlistan çêdikin lê çima kurdî tune? herÎ kêm 50 hezar kurd spotifyê bikartînin. çima kurdî tune? Û wan ji min re got ku kurdî demeke kurt ê were. li spotifyê sê çar kurd li ser kurdî dixebitin*

ji bo playlistan: Here lînkê -ne guncaw in-
ev jÎ rûpela minê: Here lînkê

Here lînkê



18.01.2024 00:09 ~00:09 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» spotify premium

Kategoriyên mijarê:: muzik komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî