1. li gorî nûçeya malperekî ji çapemeniya tirk operatora gsm-ê ya ku wê ji aliyê pkk-ê ve li rojavayê kurdistanê bê danîn.. li gorî malpera ku nûçeya xwe spartiye îstîxbarata mîtê pkk-ê ji bo bingeha vê operatorê dane qewlê xwe bi endazyarekî ku di şîrketeka telekomûnîkasyonê a li bakurê kurdistanê de dişixule re kiriye.. û ji bo malzemeyên lojîstÎkê pkk-ê nûnerê xwe yê hewlêrê yê bi navê savaş topaloğlu tevî 500 hezar dolarî şandiye çînê.. dîsa li gorî heman çavkaniyê pkk dê ji bo vê operatorê texmînen 3-4 milyon dolar pere razîne û dê di nav salekî de bi firotina sîmqertan û kontoran sermiyana xwe amortî bike.. ya b'xêr.. http://www.medyalens.com/pkk-kurdcell-kuruyor/ |
|
2013.07.17-17:19 |
endazer
![]() |
2. navê kurteçîrokeka nivîskar murad celalîyî ya ku di kovara tîrojê di hejmara sermawez-berfanbarê de hatîye weşandin.. |
|
2013.07.17-17:23 |
endazer
![]() |
3. navê kompaniyeka muhtemel ya gsmê (bnr: global system for mobile communications) ku di sala 2009'an de ji aliyê geştkarekî kurd ê bi navê murat aslanoğluyî ve û di sala 2010'an de jî ji aliyê parêzerekê kurd ê ji stembolê yê bi navê murat ekenî ve ji bpo standin û tescîlkirina vê navî serî li tpeyê (bnr: türkiye patent enstitüsü) hatiye dayîn lê bi sedema reqabetê û hevşibina navê kompaniyê ya bi kompaniya tirk a gsmê ya tirk re destûr nehatiye dayîn û ev nav hîn nehatiye tescÎlkirin.. |
|
2013.07.17-17:38 |
endazer
![]() |
4. kurmançcell + sorancell + lorîcell + kirmançcell + gorancell = kurdcell |
|
2013.12.23-11:43 |
mîrêhekarya
![]() |
5. Ev navê ha careke dî şanî me dide ku ti îşê kurmanca bê tirka û tirkî naqede. Kurdcell çi ye j'bo xwedê, ma nav nemaya fikr nemaya, kurdcell vêca. |
|
2020.12.01-21:25 |
hueyn
![]() |
![]() |
jorge luis borges [1] |
![]() |
tirkî [1] |
![]() |
harûn elkî [1] |
![]() |
edîtorên tirşikê li gorî çi hatine hilbijartin? [3] |
![]() |
xwe guhertin [1] |