1. keça delal, helbestek seîd yûsif e û mihemed şexoyî ew kiriye stran ..di reseniya helbestê de kur dibêje, keç jî bersîvê dide..ku ristên keçikê bersiv didayî bi dengê keçikê bûbûya dê zede baştir dibû...dîsa jî yek strana herî serkeftî ye di nav stranên de.. Keça delal kur Çava kilke, xeml û xêla xwe girêde keça delal Were dilê min derman bik te derb lêda nego menal Keçê te baskê min jêkirin bam bê mefer Ez kor bûme ji dîtna te nakim der keç Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim Ez ne dextor im ku birîndara rakim kur Keçê ez mirim te xwe li min kire ferman e dil şewitî Were bibîn dîtina te ji min re derman e tu nalebitî Keçê baskê min jêkirin mam bê mefer Ez kor bûme ji dîtna te nakim der keç Xortê hêja menale ruh li te nema Te çi li min divê serseran va li ber te me Nayêm nayêm, nayêm dil derman nakim Ez ne dextor im ku birîndara rakim helbest: seîd yûsif |
|
20.09.2014 00:09 |
havka
|
2. strana ku şehrîbana kurdî jî digot û gelekî jî xweş dikir. |
|
20.09.2014 00:15 |
azadixwaz
|
3. nû guhdarî dikim, meqam û melodiya stranê hema bêje eyn wekê ya keça kurdan e.. |
|
20.09.2014 00:22 |
endazer
|
4. " Keça delal gelek rind î , çavên te reş in way , bi awiran min dikuje kil jê diweşin way... " |
|
07.09.2016 11:05 |
biaqila malê
|
5. (bnr: Çava kil ke) |
|
20.06.2020 14:29 |
kajav
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |