Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
kurdên ku tirşikê dixwînin lê nanivîsin - tirşik
kurdên ku tirşikê dixwînin lê nanivîsin
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. hevalekî min e

min emr pûç kir lê min ew qanih nekire, dibêm nabêm nakeve hêşê wî, hê jî jê re behsa formatê dikim, bi saetan pesna tirşikê didim xwêdan ji qûna min diavêje lê dema gotina min diqede, dibêje na loo ne hewce ye, nikarim niza karê min heye, nizanim quzulqurt niza jehr falan û bewan.. lê berxwedan jiyan e heta ku ez wî qanih nekim ez ê nemirim*



17.09.2014 23:27 | ferhenga şikestî

2. pirraniya nivîskar û helbestkarên kurd ên ji bakurê kurdistanê..

hemû peyamên derheqê xwe de hatine nivîsandin dikarin ji ber bixwînin û bêjin..

lê dema jê dipirsî tu çima tê de nanivîsî hawara xwe digihîn hêncetên kesên ku di tirşikê de nanivîsin..



17.09.2014 23:36 | endazer

3. ez dibejim ji ber go rexnegiren kurd zahfın -piranî jî "nivmamoste yen zimanqirêj û zimandirêj"- ew /em ditirsin deverên wek tirşikê de binivîsin



19.09.2014 14:41 | radîşo

4. kurdên ku dilên we de nivîsandina kurdî hene, lê ditirsin ku xeletî bikin. mereq mekin lo, em we nexwarin. * hetta Û hetta ez jî ji we me, lê ez ji yamyamên tirşik.netê natirsim.*





07.03.2015 00:07 | endazyar

5. Yên ku dibêjin qey tu kes ji wan ne haydar e lê em hinek ji wan nas jî dikin.. Naxwazim navê wan bidim.

Arkkaaş weke tu nanivîsî newe nexwîne jî. Alla alla*



07.03.2015 13:37 | brusk56

6. tiştekî gelek normal e..

ji ber ku; (bnr: tirkên ku ekşiyê dixwînin lê nanivîsin)

ku hejmara xwînerên tirşikê ji nivîskarên tirşikê kêmtir be, hingê em derebayên tirşikê bigirin û dilekçeya betalkirina tirşikê destnîşan bikin..

xwedê bike ku xwînerên tirşikê ji yên nivîskarên tirşikê zêdetir be yan na nexwe em bi tenê ji bo hevudu dinivîsin ku tu berhev bikî em hê nagihîjin çilî jî..



edît: sererastkirin



07.03.2015 14:26 ~14:27 | ferhenga şikestî

7. yek ji wan ez bûm ji ber ku ez kurmancî baş nizanim û nivîskarên tirşikê jî soranî nizanin



26.05.2017 05:27 ~07:31 | mindal

8. Kurdên ku ti ferqa wan ji tirkên ku eşkisozlukê dixwînin lê nanivîsin tune ye. Piraniya hevalên min ên tirk her roj dikevin ekşiyê û şiroveyên li ser mijarên rojane dixwînin.

Yanî Her kes ne mecbûr e binivîse. Dibêm xwendina tirşikê jî hingê nivîsandina li ser tirşikê qenc e. Heta diçin ekşiyê dixwînin bila bên tirşika delal bixwînin.

(bnr: keep reading tirşik guys)*



07.05.2020 17:19 | xelîl

9. Gelek caran ez im. Kengî ji xew şiyar dibim ewilîn dikevim tirşik netê pişt re twîtter, înstagram û ekşî. Piranî nanivîsim lê dixwînim. Haya min ji her mijarî heye * Carna jî dikevim peyamên kevn dixwînim.



07.05.2020 18:27 | biaqila malê

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên rojhilatê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye
» lêf

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî