Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 12 peyam
charles baudelaire - tirşik
charles baudelaire
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Charles Baudelaire (z. 9'ê avrêla 1821, Parîs - m. 31'ê tebaxa 1867, Parîs), rexnegîr û yek ji helbestvanên mezin yên fransî û avakerê helbesta nûjen e.

Ji ber ku dêya wî ya hîn ciwan piştî mirina bavê wî ji nû ve zewiciye, wî zarokahiya xwe li cem bavê xwe yê demarî ku kesekî fêhmê wî pirr kêm û teng bû, pirr dijwar derbas kiriye. Ev jî bandorek mezin li jiyan û li helbestên wî kiriye. Hîn di salên lîseyê helbestên wî bala dorê dikşînin.

Dest bi xwendina hukûkê dike lê hîn 19 salî bûye ji bo ku dest ji wêjeyê berde û jê sar bibe malbata wî, wî didin keştiyek bazirganiyê û diçe heyta Hindistanê.

Piştî vedigere Parîsê di rojnmeyan de dixebite, di sala 1845'an de hewldana xwe kuştinê dike lê bi sernakeve; demekê bi siyasetê dixebite, heyta navê wî di nava amadekarê Şoreşa 1848'an de jî derbas dibe. Di vê navbênê de rexne û gotarên li ser hunerê diweşîne.

Helbestên Edgar Allan Poe wedigerîne franskî û bi vî hawî jî wî bi fransiyan re cara yekem dide naskirin.

ji ber tawana ku 6 helbestên wî yên ku di Les Fleurs du Mal (Kulîlkên êşê) cî digrin mûzir i û carisiyan li Xwedê dikin Baudelaire dihê girtin û mehkûm kirin.

Li jiyana beradayî ya Parîsê nexweşiya frengiyê pê digre û dibe kêşê efyûn û esrarê.

Du salan li Belçîkayê maye. Piştî vegerê felç bû ye û pişt re li Parîsê jiyana xwe ji dest daye.

Baudelaire bandorek mezin li ser helbestvanên nûjen kiriye.





Him kêr im him brîn

him rû me him şîqam



17.07.2013 14:23 | cirano

2. helbestkarê herî mezin yê ferensî ye. sembolîst e û avakarê helbesta nûjen e. a. rimbaud: wî wekî "xwedayê helbestkaran" binavkiriye. yahya kemal; gotiye ku "helbestkarê herî mezin yên hatî û çûyî baudelaire e." her wisa cahit sitki taranci jiyana xwe weke "berî ku ez baudelaire bixwînimm û piştî ku min wî xwend." dabeş kiriye. asoxî layiqî xwendinê ye. berhemên wî -tiştê ez zanim- wergerandina wa yî kurdî nînin. berhema wî ya "kotuluk çiçekleri" bi wergera erdoğan alkan, parîs sikintisi jî, ji alîyê tahsîn yücel ve hatiye tirkî kirin



17.07.2013 09:30 | seydayê_peyvan

3. Wergera bi tirkî ya Pirtûka wî a spleen de parîs paris sıkıntısı ya ku meriv dikare bi kurmancî jê ra bêje bêhntengiya parîsê di pirtûkxaneya min da heye. Carinan vedikim jê çend helbestan dixûnim.
min ti helbesteke wî yek car nexandiye her yekî du sê çar caran dixunim paşê derbasê ya din dibim ji ber ku meriv dikeve nav xewnên nepenî. Erê helbestên wî mîna xewnan in. Nişkê va şeytanek melekek filan dertê li hemberî merivan. Eşya ji merivan re xeber didin, mekan her tim diguhere, peyvên mîstîk dertêne pêşiya merivan, tu çi bêjî mimkûn e di helbestên wî da.

bona ku tu baş fehm bikî gereka tu bi hişekî zelal va bixûnî. Eger ku aqilê te bi tiştekî din va piçikekî bile mijûl be dijwartir dibe ku tu têbigihîjî.

helbestên wî mînanî çîrokan in. Nivîsên bê qayîde ne. Serbest in hetta tu bêjî serbest in *
bodler jixwe ew parastiye ku ji bo helbestê ti sînor û qayîde tunnebin.
helbestên wî rastî jî mehkem in qewlê gotina bazîdîyan va mehkem *



21.05.2020 00:42 ~00:43 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» charles philip arthur george

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî