1. qesra Îshak paşa,yek ji koşkên navdar Ên bakurÊ kurdistanÊ ye Û li axa bazÎdÊ ye.koş ji alÎ ishaq paşa di sala 1199 hÎcrÎ,miladÎ 1784 hatiye çÊkirin.li gorÎ dÎroka fermÎya tirka di nava 99 salan de avakirina wÊ hatiye bidawÎkirin.mÎmamrÎya koşkÊ elementÊn kurdÎ ,roma Û farsÎ dihewÎne. |
|
23.04.2014 14:49 |
hemokrates
|
2. ji bo dîroka avahîsazîyê qesreke pir girîng e. di dinyê de sîstema navendî ya kêzin û sîstema navendî ya germ kirinê ya yekemîn di vê qesrê de hatîye çêkirin. cara yekemîn min deh sal berê dîtibû. piş re, dûv restorasyonê re salekê berê min dît, lê restorasyon pir xirab bû û xwezî min qet nedîtiya. |
|
24.04.2014 02:05 |
nazim tolhildan
|
3. qesra ku hê jî çavê min pê neketiye.. |
|
24.04.2014 03:17 |
endazer
|
4. qesra ku gora ehmedê xanî di hewşa wê de nîne. gora ehmedê xanî li jora qesrê ye û navenda wan de weke 200 metro dûrayî heye. |
|
24.04.2014 03:22 |
nazim tolhildan
|
5. Qesra Îshaq Paşa yek ji koşkên navdar ên Bakurê Kurdistanê ye û li axa Bazîdê ye. |
|
15.09.2014 13:51 |
xwelî li ser
|
6. bi rastî jî dive be perandin ji turîzme re.weke hemû nirxen turîstik ê li Kurdistanê ew jî ya avetîya. |
|
01.02.2015 21:37 |
hûteheftserî
|
7. di Sala 2012 de çûbûm, ez heyran mabûm. |
|
01.02.2015 22:14 |
mîr
|
8. Ev çend salin qaşo dewleta dagirker biryara restorasyonê daye lê mixabin yekem restorasyona wan ew e ku bana qesrê bi alimünyomê pêça ye. Belê hema bana qesra dîrokî bi bûjeneke erzan a ecêw ve girtine û pişta xwe dane çûne! |
|
03.04.2018 13:13 |
jifêzagorda
|
9. qesra bawer dikim di nav avahiyên kurdan de herî zêde têsîr li min kiriye. ji mêrdînê me û min gelek qesr li mêrdin, carbekir û bajarên kurdistanê yên din dîtine lê yekê jî ewqasî ez heyranî xwe nehiştim. |
|
24.11.2019 23:14 |
berxweda
|
10. qesra ku min hê neditiye. |
|
24.11.2019 23:16 |
brusk56
|
11. Ne pêkan e bimîne di bin bendavekî de ji ber ku li ser zinarekî ye. Û jixwe yek ji bermahiyên Osmanî ye, loma nahêlin tiştekî were serî. |
|
25.11.2019 12:44 ~12:45 |
simurg56
|
12. wek kela behlûl paşa jî tê zanîn. |
|
16.12.2020 12:12 ~12:31 |
bûtîmar
|
13. wek teyrekî bayîzdê dinêre, bin qesrêda bayîzda kevn heye, çîyayên derdorê kela urartuyayên kevn tê dîtin, qesrê da çîyayê agirî nay dîtin behs ev e ku dema evdî paşa daye çêkirin gotîye qesrek wisa çekin ku bila gilîdax neyê kifşe, bila sîyê gilîdax nekeve ser. |
|
16.12.2020 14:38 |
doesntmatter
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |