Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
koma amed - tirşik
koma amed
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. YekemÎn koma muzÎkÊ ya kurdÊ li tirkiye ye. di sala 1988 an de li enqere komek şagirtÊn beşa bijÎşkÎye ve tÊ avakirin. sÊ albÛmÊ wan heye: kulÎlka azadiye, agir Û mirov Û dergÛş. ji ber hin pirsgÎrekÊn siyasÎ belav bÛne. pişt re hinek endamÊn wÊ bi navÊ çar newa komek ava dikin.



13.09.2014 11:36 | xwelî li ser

2. komeke efsane ye gelek stranên xweş û geş çêkirin, li dû vê komê jî çar newa hat û li dewsa vê girt.

jixwe çar newa jî ji çend endamên vê komê pêk dihatin..

piştî vêjî bêhna tarza vê komê çem û çem çû, hîn tu kom û tu kes dewsa vê komê negirtin, gelek li ber vê komê dikevim mixabin..

tê bîra min ku dema ku ev kom populer bû, kombers û înternet û mp3 belav nebûbû hîn teyb û band hebû û li amedê di hemû teybên arabeyan de banda vê komê hebûn..







28.02.2015 15:48 | ferhenga şikestî

3. yek ji strana wan a herî xweş (bnr: baran baran e)



Baran baran e, nim nim termî kird

Lence û lareket le dîn dermî kird



Erê, oh Leyla, Leyla bawanim

Wexte le dûrît kwêr bê çawanim



Qesem bew mangey wa rengî zerd e

Dûrî to bo min her ax û derd e



Etirsim bimrim lem dûr welat e

Dil pirr le keyl û of û awat e







09.03.2015 02:13 | xendekî

5. Ev strana wê pir ne navdare lê mala kom muzîk ê ava be stran bi zindî pêşkêşî me kir:




Û ev jî gotinê stranê:



DERYAYEK KÛR

Ne dûrbûna deryayên kûr ezbenî
Ne asîmanên serbilind ezbenî
Wek çemekî bêserî
Wek dilekî bêderî
Wiha têm ez

Ne raweste ne li benda xwe bimîne
Hem bibare hem ji baranê nemîne
Wek çemekî bêserî
Wek dilekî bêderî
Wiha werin

Ger bêjim ez her dem navê wê yarê
Ger bêjim ez her dem çavê (dilê) wê yarê
Wek çemekî bêserî
Wek dilekî bêderî
Wiha têm ez



15.01.2020 23:33 ~23:32 | rizgarm

6. di wan salên koman de koma herî serkeftî ye bi ya min. Bû efsaneyek ji bo me. endamek yê komê dr. Ahmet Kaya berîya du rojan li ser instagramê mêvanê weşana zindî ya kovara ziryabê bû. çawa min dît ez çav bihêsir bûm. xwezika wan rojan...



13.04.2020 22:18 | soryazyus

7. (bnr: telli)




(bnr: hawer le)




08.05.2020 17:58 | fîriko lao

8. Komekî pir serkeftî bû. Ez naxwazim zêde tişta bêjim. Hatim lînkeke berdim û herim stranên wan guhdar bikim. Ew belgefîlma koma amed e, hûn temaşe nekin nabe. Dubare dikim, tamaşe bikin!
Here lînkê
Jêrnivîs:di mijara abdulmelîk şêxbekir de tirşikvanekî îro parvekiriye. Ji bo peyamê hûn dikarin bitikînin abdulmelîk şêxbekir/123557.



17.05.2020 01:42 ~01:54 | master kurd

9. koma amed li zarokati ya min de ji pir xweş bü aniha ji pir xweş e heke ku behnamin teng dibe ez govende van vedikim bu tamaşe dikim



18.05.2020 01:44 | hevi13

10. Komek di dîrokê de cihê xwe girtiye. wan rojan di youtubê de tiliyên min ser tîpên koma Amedê de diçin û tên.. Mirov ji deng û awaza wan têr nabe.



28.08.2020 18:21 ~2020.08.29 17:49 | kajav

11. Di germahiya rojên havîna Amedê de albûma wan a efsane "dergûş" ku wê çaxê li her derê lê dixist, 1998, bi stranên xwe yên ku mirov dibêje qey her yek ji binê erdê derxistine, hişê min de bicîh bû. Stranên vê albûmê ji bîr nabe.

Wê çaxê me ji wî bajarê qedîm re digot diyarbekir. Sedamê topa-wî-ya-meşûr-li-xwe-keto û tirsa bombeyên wî yên kîmyewî 5-6 sal paş de mabûn, zimanê kurdî hebkî serbestî dîtibû, fîsqaya xera nekiribûn.



04.06.2023 04:28 ~2023.06.05 23:19 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» koma dengê azadî
» amedspor vs bursaspor

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî