1. tvyek din ya başûr e. kîjan satalaytê de weşanê dike û weşanê wê çawa nizanim. haya min jî îro pê çêbû. |
|
10.09.2014 20:19 |
simurg56
|
2. kanaleka başûrê kurdistanê ye, ez ne xelet bim xwediyê kanalê waliyê berê yê dihokê ye, li tirkiye û li bakurê kurdistanê jî amed, wan, enqere û stembol tê de çar ofîsên kanalê hene.. darî tvyê nakim, ji ber wê nikarm tiştekî derheqê kalîteya weşanên wê de binivîsim, hevalekê min li ofîsa wê ya li amede de dişixule, wekê pirraniya karûbarên li başûrê kurdistanê tên kirin di dan û belavkirina kar û berpirsiyariyên vê kanalê de jî ne li liyaqat û ehliyet û kalîfiyebûnê belê li têkiliyên nas û dost û hevalan dinêrin.. duh li ser youtubê liqayî çend qeydên bernameyeke bi navê the artist ku li ser waar tvyê tên weşandin hatim.. kalîteya weşanê, şert û mercên stûdyoyê baş bûn lê konsepta bernameyê bi Kêrî seriyek pîvaz nedihat, ji xwe ji sê çar deqîqeyan zêdetir min nekarî xwe lê ragirim.. rûpela wê ya li ser wîkîpedyayê; Here lînkê (heta niha tenê opsiyona soranî û îngîlizî heye, û derheqê kanalê de zêde zanyarî nehatine dayîn..) |
|
10.09.2014 20:32 ~2016.12.10 22:50 |
endazer
|
3. bi navê civat bernameyeka dengbêjiyê li ser vê kanalê tê weşandin, yekî bi navê kamîran hirorî pêşkêş dike, li ser înternetê min berê xwe da du beşên ji vê bernameyê û gelekî kêfa min jê re hat, bi pirranî bi devoka behdînî tê axaftin û tişta min fêhmkirî zorbeya temşevanên kanalê jî ji devera hekarî û behdînanê ne.. |
|
08.08.2015 22:38 |
endazer
|
4. Tevlî lîsteya qenalên turksat ê bûye. |
|
02.01.2016 12:09 ~12:13 |
mîr
|
5. Qenaleke kurdistana başur a ku li ser turksatê weşanê dike. Ji vê qenalê rêzefilmeke tirkan "şerê gulan" tê weşandin ku diya min carna guhdarî dike. Weke li jor jî hatî gotin bêtir bahdînî tê bikar anîn. |
|
10.12.2016 22:06 |
azadixwaz
|
6. televîzyona ku reklamên herî serkeftî yên kurdî, diweşîne. piraniya reklamên wan xweş in. bi taybetî ya sleppyê. lê mixabin piranî markayên tirkan in. |
|
29.03.2017 20:14 |
simurg56
|
7. bandora tv yan ji bo pêşveçûyînê pir girîng in. divê xebatên wilo zêde bibin. |
|
30.03.2017 12:58 |
şêrwî
|
8. her çiqas kêfa min ji bernameyên vê kanalê tête jî nikarim heman tişt ji bo nivîsandina wan bibêjim. çima kêmneteweperestiya* kêmneteweperestiyê* ya kêmneteweperestiyê* dikin min fêm nekir. lê serkeftin ji wan re, ha wilo ha wisa ya wanî nebû welê. |
|
25.08.2017 12:39 |
biruya hayao miyazaki
|
9. (bnr: waa tv) |
|
25.08.2017 13:58 |
xwelî li ser
|
11. bûye lûsê min ê nû ku çav û guh lê venişîne. xwezî tvyên stêrk û ronahî jî bernameyên awiha çêkirana ji bo xwîşk û biradarên rojavaya welêt. |
|
19.01.2021 16:07 |
ezcan
|
12. Qenala televîzyonê ye ku va ew çend roj in min xwe da ye nav de. Têde wenda bûm bi telaq. Hele bernameya mehdî mutluye. Xwedayo ew çito xweş e. |
|
20.01.2021 00:22 ~00:21 |
master kurd
|
13. bernama ji bo min taybet ya "ez dizanim" |
|
20.01.2021 14:29 |
yaqûp
|
14. roja îroyîn de têt dîtin ku li warê kurdewarî de tu sazîyêk,komeleyêk,partîyek wek van camêran xizmeta gelê xwe nake. bi bernameyên xwe yên cûda,alîkarîyên didin gel,belgefîlmên bi wate Bêl Bêlava - Gundê Xendekê vîdyoyê veke Rêber - Deşnê Murad vîdyoyê veke Gulzar - Feqîyê Teyran 1 vîdyoyê veke |
|
01.05.2021 21:24 |
golikvan
|
15. kanala ku van rojan xebatên baş dike. him li youtubeê him jî li twitterê dişopînim. bila berdewam bin. |
|
01.05.2021 21:29 |
xelîl
|
16. kanalake gellekî serkeftî ye, li başûr weşanê dike. naveroka bernameyên wan dûrî siyaset û îdeolojiyên bêkêr in, piraniya wan kêfa mêriv tînin an mêriv hînê tiştekê dikin. zû de ye di medyaya kurdî de, di vî warî de kêmasiyek hebû. ji loma pê kêfxweş im. û tişta wê ya baş ya din jî ev e ku ferq û cudatiyekê nakin navbera hunermend û navdarên kurd. di bernameyên çê dikin de hema bêje tevan dihewînin, dikin mêvan. |
|
01.05.2021 23:54 |
xeyda
|
17. min nedizanî mehdî û şagirdên wî ewqas şelaf in, baskê waar tvyê ya kurmancî yek be jî nûçe û bername neweşandiye li ser êrîşên tirkan a dijî rojava. |
|
06.10.2023 20:48 ~20:49 |
asîmanê sêwî
|
18. Qenala ku li tora civakî, ser bûyerên dawî de vîdeokî watedar parvekirî ye: |
|
09.10.2023 17:49 |
pêşewa
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |
|
seyda perinçek [1] |