Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
helbest - tirşik
helbest
(4) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. şiir karê peyvên tîr di ta rakirin û wan weke morikan di benikê ristan de rêzkirin...



17.07.2013 12:54 | cirano

2. yek ji hunerên herî kevn a mirovahiyê ye.

ellias canetti di pirtûka xwe ya bi navê girse û desthilatdariyê de îddîa dike ku helbest di nava komûnên ewil ên mirovan de ji aliyê rêvebirên olî ve di civatên olî de dihatin bikaranîn da ku girse karibe bi awayek hêsantir xwe bixe bin têsîra şamanê û kirinên wê yên mîstîk.

Di jîyana komûnal de , helbet bêriya afirandina nivîsê, ji ber ku ezberkirin û bîranîna helbestan hêsantir bû, wek amûrê dîrokgotinê jî dihate bikaranîn.



17.07.2013 13:04 | filankes

3. http://ku.wikipedia.org/wiki/Farq%C3%AEn#Just.C3.AEniyanpol.C3.AEs(stûr: )



21.08.2013 16:17 | ahmet_amed

4. barîna hestan e...



09.09.2013 01:36 | welat colemêrgî

5. hilbêrîna evîn , kul û derdan e



09.09.2013 21:52 | teyoyê pîvazî

6. kêr e! ku ev kêr di dilê kî/ê re here wê ew kes her û her birîndar be. mirov dikarin ruhê xwe yê genî û gemar bi ava helbestê bişûn, lê hay jê hebin tekstên hinekan ne ava helbestê lê bes avika helbestê ye. tu eleqeya wî bi îlhamê re tune ye; jiyan û xebateke pirr zehmet dixwaze. helbest hişî azad dike, mirov di helbestê de ji tixûbên mêjî rizgar dibe.



14.10.2013 20:31 | zero

7. helbest li cem me kurdan berê tenê cegerxwîn bû...



niha maşele maşele bûye rênas, bûye îrfan, bûye kawa û her dibe dibe dibe...



dê bibe, dê bibe kurdistan jî sibe, dê bibe.



15.10.2013 00:23 | dîno

8. bersiva evîN a min e



06.11.2013 13:50 | nanxwarê cilqetên

9. Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, deng û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye. Bi cureyeke din helbest şêweyek vegotina wêjeyî ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahangdar tê hûnandin. Lê dîsa jî tarîfeka ku herkes li ser ittîfak bike tune ye.

Helbesta ewil ya bi kurdî Boraboz nivîsandî ye.



04.04.2014 19:08 | mam selam

10. helbest şêrko bêkes'e şêrko bêkes helbest'e.



05.04.2014 19:44 | hogırekoseri

11. '' ji avê naziktir keça xweşik e/ji keça xweşik naziktir helbest e/ ''şêrko bêkes



10.09.2014 20:39 | serpale

12. mixabin îro di nav evqas teknolojiyê de, helbest balkêşiya xwe wenda dike. helbesta baş peyda jî bibe, ew rûhê ku tamê ji xwendina helbestê dibîne, hêdî hêdî vedimire. mebest ne tenê helbesta kurdî ye. wekî nimune, nifşên berê li rûsyayê helbestên puşkîn û lermontov jiberdikirin, nifşê nû naxwînin, hinek jê navê lermontov jî nas nakin. pirtûkxaneyên mezin jî dibêjin ku van salên dawiyê pirtûkên helbestan yê herî kêm tên xwendin. ango êdî helbest li her derê kêm tê xwendin. lê heger mirov bi taybetî behsa helbesta kurdî bike, ew tehmeke cuda ye û êşa wê guhertî ye.



19.03.2015 20:48 ~20:48 | remlavêj

13. karê herî zor û hewceyê hostatiyê ya wêjeyê ye mixabin ya herî zêde tê kirin e.



herkesê ku fêrî nivîsandina kurdî dibe ji nişka ve dibe helbestvan.



27.03.2015 18:47 | bijêrvan

14. Stêrkê li ezmana de şevê tarî
Ez seyîr dikim di vê rojê de
Te dibînim û destê min nagê te
Ne xema te yî digrim ji bo te



22.03.2020 00:49 | dilreş

15. Te hêviya min êşa canê min bûyî

ez heliya mi ji ber kerba te yî

Nikarim herim hêsîrim li vira

Welat dûr ketî me jî ji bo te yî


Welatê xerîbîyê zindan bûyî

Ez perîşanim ne xema te yî

Bêkes û bê war mam e li van dera

Ji te dûr ketî me jî ji bo te yî



05.09.2021 19:25 | dilreş

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên yildiz çakar

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî