1. navê malpera yekemîn ya kurdî ya him di formata ferhengê de ye him jî herkes dikare tê de parvekirinê bike. tirsik.net |
|
2013.05.29-16:33 |
simurg56
![]() |
2. navê vê malperê ya duwateyî. malper ji ber ku ne li ser mijarekê ye û ji hemû mijaran re vekiriye, mîna tirşikekê ye. ya duyemîn jî, weke herkes dizane emînaka vê malperê ekşi sözlük e. mebesta "ekşi"bûna ekşi sözlükê jî ew e ku tê de ne her tim tiştên şêrîn tên nivîsandin, lê belê tê de tiştên tehl û tirş jî hene. dema mirov ferhengeke mîna ekşi sözlük'ê dibîne bi tirkî jê re dibêje "ekşi sözlük gibi", "ekşimvarî" an jî "ekşimsi" gelo me kurdî bigota me wê negota "mîna tirşê" "tirşokî, tirşonekî, tirşkole" an jî bi gotina me ya duwateyê "tirş-ik" |
|
2013.06.05-12:23 |
simurg56
![]() |
3. ferhengeke bi kurdî. |
|
2013.07.16-23:54 |
mefer
![]() |
4. ferhenga ku her ku diçe endam û popularîteya wî zedetir dibe, nivîsên tê de û tama wê xweştir dibe ye . aşpêjên baş tevlî me dibe .. |
|
2013.07.17-00:41 |
brusk56
![]() |
5. ji zimanê kurdî re bûye dijmin: |
|
2013.07.17-02:29 |
sîsîfos
![]() |
6. ji bo kurmanciyê ya rastî malperek wîha lazim bû. lewre di tirki de ferhengên ekşî, îtû, ûlûdax û hwd. herçiqas ran bûne jî, lê dîsa jî di medyayê de cihekî taybet digirin. wek mînak, dema mirov ji bo wetaya peyvekî lê dinêre, dibîne ku herkes tiştek nivîsiye. hingê, ya rastî mirov baş fêm dike ku ev wateya vê peyvê çiye. tebî, ji bilî wan ji bo tiştên rojane, bûyerên girîng jî gelek kêr tê. lê bi min ji her tiştî girîngtir eve ku divê her nivîskar beriya her tiştê peyvên herêmî binivîsin, rave bikin û herwiha gotinên pêşiyan û biwêjan jî... |
|
2013.07.19-03:31 |
kelemejû
![]() |
7. ya ku roj bi roj li xwe zêde dike ye.. lê hê jî gelek av û xwê divê ye ji bo vî hevîrê çirr ê ku dema ku bipije wê zarokên kurdistanê jê bixwin.. |
|
2013.07.19-03:45 |
endazer
![]() |
8. ya ku niviskarên wê yên pêşane ji xeynî wî nebe jî hema bêje ji sedî 30-40 siyaseta rojane ya kurdan bêhtir tû tiştek nanivîsin. Dibe ku ev malper jî berhemek jirêze ya propagandaya siyaseta azadiya gelê kurd a bidilêxwetî be. Çima nabe? Dibe helbet, dibe lê jiyan tenê ji siyasetê pêk nayê û ji siyasetê pirtir rêzdarî û balê heq dike...Helbestvan, nivîskar, rojanmevan, feylezof, rewşenbîr û zanyarên ne tenê ji kurdistanê lê ji her derê cîhanê û berhemên wan, hemu mijar, derd û problemên rojane, mirov, xweza, raman, hest, hez, û hwd. pirtir heq dikin bibin mijarên vê tirşika rengîn... |
|
2013.07.24-04:21 |
tîrbaran
![]() |
9. ya ku nivîskarên wê tê de çi binivîsin wê dide xwendevanên xwe.. |
|
2013.07.24-04:24 |
endazer
![]() |
10. ferhengek înteraktîf e ku heta niha 222 nivîskaran xwe tê de qeyd kirine lê tenê bi qasê 10-15 ji wan dinivîsin û ew jî bi qasê ji wan tê li ser her tiştî dinivîsin. lê mixabin bi parvekirina 10-15 kesan tirşik zêde zêde tevlîhev nabe û loma tâhm-sar dibe. |
|
2013.07.24-06:26 |
simurg56
![]() |
12. anaka pır havce tu ne beji ji peşterojede inşallah serbikeve. hun ji entelektüela gele me bibin. |
|
2013.08.22-20:06 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
13. malpera kurdan a guftegû kirinê ye... ji bo temendirej bibe dive xwe le hemû partiyên polîtîk mesafe bigire... yan wisa nebe ev Ê WENDA BİBE |
|
2013.08.31-09:47 ~2017.12.21 18:53]|
cinorek
![]() |
14. teralî û serseriya kurdan daye berçav.500 nivîskar hene hema 100 hebî wî rojê du peyaman bişinin ew jî kare.lê nizam ji kertî nizam ji zikreşî çima vê yekê nakin.gelo dibên tirşikê de keç tûne ji bo wê,pere dixwazin dewa çi dikin ez ji nizanim. |
|
2013.08.31-13:06 |
tivirloismail
![]() |
15. malpera ku nivîskarê me @azadixwaz peyameke xwe de gotibû, piraniya nivîskarên wê ne nivîskar lê eslê xwe de nivîsbar in. ji ber ku nivîs ji wan re bar e * nivîskarên nanivîsin/1377 |
|
2013.08.31-13:27 |
simurg56
![]() |
16. bi keda deh panzdeh kesan va, êva diçe. divê wiha nebe.efendi bin ji xwe re zîrek bin ulen. |
|
2013.08.31-23:28 |
tivirloismail
![]() |
17. taybetiya wê ya herî mezin ew e ku ji her fikrî re vekirî ye. |
|
2013.08.31-23:31 |
simurg56
![]() |
20. peyv bi peyv berev tirşikistanê ve diçe.. xwudê xêr bike rebbî! |
|
2013.09.05-02:02 |
endazer
![]() |
21. pêşniyara butonên zazakî di cî de ye, lê ka em binirên ka guncan e. |
|
2013.09.05-08:10 |
simurg56
![]() |
22. ferhenga ku heçÎ nivîskarê tê li gorî bawerî û îdeolojiya xwe dibêje bila ev der nebe ekşisözlük û incisözlük yê dî dibêje bila ev der nebe nefel û nasname û yê dî tê dibêje bila nebe anf û azadiya welat.. ê nexwe bila bibe çi mîratê.. tirşik kaniya agahiyan e heçiyê dixwaze û dilxwaz e dikare ava xwe lê zêde bike û jê vexwe.. tekane şert û mercên ku tirşik li ber nivîskarên xwe datîne ku dikare wek sansûr jî bê dîtin ew e ku di tirşikê de nivîskar navê nivîskarên din ên tirşikê hilnedin û rasterê û rasterast çêr û dijÛn û heqaretan ji hev re nedin.. erê xalxulam û mambenînoo.. |
|
2013.09.09-22:58 |
endazer
![]() |
23. (bnr: herşey çok güzel olacak) |
|
2013.09.16-12:32 |
cinorek
![]() |
24. navê Wê PIR "TIRŞ" E; Lê TAHMA Wê PIR "ŞêRîN" E. |
|
2013.10.30-20:42 |
derûnnaso
![]() |
25. îro min dît û te de pir wext derbas dikim.Ev pir wextderbaskirina min a di vir de an ji bo kel û cana roja peşîn a.an serê min bixwe .çawa. ku ez wisa zêde wext di vir de bela mela bikim ez ê ji dersê xwe bimenim û belkî polê bimînim û salekê dûbare bikim.û ji bo tolhildanê ez ê çim kerekê bin zike damezrenerê malperê bixim. gelo ez nemafdar im? ka bibejin. |
|
2013.11.03-17:01 |
diljan
![]() |
26. ferhenga ku hinek tirşikvanan ji roja ewil êxistiye nav fikaran. |
|
2013.11.03-17:07 |
simurg56
![]() |
27. malpera ku li gorî amar û statîstîkên sosyalmedyahaber.comê di nav 29 ferhengên înteraktîv de bi di mehekî de 3067 peyaman ve di rêza 17. de cihê xwe girtiye.. ev yek ji bo tirşika ku hîn çarlepka diçe qezenc û destkeftineke têra xwe baş e.. bi qewlê ocalan gelîştîrîlmelî! http://www.sosyalmedyahaber.com/2013/11/01/interaktif-sozlukler-ekim-2013-siralamasi/ |
|
2013.11.24-01:43 |
endazer
![]() |
28. li gorÎ wan statÎskana; ferhenga me ketÎye davÎya laz sözlükÊ. |
|
2013.11.24-16:24 |
cinorek
![]() |
29. ferhenga ku roj bi roj kêm dike û ji hal dikeve.. divê roj berî rojeka din kampanyayek mezin ya piralî ji bo peydakirina nivîskarên nû û ji bo çalaktirkirina ferhengê were lidarxistin.. an na qedera tirşikê jî wê bi ser qedera bijwen û ferhengamedê de here.. |
|
2013.11.27-20:37 |
endazer
![]() |
30. van rojan yek li jêr yek li jor e. |
|
2013.11.27-21:25 |
simurg56
![]() |
31. ev ferhenga ku min îro nas kir, hema tevlî bûm, û bawerim ku ji 'ferhengatirş' a tirkan hatiye wergerandin e. |
|
2013.11.28-00:50 |
ozmoz
![]() |
32. ya ku nîşanî min daye ku gelek peyv û bêjeyên ku min digot qey tenê li mala me, ew jî nebe tenê li gundê me tê bikaranîn; ji aliyê gelek kesên din ve tê bikaranîn. |
|
2013.12.07-18:34 |
simurg56
![]() |
33. Ferhenga ku min piştî demeke dirêj serîk lê kiriye ye. Min çawa hîştibû hema dikarim bêjim wisa jî maye, lê gelek tişt jî lê hatine zêde kirin. |
|
2013.12.07-20:49 |
bazirgan
![]() |
34. Xuya ye ku wê bibe yekemîn navenda rexneyên bêîmanî ya kurdistanê |
|
2013.12.14-11:45 |
ceso
![]() |
35. tekane malpera kurdî ku mirov dikare tê de behsa her tiştî bike.. |
|
2013.12.19-19:29 |
endazer
![]() |
36. malpera ku van rojan peyamên li ser têkiliyên zayendî* ecêb zêde bûne. |
|
2013.12.19-19:57 |
simurg56
![]() |
37. ji ber ku bi temamÎ kurdÎ ye, qala her çi dibe bila bibe xweş e. |
|
2013.12.19-20:20 |
cinorek
![]() |
38. ji ber ge kûrdîye ji pirê tişta şêrintire |
|
2013.12.19-20:24 |
gokerr
![]() |
39. mesuliyetek û wezîfeyek dîrokî u girnîg e ji bo zimanê Kurdî.. |
|
2013.12.30-08:43 |
şehrinuhsinemaakademisi
![]() |
40. vê êvarî kirim û nekirim, tirşik.netê nehat Vebûn. EZ DIBÊJIM QEY VÊ PIRSGIRÊKA TENÊ MIN DÎT Û DIBE KU JI BER SERSALÎ NEHAT VÊBÛN. |
|
2013.12.31-22:47 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
41. malpera ku vegeriya weşanê. |
|
2014.01.01-00:27 |
simurg56
![]() |
42. (bnr: malperên ku weşanê dikin) |
|
2014.01.01-00:31 |
dijber
![]() |
43. ferhengekê wisa ye ku tû wê ji bîr dikî ew te ji bîr nake. |
|
2014.01.05-21:25 |
ruhavi
![]() |
44. ev e di roj e înterneta min nîne û ji ber wê ez carna bi telefonê dikevim tirşikê.Ev e di roj e belkî mîn 10-12 peyam nivîsandibin lê mixabin tene 2-3 peyam hatin weşandin. dema mirov bi rêya telefonê peyaman dinivîsê peyam wenda dibin, nayên weşandin. Min ev peyam nivîsi lê dema ez bişkoka 'bişîne' bi tikênim nizanim ka wê werê weşandin an na.. |
|
2014.01.05-21:53 |
nan û av
![]() |
45. malpera ku di van rojan de bêcoş û peroş e. li bendê bin di vî çend rojê de em ê bi hev bikevin. |
|
2014.01.09-03:12 |
ceso
![]() |
46. xemcivîn û xemrevîna kurdên ku zimanê xwe li xwe kirine bela.. |
|
2014.01.16-20:55 |
endazer
![]() |
47. eynika civaka kurdan e. |
|
2014.02.07-02:59 |
endazer
![]() |
48. nifşên tirşikê derxistiye holê. |
|
2014.02.08-14:21 |
simurg56
![]() |
49. serkeftin ji bo we hewalno. |
|
2014.02.16-12:23 |
bavebahoz
![]() |
50. Ez nû dikevim nava dilê tirşikê. Ez ê hê pir li nava dilê tirşikê bigerim ka çi di navê de heye. |
|
2014.02.17-21:06 |
seydayê teyran
![]() |
51. bi qasê dixweye îşev gelek nivîskarên nû lê zêde bûne.. |
|
2014.02.18-23:33 |
endazer
![]() |
52. GELEK SPAS JI we RA. JI BER Vé YEKé KU we SITE KI AVA VEKIRIYE. |
|
2014.02.18-23:55 |
cendhalus
![]() |
55. Slav û Rêz hevalen tirşikçî ez jî tevlî nava we bûm. |
|
2014.02.22-23:12 |
sılêmanê eyşo
![]() |
56. çend kêmasiyên wê yên ku ev çi qas e ha hel bûn ha wê hel bibin.. |
|
2014.02.23-18:19 |
endazer
![]() |
57. malpereke ku reklamên xelkê dike ye. wêne: http://i.hizliresim.com/wbpaP0.png |
|
2014.02.25-15:10 |
mergehez
![]() |
58. bêreklam e. belkî pê$erojê de reklam bistîne lê aniha bêreklam e. kesên ku rastî reklamên popup yên li jor hatiye behskirin, hatine, divê komputera xwe ji bo vîrûsan kontrol bikin. |
|
2014.02.25-16:07 |
simurg56
![]() |
59. MALPEREKE BÊ REKLAM E. KESÊN KU REKLAMAN DİBÎNİN, PÊVEKEKE Bİ VÎROS Bİ LÊGEROKA (BROWSER) WAN ZELİQİYE. YA BAŞ BİLA Bİ combofİx'Ê KOMPUTERA XWE Jİ MALWARE Û TROJENAN PAQİJ BİKİN. |
|
2014.02.25-16:24 |
oxir
![]() |
60. reklama vîral ya eksisozluk.com ê ye! |
|
2014.03.01-22:14 |
endazer
![]() |
61. min vê berdestê sibê di xewna xwe de dît.. |
|
2014.03.02-16:48 |
endazer
![]() |
62. malpera ku ji mobaylê dikim nakim nikarim têkevimê. li opera û opera mînîyê lîsteya sernivîsan dernayê. min îro uc browser mînîyê li telefona xwe bar kir. vê carê jî sernivîs dertên lê belê naveroka sernivîsa dernayê. |
|
2014.03.02-19:22 |
oxir
![]() |
63. malpera ku dema di opera mini yê de bi "tek sutun görünümü" bê vekirin, gelek xweşik dikare bê bikaranîn. ez bi xwe bi vî awayî bikartînim û dikarim têkevim, peyaman jî binivîsim. lê elbet versiyonek mobile hebûya wê baştir bûbûya . |
|
2014.03.02-19:34 |
brusk56
![]() |
64. ferhenga ku her ku diçe geçtir dibe. |
|
2014.03.08-09:09 |
brusk56
![]() |
65. saya wê îro min xewna xwe bi kurmancî dÎt. kurdÎya meriv zehf pÊjde dixe. |
|
2014.03.08-17:53 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
66. hafiza ye kurdÎye. tu tişt jÊ da hinda nabin. |
|
2014.03.10-21:36 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
67. Ê ku alakeyÊnvan ferhenga ÎnteraktÎf tune, belkÎ nizanin girÎngÎya tirsik.net'Ê. ferhenga ÎnteraktÎf ji bo pÊjde xistÎna zimanÊ zahf girÎnge. hama twÎta demirtaş retweet nekin, hama hun di twitterÊ welat rizgar nekin. werin wira zimanÊ xwe xilasbikin u serbixin. hinkÎ ji bo zimanÊ xwe serÊ xwe biÊşÎnin. bÊjin wiya çava dibu? wiya çava dihat nivÎsandin? ezÊ wÊ mijarÊ çawa vekim? xu bidin zorÊ. |
|
2014.03.12-17:50 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
68. ferhenga ku her roj yekî dibêje ez êdî lê nanivîsim , nizanim kî çi ji min re got. |
|
2014.03.17-00:03 |
brusk56
![]() |
69. ferhenga ku bûye wek leystika zarokan. xeyidîm nalîzim * |
|
2014.03.17-00:11 |
oxir
![]() |
70. hingî ku her roj yek dibêje ez lê nanivîsim jî, xurttir dibe. |
|
2014.03.17-00:18 |
azadixwaz
![]() |
71. ferhenga ku bi îsTîkrar di rêya xwe de dimeşe... |
|
2014.04.05-01:00 |
ceso
![]() |
72. malpera ku hêdî armancên xwe tîne cih. (bnr: armancên tirsik.netê) |
|
2014.04.20-00:33 |
simurg56
![]() |
73. malpera ku pir kêfa min anîtiye.. malperek wisa di hişê min de hebû lê hê min nizanîbû çêkirina malperan, way xêrxwazekî berî min çêkiriye. hêvî dikim ku kêrî kurdan bê.. neyse serkeftin ji wê re |
|
2014.04.20-10:19 |
mergehez
![]() |
75. ferhenga ku li ba gelek kesan hişmendiya zimên afirandiye. |
|
2014.05.08-02:39 |
brusk56
![]() |
76. malpera ku lê tirşik peyda dibe ye. kengê dilê we bixwaze: şert û mercên we çibe, saet çend be bila bibe hûn li ku derêbin jî bi saya tirşik.net ê hûn dikarin tirşikeke germ û xweş peyda bikin |
|
2014.05.13-21:26 |
renas
![]() |
77. Heke, nivîskar û moderatorên vî platformê, armancê ewilê xwe nexin mijarên siyaset , bawer dikim, mirovên xweyî her fikr û raman tê li vir. |
|
2014.05.21-11:10 |
mîr
![]() |
78. malpera ku, ev çend roje haya min jê tuneye. di alîyê bê îtîbarkirina pkkê, berê ecemî bû. lê weke îro min dît, edî bûye hostad. endazerê serokê me êdî bûye pispor û asta genîbûna devê xwe bilind kiriye. cinorekê hevalê min edî bûye.... na welle, ji bo cinorek tiştekî nabêjim. min sond xwariye ku ez ji wî re dengê xwe dernaxim. eger ez tiştekî bêjim, yê aciz be, bixeyide û biçe. |
|
2014.05.22-20:34 |
nazim tolhildan
![]() |
79. îro qederekî ketibû di çalakiya derebedanînê de.. |
|
2014.05.30-21:19 |
endazer
![]() |
80. xwezî bergeha tirşik.netê "antik" ba û bişkokên favorî, îstatiStîk û helbet kul û derd jÎ HEBA. dîsa jî kêfa me jê tê. |
|
2014.05.31-20:35 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
81. nivîsandina vê sîte yê ji bo yî gel biçûçik lê ji bo yî mi tişteki gelek mazin e.ji ber ku gramer û nivîsandina mi ne baş e.hun dikarin bibejin karê te vede çi ye? ji bona ku ez hînî kurdî bibim mi ji vêde dest pê kir. |
|
2014.05.31-21:02 |
radîşo
![]() |
82. ji bo tirka sedema acizî û ji ber acizê kutana hev û din e. |
|
2014.05.31-22:19 |
simurg56
![]() |
83. ferhenga ku êdî kesê peyam nenivîsandî nikare bibe nivîskar. |
|
2014.06.04-00:26 |
brusk56
![]() |
84. mîratê tu îstîqrar (ji qerreya erebî tê) di nav nivîskarên wê de nîne.. heçÎ tê ji kêf û hewesa dilê xwe re qasekî ditirşikîne û lê dide diçe.. tenê nivîskarên berê ku demekî têra xwe aktîv bûn niha di tirşikê de nivîsandibûna tirşik niha di rêzkirina ferhengên înteraktîv de ji kulûba pêncê dernediket.. |
|
2014.06.06-01:09 |
endazer
![]() |
85. dembaş hevalno ezji jıbo alikariyi bıdım tîrşik neti amademe. |
|
2014.06.20-20:44 |
serhadperwer
![]() |
86. ferhenga ku di van pelên dawî de, ji ber niqaşên olî û siyasî, di nav nivîskaran de peyamên nexweş û teqez ne li gor formatê belav bûye. di bin navê nivîskarekê de haqeret kirin bi çi mantiqî tê kirin fêm nakim. |
|
2014.06.25-00:12 |
brusk56
![]() |
87. Ronesansa kurda ye... di nav kurda da çaxekî reş û tarî girtiye, çaxekî çîlspî vekiriye |
|
2014.07.18-23:50 |
mîr
![]() |
88. îro cara yekemin e ku lı ser komputerên nexweşcaneyê ji vedibe. bi xwedê ev gelek baş bû * |
|
2014.07.25-00:51 |
simurg56
![]() |
90. malpera ku ez heroj hima bêje 10-15 caran çav lê digerînim lê bi xwe re nabînim ku rêzek binivisînim. |
|
2014.07.30-00:58 |
ceso
![]() |
91. malperek zoor ciwan e. dizanim ez jî pir nanivîsim lê her roj carekê teqez lê dinêrim .. |
|
2014.07.30-13:07 |
paşê min got what the fuck
![]() |
92. malpereke seksî ye. |
|
2014.07.30-15:36 |
gernasnenas
![]() |
93. vi malperÊ da dibejin keç bi xwe teklifÊ dikin. |
|
2014.07.30-15:45 |
mala te ava
![]() |
94. kareki pir zor û zehmet dike. em nikarin ekşi sözlük ra bidin ber hev. |
|
2014.08.07-23:53 |
mala te ava
![]() |
95. malpera dev jê bernade heta ku ser bikeve. bila tu kes nemîne hêviya tişteke wisa. |
|
2014.08.08-00:09 |
azadixwaz
![]() |
96. (bnr: berxwedana kurdî) |
|
2014.08.08-01:05 |
brusk56
![]() |
97. malpera ku girtina wê bi tu awayî ne rojevê de ye û tiştek wisa tu car na be jî. li vir nêzikî 50.000 peyamên tirşikvanan heye, em nikarin vî keda mezin bavêjin sergoyê. heye ku popûlerîte kêm bibe an jî zêde bibe. armaca tirşikê tiştên din in jî: (bnr: armancên tirsik.netê) |
|
2014.08.08-10:09 |
simurg56
![]() |
98. Tiştek xweş e. arşîvek e. di salên pêş de wê pir populer be. di serê min de jî hebû tiştekî wisa, lê ka pere? wa ye we vekir. malî ava. |
|
2014.08.08-10:23 |
gernasnenas
![]() |
99. malpera ku hêvî dikim beşdarên wê gav bi gav zidetir bibe |
|
2014.08.08-10:50 |
birazî
![]() |
102. malpera ku her ku diçe baştir dibe. |
|
2014.08.28-00:37 |
paşê min got what the fuck
![]() |
103. ferhenga ku hêvî dikim îro û her rojeka ji îro û şûn de bigihe popûlarîteya xwe berê.. rojane peyamên lê têne nivîsandin bi bin dusedî nekevin, nivîskarên berê ên demekî çalak lê vegerin bi xwe re jî nivîskarinên din ên çalak bînin, kêmasiyên wê yên teknîkî demildest bên çareserkirin û di demeke zûtirîn de jê re versiyoneka mobîl bê çêkirin.. |
|
2014.09.01-16:01 |
endazer
![]() |
105. van rojên ku rojev evqas tije ye, çima evqas bêdeng e nizanim. |
|
2014.10.10-00:05 |
simurg56
![]() |
106. serbilindîyeke kurdî û kurmancîyê ye. wextekî hatibû hişê min jî ku ez dest bi tiştekî awha bi xêr bikim. lê ev tiralbûna min û ev kêrnehatbûna min dîsa bû sedem ji min ra û dîsa min dest neavîte vî şixulê bi xêr. lê rojekê ez bi awakî bê xeber rastê vî tiştê tirş *) hatim. navê wî tirşik bû lê li min gellek û gellek şirîn hat. a di wê demê da min di ber xwe da awha got. belê mixabin û hezar car heyf ku edî ez nebûme admînê * vê tirşikê û edî ez dereng mame û nebûme xayê vê rûmeta gellek mezin. lê dibe ku di vê tiştê tirş da rûmeta xulamtîyê jî bibe para min û ew jî rûmeteke gellek rinde ji bo min. belê ez dereng mabûm lê xortên hêja dest avîtibûn vî karê bi xêr. hêvîya min ewe ku ev admînê bi rûmet dest ji vî şixulê bi kêr nekişîne û nekeve astengeke bêhêvî. |
|
2014.10.10-10:30 |
xulam
![]() |
107. dema derbasî sîstema xwe ya nû bû, wê gelek xweştir be û wê demê wê bi temamî aîdê me be. |
|
2014.10.10-10:39 |
simurg56
![]() |
109. ferhenga bi nûbunên xwe gelekî pêşde çuye lê pêwîstiya wê bi peyamên nivîskarên xwe yên xweşnivîs heye. hevalno vê ferhenga "bexçeya tije şînayî" hun jî bixemlînin; werne sêva... |
|
2014.10.14-23:44 |
azadixwaz
![]() |
110. ya ku 2 sal e di nav bexwedanek e. |
|
2014.10.16-10:10 |
brusk56
![]() |
111. malpera hem ber xwe dide hem jî ber kobanê *. wê pêşiyê kobanê xilas bike* înşileh û dû re jî kurd û kurdî. |
|
2014.10.16-22:54 |
azadixwaz
![]() |
112. malpera ku kurdiya di nava hiş û bîrêt mirovî derdixînît.ew ramanêt binhişêt mirovî tînîte derê.ew kurdiya rojane tête bikarînan dikete kurdiya aqademîk.. |
|
2014.10.17-01:57 |
vêca çiyeeee
![]() |
113. pêwîstiyek e. him jî pêwîstiyek mezin e. |
|
2014.10.21-00:33 |
brusk56
![]() |
115. rûpela ku ez îstatîstîkên wê yê ziman meraq dikim e. |
|
2014.10.26-22:58 |
berxweda
![]() |
116. %100 bi kurdî ye * |
|
2014.10.26-23:28 |
simurg56
![]() |
117. rûpela ku ez îstatîstîkên rûpela wan a facebookê meraq dikim e. |
|
2014.10.26-23:32 |
berxweda
![]() |
118. ferhanga ku pê xema dilê xwe direvînim |
|
2014.11.08-14:34 |
ferhenga şikestî
![]() |
119. http://tirsik.net/ |
|
2014.11.08-16:47 |
mergehez
![]() |
120. li bajarên xerîbiyê bûye sebr û xemrevîna me.me ji xerîbiyê dibet welatê me,gundê me.qey dibêjî em bi hevalên xwe yên li gundê xwe dipeyîvîn. |
|
2014.11.08-17:42 |
vêca çiyeeee
![]() |
121. ferhenga zarê me li me serbest kirî ye. wê li zarokên me jî serbest bike loma wê tu carî neqede, hê kurê min du salî ye kuro! |
|
2014.11.08-18:40 |
azadixwaz
![]() |
123. sîstama nû gelek başe.lê ev buton muton hinek italik u rengin bin xweştir dibe |
|
2014.11.09-20:56 |
tivirloismail
![]() |
124. ferhenga ku divê sepana wê ya mobÎl bê çÊkirin. ji bo vê min got de ka ez ji xwe re çêkirina bernameyên androidê bielimim. lê hê ez çenikekî jî bi pêş ve neketime. hêvî dikim ku ezÊ bi tevahî bielimim û emê sepana tirşikê çêkin û emê bibin dermanê gelek nivîskarên tirşikê.. |
|
2014.11.12-23:17 |
mergehez
![]() |
125. lezizûn cidden |
|
2014.11.20-01:21 |
cinorek
![]() |
126. hello everybody dengê min tê wir? |
|
2014.12.19-04:47 |
yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin
![]() |
127. min nedizanî ev qasî stewr û kordunde ye. ev du rojin ez ê bûyim endam kes tişteki nanivise yê dinivise ji bi xwe le dixe bixwe dibeje û bixwe dilîze min tu gû ji vî îşî fêm nekir. kurd hê nikarin siteyeki înternetê li ser linga bigirin îcar wê dewletê ava bikin??????????? |
|
2014.12.19-23:29 |
yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin
![]() |
129. ji zû de ye wekê îro 10.01.2015 têr mijar û têr peyam nebibû.. bênezer înşelle, aqube'l wê rojê ku mijar û peyamên wê rojê li layê çepê hilneyên.. |
|
2015.01.10-20:28 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
![]() |
130. ferhenga ku vê dawiyê, rojên xwe yên pir bi bereket derbas dike ye. bi ya min ji qelîteya xwe jî li gor berê tiştek winda nekiriye. |
|
2015.01.10-22:59 |
nazim tolhildan
![]() |
131. malpera ku tirşikvanê wê êdî kêm dinivîse ye. xwedê bike ev çîrûsk gurr bibe |
|
2015.02.02-22:42 |
berxweda
![]() |
132. ji îro pêve ez jî tevahîbûm a malper. kanî ji min re bixêr hatin? |
|
2015.03.02-11:48 |
parêzerê nîvçe
![]() |
133. ferhenga ku ez bawer im di sîstema wê de problemeke teknîk heye |
|
2015.03.10-20:00 |
ferhenga şikestî
![]() |
134. ji bo pîvandin û şopandina îstatîstîkên malperê, me dest bi karanîna google analytics kiribû, heye ku ji ber wê hinek ji hêza xwe ketibe. lê me niha rakir, em ê bibînin ka ji ber wê ye an na. |
|
2015.03.10-21:00 |
simurg56
![]() |
135. dema ku pêl li tiştekî dikim ecêbek çêdibe |
|
2015.03.10-21:26 |
ferhenga şikestî
![]() |
137. çend saniye berê zimanê wê guherî lê aniha bû weke berê. çi bû gelo? |
|
2015.04.04-18:23 |
mergehez
![]() |
138. malpera ku bo demekê bû zazakî ye. xwedê zane wê rojanekirina zaravayan jî were * |
|
2015.04.04-18:26 ~20:18]|
berxweda
![]() |
139. ferhenga ku her ku diçe zêdetir hej jê dikim. |
|
2015.04.07-22:40 |
ferhenga şikestî
![]() |
140. malpera ku ev geleke xema tenêtiya min direvîne. min her tim çavên xwe li civatek wisakîno gerandiye hasil min dî û ez bûm endam. |
|
2015.04.09-17:36 |
şêxê bêserî
![]() |
141. bereketa xwedê lê be gelekî çalak bûye |
|
2015.04.09-18:27 |
oxir
![]() |
142. ferhenga ku dema kesên navdar ên kurd navê xwe tê de dibînin gelek pê keyfxweş dibin. heta belkî her roj tên li sernivîsa xwe dinêrin ka tiştek hatiye nivîsandin an na. |
|
2015.04.12-23:25 |
brusk56
![]() |
143. gava ez bikevime mijara tiştê meriv pê ji kena diqelişe yê hop burdayım gelo çima akî bû ez jî nizanim |
|
2015.04.13-00:47 |
xeteraqirêj
![]() |
144. ferhenga rêbera yekemîn seranser bi kurdî. dibêjin ji ber ''ekşi sözlük''ê derxistine û sernivîsê wê gere jiber ferheng û rêberê tirkî vebune nînvin. ez hevî dikim di nizikde navê wê xwe bi guherîne bike shorbe.net |
|
2015.04.13-11:38 |
shorbevan
![]() |
145. malpera ku bûye parçeyek ji jiyana min, yaw ji ber ezmûnan min got ka ez hinekî xwe jê dûr bikim lê na yaw, nabe yaw, bileh nabe. ez herroo dikevimê lê dinêrim, lê pir namînim. weke din gava ez dibêjim ez nekevimê wek din ez çi bikim dinêrim tişteke din nîn e yaw, facebook vala ye yaw, ti keyfa min û enerjiya min ji bo facebookê nemaye, tirşik jî nebe ez dikevim valahiyekî. xwedê simurg56 ji serê me kêm neke û tirşikê ji jiyana me dûr nexe. |
|
2015.04.23-21:15 |
xendekî
![]() |
146. Malpera ku ji ber nivîskarên wê ketine ber bayê heyama ezmûnan, van rojan rewşa wê ya nivîskariyê teq û req e. Ev li alîkî heqqet ferhenga şikestî ka li kur e? |
|
2015.04.24-22:38 |
ceso
![]() |
147. malpera iro min lê nihêrî kû vallaye ez rojek din jî ji bûy xatirê çavê şikestî û reş û belek binivîsînim. |
|
2015.04.25-12:53 |
shorbevan
![]() |
149. ev di hefteyekî de 4 car e, pêl "bişîne" dikim peyamên min a bi dûv û dirêj bi zehmetî dinivîsînim û çend cara kontrol dikim, wenda dibe û hişyariyeke beradayî "tu nikarî vê tiştê bike nizanim çi quzzilqurt" derdikeve û wenda dibe; malper jî min derdixe, divê car din ez têkevim û binivîsînim!! berê vê peyamê hewesa min nemabû lê êdî bes e. ev çi ye derketiye. berê ez çend seata li tirşikê bam jî malper min dernedixist. îcar qey di deh deqayê de derdixe. nuha dîn bûm û dibecim quran billeh. |
|
2015.04.27-00:36 ~00:40]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
150. hişyariya "peyam bi serkeftin hat şandin" jî gelek beradayî ye. piştî pêlkirina bişîne, heg ez herim malperekî din, dema dişîne vê peyamê bi zorê min tîne tirşikê û xwe dide xwendin. |
|
2015.04.27-00:44 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
151. li birû û mijangên hayao miyazakî hatiye xezebê.. ez dibêjim pirsgirêk ne ji sîstemê ye simurg56 li cihekî rûniştî ye hevsarê sîstema tirşikê xistiye destê xwe de ji bo birûya hayao miyazakî dîn û har bibe bi zanebûn sîstemê ji rê derdixe û peyamên hayao naweşÎne.. |
|
2015.04.27-00:49 |
endazer
![]() |
152. divê her nivîskarek bikaribe hilbijêre bê ka heta çi qasî bêyî ku sîstem bi xwe wî ji tirşikê bavêje, dixwaze di tirşikê de bimîne.. |
|
2015.04.27-00:52 |
endazer
![]() |
153. dema çeppik an jî reşşik didim peyameke, malper xwe nû dike û min dibe serê mijarê. çima? her carê bi nû ve çûna ser wê peyamê, min ji çeppik/reşşik danê sar dike. ji ber ku motîvasyona xwendinê xera dike. (ku çeppik/reşşik/ecêb dayîna min, çend qet ji hejmara peyamên min a giştî zêdetir e. ji ber ku xwendina peyamên tirşikvanan, nivîsandinê girîngtir e li ba min.) di bin mijarên kêm-peyam de ev ne pisrsgirêk e lê di mijarên tije peyam de çeppik/reşşik dan nayê kişandin. wele bile nayê kişandin. ha ez qala ew hişyariya ku "te çeppik/reşşik da niza'm çi çi" nakim... |
|
2015.04.27-10:26 ~10:35]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
154. derdik min a din jî ev e: dema peyamekî dirêj dinivîsînim û xelas dikim tê dora dana bnr/vbnr û stûr û lînkê. dema di nav horta peyamê de ez bnr'ek didim, qûtÎKA PEYAM JÎ MİN DİBE SERÊ PEYAMÊ. KA ÎCAR BİBÎNE Te Lİ KU MABÛ. Bİ GELEMPERÎ Dİ NAV PEYAMÊN DİRÊJ DE EV DERD NAYÊ kişandin. ji ber ku qûtîka nivîsandin biçûk e. her carê ji binî heta serî çûn û car din ji serî heta binî çûn... ev peyvên bnr û vbnr'an li nav kaosekî bêwate û beradayî wenda dibin. xwedêyo! |
|
2015.04.27-10:39 ~10:42]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
155. Ev bû nêzî du salane ez dinivîsim û êdî betilîm. Tevlî vê yekê bi rastî hin kar û barên me yê teybet jî hene. Divê ez bi wan re mijul bibim. Ji ber hindê heta demeke dirêj min dil nîne binivîsim. bi xatirê te tirşik. bi xatirê we hevalino |
|
2015.04.27-15:58 |
seydayê_peyvan
![]() |
156. agahî: me kêmasiyan not kir. hevalên me li ser dixebitin |
|
2015.04.27-21:04 |
simurg56
![]() |
157. bela serê xwe û vê malperê disa hat. |
|
2015.05.02-22:56 |
shorbevan
![]() |
159. ev çi qas e êdî ferqa wê û forumekî nemaye mixabin, divê moderasyona tirşikê li gorî rist û rêzikên formata tirşikê hemû ew peyam û mijarên derî formatê jê bibin, û wan nivîskarên ku derî formatê û tiştên tewş û eletewş dinivîsin jî hişyar bikin.. |
|
2015.05.07-00:37 |
endazer
![]() |
161. foruma kû ez niha xweyê wê tehdît dikim ez hêvî dikim ku herfek jî entryê min kêm bibe jê bê birin ger bira di dada dijminê min niyavin em bê bela û kuştin ji hev nafilitin û sond duxum min bîna barudê hildaye ez hetanî mêr ne kujim ez ranavim ji erasa vê malparêû hew. |
|
2015.05.07-12:38 |
shorbevan
![]() |
162. wê sîstema xwe biguhere |
|
2015.05.08-21:34 |
simurg56
![]() |
163. êdî google wê bêtir nas dike* navê mijarê ne anksîyete ye lê anksiyete ye. vol.2: wêneyê nîşande di tirşikê de mijareke weke narkolepsiyê tune ye lê belê di googleyê de weke encam tirşik derdikeve. balkêş:/ edît: wêneya duyem ji ber problemeke teknîkî venabe. hawar simurg. lînka wêneyê: Here lînkê |
|
2015.05.13-23:39 ~23:40]|
mergehez
![]() |
164. nizanim çima lê aniha nikarim mijarên nû vekim. sedem çi ye heval simurg? |
|
2015.05.14-00:22 |
mergehez
![]() |
165. ferhenga înterektîf a kurdî ye ku gelek feydeyên xwe hene. |
|
2015.05.16-02:36 ~04:48]|
endazyar
![]() |
166. Ev Ferheng buye mamosteyé miné Kurdiyé. |
|
2015.05.17-01:15 |
tîrejên rojê
![]() |
167. ferhenga ko bikarinana we besittir biba we bastir biba. |
|
2015.05.17-02:29 |
dastanekkevin
![]() |
168. Ferhenga kurdî ya gelek kêrhatî lê ya bê mobîl. |
|
2015.05.17-15:12 |
ycup
![]() |
169. (bnr: xezeba shorbevan) |
|
2015.05.19-10:55 |
ceso
![]() |
171. xwediyê gelek taybetiyan e ku di ferhengên tirkî de tune ne. weke mînak: |
|
2015.05.19-11:45 |
simurg56
![]() |
172. min nêzikê çar salan ser hev di ekşiyê de nivîsî hêj wan demên ku ekşî ev qasî ne popûler bû û di ekşiyê de wekê niha hejmara nivîskarên kurd ne zêde bû û taliyê ji ber ku min di bersiva xwe ya ji bo peyameka nivîskareke faşîst de nîv rûpel dijûnên kurdÎ û tirkî lev siwar kirin û jê re şandin, hatim avêtim.. axirê çar salan di nav faşîstên ekşiyê de bi qasê van herdu salên min ên li tirşikê di nav kurdên kurdînivîs de ez newestiyam û aciz nebûm, niha ji xwe re dibêjim heft xwezî bi tirkeke faşîst lê ne bi kurdeke fêhmkor û korbawer! |
|
2015.05.26-13:10 |
endazer
![]() |
173. (bnr: here law çavê me bi te nekeve pisê heramo loo) |
|
2015.05.26-19:33 |
shorbevan
![]() |
174. ji ber pirsgirêkek teknîkî, ji bo çend deqeyan weşan raswestiye. lê niha problem çareser bû. |
|
2015.05.26-22:02 |
simurg56
![]() |
175. ew pirsgirêk li ba wejî hebû |
|
2015.05.26-22:16 ~22:19]|
shorbevan
![]() |
176. malpera rêvebirê wê alîgir e lê bi navê malperê alî nagire ye. |
|
2015.05.27-00:08 |
berxweda
![]() |
177. malpara ji ber xebatê hilbijartinê niha kes nemaye lê bi nivîsîne lê emê vegerin hetanî 7 hezîranê nemre ewê qîbal şîn bibin. |
|
2015.05.28-14:50 |
shorbevan
![]() |
178. Malpera dîsa populerîteya xwe winda kirî. De bila her kes ser xwe ve bê malmîratno! |
|
2015.06.12-22:04 |
azadixwaz
![]() |
179. malpara nivîskarê wê tu dibê qey tev bi êşa tûtika ketine hinek jê jixwe mirar bûne û bê telqîn û şûştin çûne yê mane jî gêj gêj digerin. |
|
2015.06.12-22:32 |
shorbevan
![]() |
181. ji aliyê gelekan ve hatiye terikandin. lê di vê pêvajoyê de bê deng û pêjn, kete sê saliya xwe. |
|
2015.06.13-14:09 |
simurg56
![]() |
182. (bnr: ma kî dikare dev ji kezeba xwe berde) |
|
2015.06.13-14:47 |
xendekî
![]() |
183. rewşa wê ne baş e. aniha tenê 11 peyam hene. eyb e şerm e. Divê em jî weke pyd operasyonekê bikin da ku tirşik rizgar û azad bibe.. |
|
2015.06.15-19:00 |
mergehez
![]() |
184. malpara xwedê li nivîskarê wê xistîye maye pêxember. |
|
2015.06.15-19:14 |
shorbevan
![]() |
185. gelek ji te sar bûme lê çi bikim taliya taliyê tu ya me yî |
|
2015.07.05-01:11 ~01:24]|
ferhenga şikestî
![]() |
186. Ne milkê bavê ti kesî ye, milkê kolektîv e. Wek sîstema komûnîzmê. bila kesek xwe neke axê tirşik.net ê. |
|
2015.07.05-20:28 |
hola êzîda
![]() |
187. tapoyê wê li ser navê simurg56ye bi xêr û xweşî ku bimre ewê dewra wê bi qelêbe ser navê min. |
|
2015.07.05-20:35 |
shorbevan
![]() |
188. bîska din li chromeê piştî têketinê ji min re hişyariya "jiborupelemafetetuneye" rê da û min ji malperê derxist. du cara wanî bû. lê firefoxê têketim. xêr e îşale.. |
|
2015.07.27-21:10 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
189. malpera min ji zûde ewqas nivîskar bi hev re tê de nedîtibû. xwedê bereketê têxê * |
|
2015.10.30-00:37 |
berxweda
![]() |
190. ji ber ku behsa xebatên danasînê felan hatiye kirin min xwest bêjim. tirşik ji bo zimanê me bi rastî jî projeyek pir mezin û giring e. ji bo vê projeyê jî bi qasê min dîtî zêde zêde ked hat xerc kirin. ji bo amade kirina pergalê, ji bo danasînê, bi deh hezaran peyam hatiye nivîsandin heta niha. |
|
2015.10.30-01:01 |
paşê min got what the fuck
![]() |
191. (bnr: malperek wisa hebû we çima heta niha nedigot bêwijdanno) * |
|
2015.10.30-01:30 |
obamayê qunreş
![]() |
192. Mala bavê kurdan e. |
|
2015.10.30-13:39 |
endazyar
![]() |
193. min fêm nekir ev çawa malper e?! dema deh kes dikevin, cihda balatayên wê vala dibin, ji eyar de dikeve, ez qanserî kirim üff |
|
2015.11.04-01:21 |
ferhenga şikestî
![]() |
194. Rêjeya peyaman li gorî meh û salan a tirşikê ev in: |
|
2015.11.04-10:25 ~10:43]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
195. ger tiştek neyê serê me, wê tu carî neyê girtin |
|
2015.11.04-21:57 |
simurg56
![]() |
196. malpera ku wê vegere rojên xwe yên berê. heta wê wan rojan jî derbas bike. |
|
2015.11.04-21:59 |
brusk56
![]() |
197. Malpera ku ji bo ez bibim nivîskarê wê pewist e ez 10 peyama binivîsinim. |
|
2015.11.05-01:24 |
metowski
![]() |
198. Cîye ez îro bume endame wî. |
|
2015.11.05-20:27 |
xemgin
![]() |
199. bikarnanîna evê malperê ji xelkê re zehmet tê.. |
|
2015.11.05-22:28 |
ferhenga şikestî
![]() |
200. A ku kar anîna wê ne zêde zehmet le tiraliya kurdan zêde zêde ye loma li wan zehmet e. Ez ji we re wisa bêjim; komeke whatsappê ya mirovên me heye (ya jinan e) hema hema êdî qet tu tiştî nanivîsin, ma çi lazim e, deng rêke, çi bixwazî bêje. |
|
2015.11.05-22:43 |
azadixwaz
![]() |
201. Problemeke girîng heye. Piştî ku mere deng dide peyamekê, êdî nikare denga ku daye biguherîne an jê bibe. Gelek caran min bêhemdî pê li bişkokên dengan kiriye û bi wî hawî maye. Dengê ku tê dayîn nayê vegerandin. |
|
2015.11.10-20:59 |
mergehez
![]() |
202. agahî: mirov dikare çeppik û dengdanên xwe yên din jê bibe. tenê herin panela xwe û ji wir jê bibin * |
|
2015.11.10-22:00 ~22:01]|
simurg56
![]() |
203. min di sala 2007'an de di 17 saliya xwe de dest bi kurmancî kiribû, hê 17 salî bûm, û min di sala 2013'an de dest bi nivîskariya tirşikê kir.. |
|
2015.11.13-19:58 |
ferhenga şikestî
![]() |
204. ez meraq dikim, ger ku êrîşeke sîber li ser vê malperê biqewime, hemî tiştên ku hatine nivîsin, dê ji holê rabe? ango ger problemek biqewime û pergala malperê têk biçe wê çi be? |
|
2015.11.14-17:24 |
ferhenga şikestî
![]() |
205. xwediyê sîstemek resen û bi kurdî ye. |
|
2015.11.14-17:35 |
simurg56
![]() |
206. li tirşikê taybetiya favorîyê heye, lê meriv bi tenê favoriyên xwe dikare bibîne, ger meriv karibûya favoriyên her kesî/ê bibîne dê çêtir û baştir bûya.. |
|
2015.11.15-16:30 |
ferhenga şikestî
![]() |
207. malpera ku ji /1 heta /303 peyamên wê vala ne û peyama firefox/304 ya simurg56 dest pê dike. |
|
2015.11.15-18:29 ~18:29]|
dijber
![]() |
208. Ev çend roj e ku carinan utf8a xwe winda dike. Di telefonê de problem tune ye lê di kombersê de utf8 tune ye. |
|
2015.12.06-22:28 ~22:29]|
mergehez
![]() |
209. agahî: xeletiya ku li jor tê behskirin heye ku ji ber xebatên li ser tirşikê bin. ev nêzikî heftiyeke li ser werger û zimanê tirşikê xebatên kûr tên kirin. |
|
2015.12.06-22:35 |
simurg56
![]() |
210. di ekşiyê de gotineke klîşe heye, her û daîm dibêjin tehma berê ya ekşiyê nemaye falan û bêvan.. |
|
2015.12.27-11:44 |
ferhenga şikestî
![]() |
211. aha min dest bi xebatê kir, ferhenga şikestî. ez ê hema tevgerekê ava bikim û vê pirsgirêkê çareser bikim. hoooooop navê tevgerê (bnr: tevgera ji nû ve vejandina tirşik.net'ê) |
|
2015.12.27-12:42 |
bêhna_piştî_baranê
![]() |
212. malpara ji bû wê ewê rojên reş bidawî bibin.. malpara ne di wê tenêde tehm û xweşî tune, niha şerekî bê mantiq heye.. li ti derê tehm û kêf tune.. |
|
2015.12.27-16:36 |
shorbevan
![]() |
213. ji ber ku gelek kes qiymet û giringiya wê dizene, kengê hejmara peyaman bikeve asta krîtîk, tê û lê dibe xwedî * |
|
2015.12.27-21:41 |
brusk56
![]() |
215. tevî hemî xebatên vê du salan, tevî hemî reklam û helmetan jî, nikare bandora xwe li ser civata kurdan û çapemeniya kurdan deyne.. |
|
2016.01.05-19:21 |
ferhenga şikestî
![]() |
217. min îroj ji 40 bêtir entry nivîsandin di vê ferhengê de, do jî gelek nivîsandin. |
|
2016.01.10-18:38 |
ferhenga şikestî
![]() |
218. malpara ji xwe ji berêde seleve (biborin) ez naxwazim ji rîyê minde bibe sergo.., malpara ger kêmasîyên lênûsê wê shorbevan hebin hûn dikarin gohê wî kaşbikin.. malpara nivîskarê wê yê bi navê serhat avcı gazin û loma dike lê bira bîhna xwe fireh bike neletê li kesê reşşik dide peyamên shorbevan bîne dev ji evê reşşik didin wî berde.. |
|
2016.01.10-19:23 |
shorbevan
![]() |
219. ji azmûnên mezin yên kurdan e. gelo wê kurd bikarin xwe bixwe malpereke înternetê bi rê ve bibin? |
|
2016.01.11-00:07 ~00:13]|
simurg56
![]() |
220. dewleta carna hinek memûrên/ewlekarên wê bê sebeb min binçav dikin dibin asteng.. lê ez jê xweşim û ez kefîlim xwedê jî jê xweşe.. |
|
2016.01.11-00:32 |
shorbevan
![]() |
222. malpara ez lê dibînim hinek reşşika dixwin kêf dikin(bi aqilî) hinek dijûnîya dikin dibêjin gerîzekalî, hinek jî gazina dikin dibêjin bira jimera nebêjin gerîzekalî madem tu mafê xweyî reşşik bikartînê jê bigere bira jiwera bibêjin ehmeq û bêhiş ji xwe hûnê reşşik bidin.. : ) |
|
2016.01.11-17:33 |
shorbevan
![]() |
224. malpara karkerên wê yên reşşik didin madem zanin bi riya reşşikan kes bêrûmet nabe, tişt ji wan kêm jî nabe û dîsa bi ya xwe dikin.. lê yê reşşik dide çi dikebe dest? çima wisa dike? carna ez ji reşşikên ji kêfî tên danê gazin dikim wekî din min hê reşşik nedaye û ez nabêjim hûn jî nedin hetanî ji we tê bidin ka wê çi liwe zêde bibe ji xeynî dilhiştinê.. |
|
2016.01.11-18:08 ~18:14]|
shorbevan
![]() |
225. malpera van rojan xil û xalî ye. |
|
2016.02.10-21:30 |
azadixwaz
![]() |
226. kurdistan e. wê qedera tirşikê weke ya kurdistanê be.. |
|
2016.02.10-22:07 |
brusk56
![]() |
227. malpara pêşeroja wê ronîye wekî rojê, ger ez bimrim jî ezê werim(ewê werin) lê binivîsînim edî shorbevanek nemir heye.. ka bira bihar bê.. hûnê têr têr qîbala bixwin(peyama bibînin).. |
|
2016.02.11-21:31 ~21:32]|
shorbevan
![]() |
228. malpera ku em bi misilmanî bûn endam bi kafirî jê derketin ev çi îş e xwediyê çêleke* aqûbet li serê yên din* |
|
2016.04.03-00:46 |
ceso
![]() |
229. (bnr: tirşika rast ne ev e)* |
|
2016.04.03-00:47 |
ferhenga şikestî
![]() |
230. (bnr: gittiğin yol yol değil) |
|
2016.04.03-00:50 |
gulêê
![]() |
231. (bnr: girdiğin yoldan biz geçtik)* |
|
2016.04.03-00:52 |
ceso
![]() |
232. Di malperê de dema mirov peyamekî jê dibê rêza peyaman nayê guhertin. B fikra min lazim e rêza peyaman were guhertin. Weke mînak: |
|
2016.04.14-20:41 |
nan û av
![]() |
233. agahî: meseleya ku di peyama tirsik.net/87883ê de hatiye behskirin, hat çareserkirin. |
|
2016.04.14-21:43 |
simurg56
![]() |
234. êdî ez wexta di tirşikê de derbas dikim , him xweş e û him jî bikêr e ... |
|
2016.04.15-20:05 |
reshyavash
![]() |
236. malpera ku her cara ku lê vedigerim, psîkolojiya min xirabe ye. Gelo dibe ku ji bo aşbûnê têm vir? Sala 2014an dîsa di demeke wiha de li tirşikê germ bibûm. Bi xêra wê gelek caran min derd û kulên xwe ji bîr dikirin. Ku bizanibim dîsa ez ê ji bîr bikim, dikarim şev û roj tê de binivîsim. Va ye piştî çend mehan dîsa hatim, dinivîsim. Hêvî jibîrkirin, aşbûn û bipêşxistin be bila. |
|
2016.04.22-01:12 |
mergehez
![]() |
238. li vê heftîyê tirşik wek sumaqa şûştî bû û min çi tam jê nestand. |
|
2016.04.24-23:14 |
mijdar
![]() |
239. malpara îro du roje ezê peyam bikebimê ewê min ji xwe bavêje û browsera min jî bigre ev çiye law dibê qey ez pir hewceyî wême û pir dixwazim lê binivîsînim herê berî minda çima geroka min digre?... gelo ê tirşikê li we jî radibe an li min tenê ? bê henek mereq dikim pirsgirêk ji ba mine an ji tirşikêye * |
|
2016.07.10-21:42 ~21:43]|
shorbevan
![]() |
240. malpara niha meriv endambe û meriv nekebe sîstemê meriv nikare mijara bibîne? |
|
2016.07.21-00:13 |
shorbevan
![]() |
241. nivîsek wiha dertê ; (stur:tu ne endamek kevin î! Agahî: Tenê nivîskarên tirşikê yên kevin dikarin naveroka tirşikê bibînin. |
|
2016.07.21-00:14 |
shorbevan
![]() |
243. bi tirkiyeyê re li tirşikê jî rewşa awarte hat ragihandin. |
|
2016.07.21-00:21 ~00:49]|
endazer
![]() |
244. bawerke ev sîstema nûye. |
|
2016.07.21-00:46 |
mijdar
![]() |
245. heta vê êvarî tiştekî wanî tunebû. çima? ji bo zêdekirina hejmara nivîskaran? ne mentiqî ye, bi ya min. lê heger ji bo ewlehiya tirşikê be, gengaz e, lê cardin jî niza'm. |
|
2016.07.21-00:56 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
246. ji bo ku tiştên nebixêr neyên serê nivîskarên tirşikê, êdî wê tenê ji aliyê nivîskarên tomarkirî û herî kêm 20 peyam nivîsandî ve were dîtin. |
|
2016.07.21-00:58 |
simurg56
![]() |
247. bi leşkerê xwe mane heyrî, karê wan tune werin tirsikê xwe bi van 9-10 heb nîv nivîskaran mijûl bikin, ez li vir zanim mesrefa wan wisa dernayê.. û ji xeynî wî riya xwedê bi tirsik.netê nakebe, simurg56 jî tirşika xwe ji ferhenga hesab dike, ji kerema xwere yek Jêre bibêje ev ne ekşi sözlüke * wiha zêdetir balê kişandiye ser sûcdarîya me yanî kaşo vana sûcdarin ez wan bi veşêrim.. |
|
2016.07.21-01:16 |
shorbevan
![]() |
248. ji rewşa awar te ye bawerim tirşik, bêtir bûye xwedî cazîbe. kurmên nivîsînê ji berê zêdetir tên min * ya qedexe hertim şirîn e! |
|
2016.07.21-16:20 |
sergijik
![]() |
249. ferhenga înteraktîv yê kurdan e, lê mixabin nivîskarên wê kêm in, mixabin mêvanên wê jî kêm in. nivîskarên wê jî gelek caran dikevin qirika hev ji ber mijarên siyasî, partîtî û dînî. yek barzanîcî ye, yê din Apocî ye. yek atêîst e, gelekên din îslamîst in. gelek kurd în û yek jî êzîdî ye. piranî ku baz dane îslamîst in, pişta xwe dane tirşikê. hinek jî barzanîcîyên serîşuştî ne, lê tehmûla wan ji ya îslamîstan bêtir e. gelek ji wan dîsa vedigerin. |
|
2016.07.21-17:02 ~17:02]|
hola êzîda
![]() |
250. sîstema şaşî di qodê wê da he ne. ez ne cînorek im, bi hesabê xwe jî neketimê. pistî agahîya simurg56 a li jor tirşik.net hesabê cinorek da pêş min. ez ne hacker im* |
|
2016.07.21-20:02 |
cinorek
![]() |
251. Geleke jê dûr im. Car caran min serîkî lê dixist bê ka çi lê diqewime lê way wê jî rewşa awarte ragihandî. simurg56 tedbîrên xwe girtî. Neyse bi saya vê yesaxê ez mecbûr bûm bikevim hesabê xwe û ku ketimê jî min piçek tirşikand. Lê gere ev yesaxa ne daimî be nek wê gelek zirarê bide tirşikê. |
|
2016.07.22-02:23 |
şêxê bêserî
![]() |
252. Se-çar hefteya carekî dihatim û min çavê xwe li tirşikê digerand û ez diçûm lê mixabin birêz sîmurg jî li tirşikê biryara OHAL ê daye û format guhertiye êdî emê nikaribin tenê werin agirkî.. yên werin divê li derî bidin û yoklameya xwe bidin û cir'et bikin 2-3 peyam jî li tirşikê weşênin * Ser xêrê be * |
|
2016.07.22-04:28 |
kevçiyê dil
![]() |
253. Ferhenga ku tedbîrên di cî de standiye. Di vê pêvajoyê de ku hukmat kê bibîne ji kar diavêje divê herkes gelekî haj xwe hebe. Ez dizanim ku gelek nivîskarên memûr hene di tirsikê de û ji kar avêtina wan aniha tişta herî rehet a dinyayê ye. |
|
2016.07.22-08:02 |
brusk56
![]() |
254. Hewlekê di cih de ye. Ev erdoxan ê beraz dîn û har bûye û mirov nizane wê bela xwe bide kî. Heya ku rewşa komara tirk hinek sayî bît ev hewla ewlehîyê karek di cih de ye. |
|
2016.07.22-09:07 ~10:55]|
azad30
![]() |
255. şevê dî ez di tirşikê de diçûm û dihatim ji ber xwede derketina min hat kirin. min got ezê têkevim got şifreya te ne raste. welhasil kod ji minre hat filan bêhvan min kir û nekir min ne karî ez şifreya xwe nû bikim... |
|
2016.07.25-12:51 |
mijdar
![]() |
256. agahî: ji bo ewlehî û kêmasiyan çend guherîn di tirşikê de hatin kirin. loma êdî herkes divê di têketinê de navê xwe tam binivîse. yanî şûna 'e', 'ê' nayê qebûlkirin û hûrbûn an jî girbûna tîpan jî girîng e. loma gelek kesan nekarîne têketinê bikin. lê niha problem tune ez bawer im. |
|
2016.07.25-16:44 |
simurg56
![]() |
258. ha ji tere çepikek elegez, ji ber ku gazindên min jî heman tişte. |
|
2016.07.27-16:28 |
mijdar
![]() |
259. bi rewşa xwe ya heyî, yanî girtîbûna wê ya ji bo mêvanan û endamên nû zerarê dide malperê bixwe jî. ji ber ku êdî motorên lêgerînê yên weke google, yahoo fîlan, êdî tirşikê tune dihesibînin ji ber ku nikarin naveroka wê bixwînin. |
|
2016.07.27-21:49 |
simurg56
![]() |
260. van rojan gelek lÎnkên di peyaman de pûç derdikevin, bi taybet lînkên youtubeê, çima? |
|
2016.07.29-15:15 |
endazer
![]() |
261. êdî bawer dikim ku ji bo bikaranînê malperek gelek tevlîhev e. |
|
2016.07.29-20:26 |
simurg56
![]() |
262. Malpera ku piştî nîqaşên dûvdirêj biryara hin tedbîran ji bo wê hatin dan. Li gorî tedbîr baş in ji bo silametiya Malperê û nivîskaran. |
|
2016.08.05-23:58 |
mergehez
![]() |
263. agahî: bişkojka j'xwe re têkeve hat çêkirin. |
|
2016.08.06-08:56 |
simurg56
![]() |
264. birastî ferheng û malpera civakî ji bo me kurdan kêmasîyek bû. Divê wekî vî ferhengê çeşîdên malperên bisûd zêde bibe.Belam bi axaftinan çênabê, ked û xebat hewce ye. Ez spasiya xwe ji xebatkar û kedkarên vî malperê re dişînim. |
|
2016.08.06-09:45 |
rûbar
![]() |
265. agahî: êdî mêvanên tirşikê jî dikarin naveroka tirşikê bibînin. lê tenê mijarên ku ne sîyasî ne. |
|
2016.08.07-20:13 ~2016.08.08 23:16]|
simurg56
![]() |
266. malpera ecêbekê dihewîne. li serupela wê de peyamên 24 saetên dawîn dixuyên, nizanim çawa dibe lê 30 mijar 28 peyam dinivîse aniha.ev çawa pêkan dibe gelo tirşik dikare ji me re bêje. yan serê tirşikê tevlîhev buye? |
|
2016.08.08-12:44 |
azadixwaz
![]() |
267. bêriya nivîskarên wê yên kevn dikim ku ev demeke natirşikînin. |
|
2016.08.13-00:22 |
endazer
![]() |
268. bûye cîhê serdana min. |
|
2016.08.24-01:07 |
berxweda
![]() |
269. Malpera van rojan gellek caran malpera hostgator derdixîne ye. Niha jî bo peyamên taybet ev pirsgirêk derdikeve. |
|
2016.09.25-22:41 |
berxweda
![]() |
270. lê mayînde nîn e ev rewşa. Tu rûpela pêşîyê vedikî pirsgirîk radibe |
|
2016.09.26-00:43 |
bûtîmar
![]() |
271. tirsik.net malpera min e. : ) |
|
2016.09.26-00:58 ~00:59]|
cekdar
![]() |
272. niha peyama dike shorbe karakterên wiha dikebin nivîsan; /////// |
|
2016.09.27-18:29 |
shorbevan
![]() |
273. peyama sêyem a mijara şerîfê temo ye. şerîfê temo/95000 |
|
2016.10.18-21:14 ~21:51]|
berxweda
![]() |
274. 2 xelatên din eşkere dikim. dema peyama 96 hearan hat nivîsîn wê pirtûkek ji xwediyê peyama bêdestûpê/96000 an re here û wê yek jî ji nivîskarê 30 rojan re here. heke her du kes heman kes bin wê xelat ji duyem nivîskarê 30 rojan re here * |
|
2016.10.19-14:13 |
berxweda
![]() |
275. doh (28.10.2016) gotin internet li bajarên bakûr hatiye birandin. |
|
2016.10.27-07:07 |
cinorek
![]() |
276. malpera ku meha borî bi 653 peyaman ve meha xwe a herî bêbereket derbas kir. |
|
2016.11.03-16:44 |
nazim tolhildan
![]() |
277. malpera ku ji ber sedemên teknîkî, ev çend roj bûn naxebitiya. |
|
2016.11.20-05:29 ~05:32]|
simurg56
![]() |
278. Herî dawî 17ê mehê, saet 9ê sibê sîmurg56 tirşikandiye û hew! nêzî 69 saetan girtî maye tirşik. di vê navberê de li kurdistan û li dinyayê gelek tişt qewimîn, lê me nekarî em di tirşikê de binivîsin. |
|
2016.11.20-06:24 |
endazer
![]() |
279. malpara astengkirin tiştek çewaye bi xwedê daye nîşan, wekî hûn dibînin qafê meriv rihete, çi tên serê xwe bi nivîsandin û simurg56re diêşînin * niha wisa kêfa min lê hat * * |
|
2016.11.20-11:55 |
bernadim
![]() |
280. ferheng hê jî naxebite. |
|
2016.11.20-12:12 |
cinorek
![]() |
281. malpera ku ji ber nexebitîna wê çend roj girtî ma û me nû ferq kir ku em çiqas hînî bûne. bêyî tirşik mirov xwe kêm hîs dike. her roj qet nebe carekê mirov dixwaze têkevê da ku çend tiştan bixwîne û binivîsîne. |
|
2016.11.21-09:43 |
nazim tolhildan
![]() |
282. malpera nivîsek bêt xwendin lê nîne. |
|
2016.11.21-21:37 |
xwedêda
![]() |
283. malpera ku di hundirê wê de nivîsên hêjayî xwendinê gelek in. |
|
2016.11.22-01:07 |
biaqila malê
![]() |
284. malpera ku bo hinek kesan (mina min) bûye mûbtelayî. |
|
2016.11.22-04:48 |
cinorek
![]() |
285. Dema ku vebijêrka ''panel''ê vedikim ji min re dibêjê : |
|
2016.11.29-19:57 |
nan û av
![]() |
286. pirsgirêk heye. Ew 89221 peyam, hejmara peyamên giştî ye (barikem peyamên jêbirî ne têde ne. Ji ber ku hejmara peyamê giştî 95 hezar filan e niha) |
|
2016.11.29-22:36 |
bûtîmar
![]() |
287. çend roj e pirsgirêkên wî hene ez dibêm qey. cihê profîl (ez) winda bûye û niha jî gava ku ditikînim panelê rûpel venabe. bila haya kak simurg hebe. |
|
2016.12.02-17:32 |
endazyar
![]() |
288. ecêb e li kêleka navê min tê xûya ku ez 23 saet e di tirşikê de me * |
|
2016.12.14-00:10 |
sergijik
![]() |
289. ji meha tebaxê vir ve hisabê min xwediyê pirsgirêkekê ye. ji wê mehê vir ve li navbera bijkokên "vebijêrk" û "derkeve" hejmara "2" dinivîse ku ev tê vê wateyê: 2 payamên taybet ên ku ji kesên din ve hatiye şandin. Lê tiştekî wanî tune ye. |
|
2017.01.19-20:52 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
290. Çend rojin jibo min bûye teşxeleyek. |
|
2017.02.07-19:48 |
elaziz izzetpasa camii
![]() |
291. Bername ger bikanibe taybetiyeke weke facebook ê li xwe zêde bike ez bawer im dê baştir û geşetir bibe |
|
2017.02.08-11:09 |
darînê daryo
![]() |
292. Ji taybetiyê mebest ketin û gihaştine malperê divê hêsantir bibe. |
|
2017.02.08-11:10 |
darînê daryo
![]() |
293. Stara ciwanên kedî ye. |
|
2017.02.19-12:36 ~12:56]|
gumgumok
![]() |
294. Par vî çaxê meha remezanê de tirsik.net wekî nivîskarên xwe rojî digirt (!) sist û lawaz bûbû lê spas ji xwedê re nivîskarên wê îsal him rojî ne him jî peyî karê xwe ne, ji çalepka ber bi çarniga direvin... |
|
2017.06.02-19:08 ~19:13]|
mîr
![]() |
295. malpera ku di BasNewsê de qala wê hatiye kirin, berê jî di BasNewsê de çend nûçe li ser hebûn:Here lînkê |
|
2017.12.08-13:27 |
xendekî
![]() |
296. malpera ku min xwe tomar kir û aniha tê de me. Emê bibînin ka çi heye çi nîne. her tişt bi riya xwe de bibe ezê gelek binalim. |
|
2017.12.08-23:16 |
bilbilê dilkul
![]() |
297. Tiştek mina peyama hefteyê hebe ew ê baş be. |
|
2017.12.17-19:19 |
cinorek
![]() |
298. -----perde---- |
|
2017.12.20-16:45 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
299. ji bo endambûnê, li bersiva "kurdistan" digere. |
|
2017.12.20-22:26 |
simurg56
![]() |
300. Bi rastî, wek nivîskarekî nû ê tirşikê, ezjî dibêjim kû heta kû min qeydî temam kiribû ez beecîbûm. Hew mabû min dev jî berdaya. |
|
2017.12.21-09:31 |
xemrevîn
![]() |
301. hevalên min jî qeydê da zehv zehmetiyê dikşînin. |
|
2017.12.21-11:13 |
bûtîmar
![]() |
302. malpera ku xwedê kirî min berê de qeyda xwe lê çêkiriye. xuya ye ku qeydbûn zehmet e êdî * |
|
2017.12.22-00:02 |
brusk56
![]() |
303. dema bikarhêner pêl sembola tirşikê dike, tirşik guldesteyeke peyaman tîne ber meriv. hah, min ev tiştê han, nû ceriband û te'am kir û pir hez kir. car caran li rastî peyamên xwe jî têm û dibêjim, gelo çepikekî bidim dê pir qurre xuya bikim*. |
|
2017.12.27-20:50 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
304. sertîfîka xwe tine, mirov nikare pişte xwe pê de ku şîfreyên xwe bişîne welleh. Gerek ku ewna yên desthilatdar çareserîyeke lê bikin. |
|
2018.01.02-19:33 |
aqilkêm
![]() |
305. belkî berê hatibe gotin, lê nikarim di 16 rûpelan de bigerim. * navbera risteyan* pir nêzîkî hev in ew qas ku di peyamên dirêj de, bi taybetî yên ku paragrafan nahewînin, çavên min nikarin risteyên xwe bişopîne, hemû herf û peyv tevlî hev dibin. min li ekşîyê jî neriya, lê ya wê firehtir e. gelo tirşikvanên din jî vê tiştê dijîn? |
|
2018.01.11-00:41 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
306. "belkî berê hatibe gotin, lê nikarim di 16 rûpelan de bigerim. * navbera risteyan* pir nêzîkî hev in ew qas ku di peyamên dirêj de, bi taybetî yên ku paragrafan nahewînin, çavên min nikarin risteyên xwe bişopîne, hemû herf û peyv tevlî hev dibin. min li ekşîyê jî neriya, lê ya wê firehtir e. gelo tirşikvanên din jî vê tiştê dijîn?" |
|
2018.01.11-17:15 ~17:15]|
simurg56
![]() |
307. Teşekkûr @simurg56 |
|
2018.01.11-17:49 |
elaziz izzetpasa camii
![]() |
308. @simurg56 gelek spas, niha ji berê baştir bû. |
|
2018.01.11-20:00 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
309. derdekî min heye: |
|
2018.01.21-19:43 ~19:44]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
310. malpera ku sal bi sal hejmara peyamên wî kêmtir dibe her çend meh carek yekek tê li rojê 20-30 peyam dinivîse û ev jî piştî çend hefte wekî yên din tişt nanivîse niha umed wisa bûye |
|
2018.02.05-19:13 |
mindal
![]() |
311. Ferhenga înteraktîf a ku haja her kesî pê heye lê kes tê de nanivîse ye.. |
|
2018.06.15-23:54 |
bûtîmar
![]() |
312. ber bi hilweşînê ye. îstatîstîk wiha dibêje. çalakiya "roja nivîsandinê" divê bi ya min, lê kî dibîne û dixwîne nizanim. |
|
2018.09.09-20:14 ~20:18]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
313. nêrîna we der barê pirsa li wêneyê çi ye? ![]() |
|
2018.09.11-14:15 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
314. malpreke xoş e, kurda hînî rexneyê dike, malron bin.. |
|
2018.09.11-19:09 |
rojgar
![]() |
315. Peyvên ku ez di ferhengan din de nabînim ez li vir dibînim. Ne tenê ferhengeke înternetaktîv e foruma Kurdî ye û mijarên bisûd hene. Divê em zêdetir binivîsin û bixwînin di vê foruma Kurdî de. |
|
2018.09.12-02:58 |
hesinkar
![]() |
316. peyvên ku ez di ferhengan din de nabînim ez li vir dibînim. ne tenê ferhengeke înternetaktîv e foruma kurdî ye û mijarên bisûd hene. divê em zêdetir binivîsin û bixwînin di vê foruma kurdî de. |
|
2018.09.12-03:00 |
hesinkar
![]() |
318. Ez bawerim ku seo'ya malperê baştir bûya yê gelek pêyvande li ser motorên lêgerînê sereke bibûya.Wê demê yê bigihîşta zêdetirîn kesan. |
|
2019.03.28-19:29 |
brzn
![]() |
319. Mirov dikare li ser pir mijaran di vê malperê de sûd werbigire. Mirov dikare xwe bi pêş bixe û zêdetir li ser mijarên cuda binivîse. |
|
2019.03.28-19:35 |
hesinkar
![]() |
320. Ez hemberê vê fikrê me ku kesên difikirin û dibêjin yaw hejmara kesên li ser tirsikê hindikên filan bêvan.Lê ez wisa nafikirim.Ya rastî eve ku Tirsik.net dibe piçûkbe û dibe nivîskarên wî hindikbin jî lê cîhek ne hêsane û ne jî erzane. |
|
2019.03.28-19:45 |
brzn
![]() |
321. carna hebûna wê bi demeke dirêj tê jibîrkirin bo min. carna jî di dilê xwe de dibêjim ew qas kesên çalak hene li vir çima kes ji wan nayê wîkîferheng û wîkîpedîya kurdî. pey re dibêjim boş bide bila here. Ev der, çima xoşîya merdimî pê têt şima zanî, yanê tu dikarî çawa hate ber devê te tu wisa xeber bidî. hema belasebeb. tiştên beredayî dikarî binivîsî. mîrata wîkîpedîyayê wisa nîne, mêrik tê bo çend hevokan bi te re dikeve nîqaşê. Îcar nizam. |
|
2019.03.29-00:01 ~22:00]|
serhednişîn
![]() |
322. Hem ji bo bipêşxistina zimanê hem jî bo zanebûnê malpereke pîroz e. Mirov dikare li ser gelek mijaran binivîse an jî danasîna pirtûk û fîlman bike. |
|
2019.03.29-00:10 |
hesinkar
![]() |
323. wek min got seo'ya vir tune û kêm e.Li ser googlê bi navê "tirsik" va jî nehatîye asta xweya yekem. |
|
2019.03.29-00:53 |
brzn
![]() |
324. mala me ye.. |
|
2019.03.29-12:26 |
bûtîmar
![]() |
325. Min biryar da kû ez êdî nakevim "ekşîsozluk" a tijî faşîst û dijminê kurda bûne. Ez hatim vir. Ev der mala min e. Li wir her kes pehîna xwe li kurdan dixe, min carek din jî fehm kir; bê welat jî mirov nikare bijî** |
|
2019.03.29-13:31 |
azîzko
![]() |
326. Rojek dibe ku bibe referansek mezin ji bo kurdên ku dest bi hînbûna zimanê kurdî dikin. |
|
2019.04.25-23:29 |
brzn
![]() |
327. malpera ku heta niha kedek dêwesa lê hatiye dayîn. |
|
2019.04.25-23:43 |
brusk56
![]() |
328. Çima hinqas bê denge lo |
|
2019.05.05-00:35 |
masîyekjinavbehrawanê
![]() |
329. Malpera ku bi bêdengiya xwe êdî bêhna min teng dike. |
|
2019.07.25-19:54 |
xelîl
![]() |
330. dema ji min dûr be, kêmasîya wê di kurdîya xwe de hîs dikim. |
|
2019.07.27-19:47 |
simurg56
![]() |
331. Belê brêz simurg56 vegera tirşikê. Çavê me rehen! |
|
2019.07.28-09:12 |
xelîl
![]() |
332. Malpera ku wê rojê moralê hevalekî min xira kir e. Mesele wiha bû; hevalê min li gora behs dikir dixwest mallereke ava bike. Tam formata tirşêkê de. Min jî jê re got ji xwe mallereke bi vê rengê heye. Moralê wî yekcar xira bû. |
|
2019.08.03-00:35 |
serbes
![]() |
333. Malpera ku zû ve ye jê dûr mabûm. Min îro got ka bikevimê ka çi heye çi tine lê mixabin bi qasê ku min dîtî li ber sikratê ye, çalakbûna berê hîç tine ye. Neyse min xwest bi nav û şîfreya xwe têkevimê lê mixabin min şîfreyê jî ji bîr kirîye. Min ji emaila xwe re şîfreya nû xwest lê tiştekî ecêb qewimî, li sernivîsa e-maila hatî "organikurunevi.com" dinivîsî, bila haya malpersazan jê hebe... |
|
2019.09.12-02:29 |
oxir
![]() |
334. platforma azadîyê ye. nivîskarên wê jî (bnr: tirşikvan) gişt mîna wê ne, serbest û serbixwe. |
|
2019.11.16-12:31 |
mirovekirind
![]() |
335. Li tirşikê Tam şeş roj paşê şeş salên min diqedin. Erê erê tam şeş sal in ez di tirşikê de dinivîsim. Min li vir gelek dostên hêja dîtin û bi wan re bûme heval. Îroj min go binêrim bê ka min kengî qeyda xwe çêkiriye, ji min tirê hê du sê sal bûye belkî Angaşteke fîşalkirî be lê heqîqeten hêj bawer nakim ku bûye şeş sal. Dema min tirşikê nas kir ez di zankoyê de xwendekar bûm hê pêvajoya aştiyê hebû hê pîra min û bavê min sax bûn hê ezep bûm hê zarokê min û mala min tinebû hê 23 salî bûm hê di porê min û riyê min de tayên spî tinebûn hê neketibûm kêlî û aliyên xedar ên jiyanê. Aniha, aniha bûme 29 salî porê min riyê min hetta simbêlê min bûne spî bê henek. Pêşî bûm memûr çûm Stenbolê paşê pîra min mir, paşê hatim Amedê paşê zewicîm paşê bavê min mir paşê kurê min çêbû, ji ser memûrtiya min re şeş sal derbas bûn, min mal kirrî, fêrî ajotina erebeyê bûm û min erebe kirrî, zarokekî 23 salî bûm lê aniha ev 14 meh in zarok mezin dikim. Pêvajoya aştîyê hebû rewşa kurdî û ya kurdistanê her ku diçû baştir dibû, aramî hebû hizûr û bêhnfirehî hebû aniha şer heye xwîn heye, di nava salekî de wek ku sedsalek di ser me re derbas bûye me li dewsa emrekî bîst Emr li xwe zêde kir. Lê tiştek bi tenê tiştek neguherî, 6 sal berê jî wexta saet dibû nîvê şevê, min têlefona xwe digirt destê xwe, diketim nava nivînan û diketim tirşikê. Aniha jî bûme 29 salî ketime nava cihê xwe û bi têlefona xwe di tirşikê de dinivîsim. Xudê emrê tirşikê zêde bike 6 sala me bera bibe 60. Na na ez nagirim dirik ket çavê min:( |
|
2019.11.24-23:24 ~23:26]|
ferhenga şikestî
![]() |
336. ferhanga ku ez gelek ecibandime. |
|
2019.11.24-23:43 ~23:43]|
brusk56
![]() |
337. ya min jî şeş sal çêbûye. 22 roj bûrîye jî. * |
|
2019.11.25-23:38 |
xwelî li ser
![]() |
338. Nêzî şeş meh e her roj dikevim û entrya dixwînim nû bûm endam, çima nû? Heyran çend roj e, tirşikvan zêde bûne min got bes e, ev roj îro ye. Û min qeyda xwe çê kir. Homa xêr bikero. |
|
2019.11.25-23:47 |
kajav
![]() |
339. malpera ku êdî mirov sernivîsan wenda dike. |
|
2019.12.01-00:08 |
brusk56
![]() |
340. Malpera ku van rojan bi coş bûn û qelebalix bûna xwe daxwaza min a nivîsandina bi kurdî dîsa hil û geş kiriye. |
|
2019.12.01-00:15 |
xelîl
![]() |
341. Ferhenga ku min bikaranîna wê ji bîr kiriye. ev saeteke ku ez li rûpela ku meriv nivîskarên online (têdeyî) didît digerim û nabînim. (bnr: emojiya rûtirş) |
|
2019.12.01-01:35 |
ceso
![]() |
342. Bi Xwedê kî çekiri be , dest û pîyên wî sax bin, bi xera wan mirov derdên xwe jibîr dike. Çiqasî dinivîsim ewqasî ez ji derdên xwe dûr dikevim. Sipas tirşik.net. |
|
2019.12.02-00:10 |
merwano
![]() |
343. yaw rûpelek pir xweş e. |
|
2019.12.02-20:38 |
brusk56
![]() |
344. malpera ku ez rastî pirsgirêkek wê hatim. gav dî nivîskarekî hê sê peyam nivîsandî min erê kir û hersê peysmên wê xuya bûn. lê peyamên wê yên vê dawiyê xuya nabin. gelo sedem çî ye? bi hêviya ku konseya rêvebera tirşik.netê sibê vê meseleyê çareser bike. |
|
2019.12.05-02:25 |
ceso
![]() |
345. @ceso |
|
2019.12.05-07:22 |
simurg56
![]() |
346. Li ekşi sözlükê faşîstekî bi zazakî kisa her ra kewte bin sernavê tirşik.net de gotibû “nêzî 40 mîlyon kurd hene lê ferhenga wan de 3-4 meh e, entryek nehatiye nivîsîn”! Piştre min dît entrya wî xuya nake, leyla bûye. Lê çi ecêb e tê tirşik.net dinêre helal be ji mêrik ra, wî pîroz dikim û gotina dawî “ez di .. .. wî nim” |
|
2019.12.05-22:38 |
kajav
![]() |
347. malpera ku, sernivîsa soundtrackên bijarte hatiye asê kirin. haya min ji vê yekê tune ye, sedema wê nizanim. min hewl da peyamek li wê sernivîsê binivîsim lê hişyarî derket pêşiya min. |
|
2019.12.08-23:49 |
brusk56
![]() |
349. pêşîn; soundtrackên bijarte/38601 |
|
2019.12.09-18:59 |
simurg56
![]() |
350. ev du roj in nikarim têkevim peyamên taybet ên ku yoda şandiye min lê dikarim yên din bibînim û bixwînim. çima? |
|
2019.12.09-20:44 ~21:09]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
351. Milê rastê cihê peyaman her tim peyamekî ji min ra hatî dixuyê lê dema diçim beşa peyaman, ti peyamekê nû tune ye.:/ |
|
2019.12.09-20:56 |
xelîl
![]() |
352. @ biruya hayao miyazaki çareser bû. |
|
2019.12.10-20:22 |
simurg56
![]() |
353. sernivîsa ku weke sernivîsa tirşik forum tê bikaranîn. |
|
2019.12.10-23:42 |
brusk56
![]() |
354. gelek pasîf e. |
|
2020.02.21-22:45 |
brusk56
![]() |
355. Kurdînûs berê xwe dane Twitterê. Zû de ye li Twitterê de tune me. Niha dinêrim bi geş û coş dinivîsin xwezî bihatina li vir jî binivîsandibana. |
|
2020.02.21-23:06 |
kajav
![]() |
356. Rêvebir her tim, Nivîskar jî nivîsên ku diecibînin divê li ser torên din parve bikin van entryan da ku hayê xelkê bêtir jê çêbibe. |
|
2020.02.21-23:14 ~23:14]|
yusiv hemed
|
357. ferhenga tenêtîya bajarek valebûyî dide hîs kirin. Çend kes mane bajêr de pêjn ji wan jî nayêt. |
|
2020.02.21-23:40 |
hespêsor
![]() |
358. rojek were an wê tevayî biqede ango wê tevayî bibe çavkanîyek mezin bo kurdên kurmancîaxev. |
|
2020.02.22-23:18 |
brzn
![]() |
359. Ferhenga înteraktîf a kurdî ya ku ez pê şanaz im ji ber ku li ser mijarên virtîvala nizam çend hezar entry nayên nivîsandin. |
|
2020.02.23-23:05 |
xelîl
![]() |
360. Bi rastî xêra tirşikê re di warê kurdî de bi gelek tiştan hesiyam. Û min rastiyek mezin li ber çavê xwe dît: li ser zimanê me xebatê cûr bi cûr û bi zanistî dibe. Min doza Malperê li ser netê ku meriv kare binêre û sepanê kêrhatî û hwd kir. Li ku derê rûdinim hema behsa tirşik ê dikim. Û hemûya vedixwînim vir lê zêde nanêrin. Ji bo min nîmetek bêhempa ye. Yê ku ava kiryiye û dinivîse mala wan hezar cara ava be* |
|
|