1. navê malpera yekemîn ya kurdî ya him di formata ferhengê de ye him jî herkes dikare tê de parvekirinê bike. tirsik.net |
|
29.05.2013 16:33 |
simurg56
![]() |
2. navê vê malperê ya duwateyî. malper ji ber ku ne li ser mijarekê ye û ji hemû mijaran re vekiriye, mîna tirşikekê ye. ya duyemîn jî, weke herkes dizane emînaka vê malperê ekşi sözlük e. mebesta "ekşi"bûna ekşi sözlükê jî ew e ku tê de ne her tim tiştên şêrîn tên nivîsandin, lê belê tê de tiştên tehl û tirş jî hene. dema mirov ferhengeke mîna ekşi sözlük'ê dibîne bi tirkî jê re dibêje "ekşi sözlük gibi", "ekşimvarî" an jî "ekşimsi" gelo me kurdî bigota me wê negota "mîna tirşê" "tirşokî, tirşonekî, tirşkole" an jî bi gotina me ya duwateyê "tirş-ik" |
|
05.06.2013 12:23 |
simurg56
![]() |
3. ferhengeke bi kurdî. |
|
16.07.2013 23:54 |
mefer
![]() |
4. ferhenga ku her ku diçe endam û popularîteya wî zedetir dibe, nivîsên tê de û tama wê xweştir dibe ye . aşpêjên baş tevlî me dibe .. |
|
17.07.2013 00:41 |
brusk56
![]() |
5. ji zimanê kurdî re bûye dijmin: |
|
17.07.2013 02:29 |
sîsîfos
![]() |
6. ji bo kurmanciyê ya rastî malperek wîha lazim bû. lewre di tirki de ferhengên ekşî, îtû, ûlûdax û hwd. herçiqas ran bûne jî, lê dîsa jî di medyayê de cihekî taybet digirin. wek mînak, dema mirov ji bo wetaya peyvekî lê dinêre, dibîne ku herkes tiştek nivîsiye. hingê, ya rastî mirov baş fêm dike ku ev wateya vê peyvê çiye. tebî, ji bilî wan ji bo tiştên rojane, bûyerên girîng jî gelek kêr tê. lê bi min ji her tiştî girîngtir eve ku divê her nivîskar beriya her tiştê peyvên herêmî binivîsin, rave bikin û herwiha gotinên pêşiyan û biwêjan jî... |
|
19.07.2013 03:31 |
kelemejû
![]() |
7. ya ku roj bi roj li xwe zêde dike ye.. lê hê jî gelek av û xwê divê ye ji bo vî hevîrê çirr ê ku dema ku bipije wê zarokên kurdistanê jê bixwin.. |
|
19.07.2013 03:45 |
endazer
![]() |
8. ya ku niviskarên wê yên pêşane ji xeynî wî nebe jî hema bêje ji sedî 30-40 siyaseta rojane ya kurdan bêhtir tû tiştek nanivîsin. Dibe ku ev malper jî berhemek jirêze ya propagandaya siyaseta azadiya gelê kurd a bidilêxwetî be. Çima nabe? Dibe helbet, dibe lê jiyan tenê ji siyasetê pêk nayê û ji siyasetê pirtir rêzdarî û balê heq dike...Helbestvan, nivîskar, rojanmevan, feylezof, rewşenbîr û zanyarên ne tenê ji kurdistanê lê ji her derê cîhanê û berhemên wan, hemu mijar, derd û problemên rojane, mirov, xweza, raman, hest, hez, û hwd. pirtir heq dikin bibin mijarên vê tirşika rengîn... |
|
24.07.2013 04:21 |
tîrbaran
![]() |
9. ya ku nivîskarên wê tê de çi binivîsin wê dide xwendevanên xwe.. |
|
24.07.2013 04:24 |
endazer
![]() |
10. ferhengek înteraktîf e ku heta niha 222 nivîskaran xwe tê de qeyd kirine lê tenê bi qasê 10-15 ji wan dinivîsin û ew jî bi qasê ji wan tê li ser her tiştî dinivîsin. lê mixabin bi parvekirina 10-15 kesan tirşik zêde zêde tevlîhev nabe û loma tâhm-sar dibe. |
|
24.07.2013 06:26 |
simurg56
![]() |
11. anaka pır havce tu ne beji ji peşterojede inşallah serbikeve. hun ji entelektüela gele me bibin. |
|
22.08.2013 20:06 |
hun çawane heval:)))))))
![]() |
12. teralî û serseriya kurdan daye berçav.500 nivîskar hene hema 100 hebî wî rojê du peyaman bişinin ew jî kare.lê nizam ji kertî nizam ji zikreşî çima vê yekê nakin.gelo dibên tirşikê de keç tûne ji bo wê,pere dixwazin dewa çi dikin ez ji nizanim. |
|
31.08.2013 13:06 |
tivirloismail
![]() |
13. malpera ku nivîskarê me @azadixwaz peyameke xwe de gotibû, piraniya nivîskarên wê ne nivîskar lê eslê xwe de nivîsbar in. ji ber ku nivîs ji wan re bar e * nivîskarên nanivîsin/1377 |
|
31.08.2013 13:27 |
simurg56
![]() |
14. bi keda deh panzdeh kesan va, êva diçe. divê wiha nebe.efendi bin ji xwe re zîrek bin ulen. |
|
31.08.2013 23:28 |
tivirloismail
![]() |
15. taybetiya wê ya herî mezin ew e ku ji her fikrî re vekirî ye. |
|
31.08.2013 23:31 |
simurg56
![]() |
17. peyv bi peyv berev tirşikistanê ve diçe.. xwudê xêr bike rebbî! |
|
05.09.2013 02:02 |
endazer
![]() |
![]() |
bülent ersoy [3] |
![]() |
zewaca kurd û tirkan [2] |
![]() |
bi kurdî fikirîn û bi tirkî gotin [5] |
![]() |
îtîrafên tirşikvanan [17] |
![]() |
mirovekirind [2] |