Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
qamet - tirşik
qamet
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bejn, bal.. weke peyvek erebî xuya dike

Ew Dîlbera gerden zerî,

Way nazika dêm qemerî,

Qamet ji mûma fenerî,

Wêran ezim, malim xirab.

..

( feqiyê teyran)



19.08.2014 21:57 | havka

2. De'weta nimêj kirinê ya piştî bangê mela tê kirin e.
Piştî mela bang dide û duaya bang tê xwendin ji bo rabûna nimêj kirinê cureyek bang tê xwendin, jê re dibên qamet.



Allahu ekber allahu ekber
Eşheduenla ilahe illallah
Ve eşheduenne muhemmeden resulullah
Heyallel selah heyallel felah
Qetqametî selat, qetqametî selat
Allahu ekber allahu ekber
La ilahe illallah



17.02.2021 20:02 | de facto hozan

3. Bangkirina dest pê kirina nimêjê ye. Îro wekî mêvan ez û çend hevalên xwe çûn cimaeteke dînî, hevalekî min berpirsyarê wê bû û wî bi zorê go ilim hûnê werin. Wer hasil em jî rabûn çûn. Şixsê me em di ser nimêja eşa de çûne. Me rabû destmêja xwe girt û ketin sefa. Wî go tu qamet bînê yê din go tu qamet bîne û hat li ser min sekinî. Go tu li yûrdên feto mayî, tu zanî qametê bînî. Wele min dest pê kir, di nîvî de ji bîra min çû* hevala alî min kir û min bi hawekî bi dawî kir.

Piştî nimêjê melayek wan pirtûka seîd nûrsî xwend û weza da. Ji wazê wî cahiltî difûriya. Min çend cara midaxale kir lê hevala min hişyar dikir. Ji xwe wazên wî jî bi tirkî bûn.

Piştî xwarinê dîsa edeteke ku ji fetociya aşîna me, ecînê anîn. Paşê çay û şêranî. Tabî em mêvanên taybet bûn. Em çûn li jûra hevalê min rûniştin û digel dendikê gula me dest bi fesadiyê kir. Berî ku ji wan biqetim, barê kerekî pirtûkên seîd nûrsî jî dan min. Temiya xwendinê li min kirin lê niha xwe li ber agirê wê germ dikim*



17.02.2021 23:33 | tîrêj zana 21

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» qamet kirin

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî