Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
bîranînên ji dibistana seretayî - tirşik
bîranînên ji dibistana seretayî
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. - dersên "beden"ê.

- lêdana mamosteyan ku min hema bêje qet nexwar.



29.07.2014 01:09 | paşê min got what the fuck

2. - dersên xwarinê.



mamosteyê me, her roj dersa me ya duyemîn, ji bo xwarinê veqetandibû ku navê wê dersê jî bi tirkî "beslenme saatî" bû. dema dersa yekem xelas bû, di cî de herkesî tiştên bi xwe re anî vedikir û me dixwar.wê demê hemû xizaniya hinek hevalên me derdiket holê. hinekan tu tiştî nedianî bi xwe re. belkî jî xemsariya malbata wan bû. nizanim. hezar caran xwedê jê razî, dayika min tu caran min bi bê xwarin nedişand.

yek hevalê me jî hebû, bavê wî li bazarê xwediyê dezgehê bû. wî her roj mûz û tirê û sêv û çîlek û hemû fêkiyên din dianî, diketa ser. hevalên wî zêde bûbûn xêra wan fêkiyan *



29.07.2014 01:10 | paşê min got what the fuck

3. dema ez di dibistana seretayî de bûm, birayê min ê 2 salan ji min mezintir jî di heman dibistanê de bû. dayka min kutilkên di dims de çêdikir ku navê wî aniha nayê bîra min, me di tenefûsê de (ji xwe deh xulek bû) hev didît û me wan dixwar..



29.07.2014 01:24 | brusk56

4. di dibistana seretayî de mamosteyê me yê ku diketî dersa çanda olê û zanînên rewiştiyê, gotîbû dema ku qurbanek were ser jê kirin divê ku serê qurbanê ber bi kabeyê be û bi gotina "bismillahî rahmanî rahîm"ê were gotin..ku wîsa nekirin goştê qurbanê nayê xwarin, dibe ku goşt bibe heram jî.. wê çaxê min bala xwe dabû ku dema qurbanekê ser jê dikirin serê qurbanê ber bi başûrê nişanî dikirin digotin aliya kabeyê ew der e û bi gotina "similyo"yê qurban ser jê dikirin ku hingê min xwe xwe digot gelo goştê vê qurbanê herame ku çima wekî gotina mamostê nabêjin..nîşe: similyo bilêvkirina bismîllahê herêmî ye....



16.11.2014 16:06 | havka

5. bîranînên kevin in lê mirov ji bîr nake.



rojekê mamoste ez rakiribûm ser textê. (texta reş, ne ya padîşahan). nizanim mesele çi bû lê diviyabû min bi reqeman heşt (8) binivîsanda. lê min ji kû dera reqemê destpê bikira jî min nedikarî xêzkirinê dewam bikim û bigihim dawiyê. her carê min riya xwe şaş dikir û şiklek xwarûvajî derdiket holê. axirê min nekarî û zengila xelasbûna dersê lê da û ez ji vê şikencaya ku bêdawî xuya dikir, xelas bûm. jixwe ev bûyer bi tenê ji bo xerabûna morala min bes bû lê ser de tiştek xerabtir jî bû: ez ji polê derketim û ji merdîwanan ber bi jêr ve dadiketim. li pêşiya min jî mamosteyê min hebû. min bihîst ku mamosteyê me ji hevaleke xwe yên din yê mamoste re tişte qise dikir "...min jê re got 8 çêke, sed caran jî ceriband lê dîsa jî nekarî..." bi xwedê xwelî li serê min wer bûbû.



16.11.2014 20:32 | simurg56

6. dema go min dest bi xwendine kir ti cara ji bîramin naçe.

eme di navberedebun,mamosteye fêrgeheke dî hatibu fêrgeha me û gote yekî dî go ve pirtûke bi xwene,wî kûrîkî (an jî keçike pir naye bîramin) nizanibu bi xwene

ezî nezîkî wa bum niza çawa çebu mi destpekir û hemu rûpel mi xwend,mamosta pir kefxweşbu,dûvre çûubû ji mamosteye mera gotibu.wexte go wane dest pekir mamosteye me hat û ez derxistima peşiya hevale min û laçika sor bi pêşmalka mivekir.ez duyemîn an jî seyemîn bum di destpeka xwendinede.



16.11.2014 20:55 | hûteheftserî

7. di dibistana seretayî de ji bo hîn kirina xwendinê pirtûkek kîteyê(hece) tê bîra min. di nav pirtûkê de kîteyên tirkî wekî ab, ac, aç, ad, af, ag,ağ, ah,ak, al, ..hwd nivîsîbû lê cihê am'ê ma hatibû nivîsin ku ew hin pir bala me zarokan dikişand.. bo wê em dikenîn, cihê am'ê ma nivîsandine, me digot çewtî nivîsandine ...



16.11.2014 22:03 | havka

8. ez hêj neketibûm pênc saliya xwe de min dest bi mektebê kir, hingî birayê min û xwuşka min wê rêkiribûna, behsa min gotin bila ev jî bi wan re here, de kes bela xwe lê nede, ji pola yekê tenê roja qeydê û roja destpêka mektebê tê bîra min, roja qeydê midûrê mektebê, (abdullah yaşın) bi kurmancî çend pirs ji min kirin, min jî bersiv da, go temam, qeyda min çêkir, û roja ewil ya mektebê jî li sekûya pêşiyê keçikek rûniştibû, feqîrê an ji tirs û heycan û fihêtiyan an jî ji ber ku bi tirkî nedizanî mîstibû bi xwe de.. neyse heta pola sêyê derbarê mektebê de hema bêjê tu tişt nayê bîra min, heta sinifa sêyê min lefzek tenê bi tirkî nedizanî, ez û xwuha xwe û birayê xwe em di eynî sekûyê de rûdiniştin, xwudê jê razî be birayê min, hem ji min re tercûmanî dikir û hem jî li mektebê jî û li malê jî spartekên min çêdikirin, lê tê bîra min maosteyan, muemeleya ''zihinsel engelliyan'' bi min dikirin, yanî hingî li cizîrê ev rehabîlîtasyon merkezî filan hebûna muhtemelen wê ez rêkiribûma yek ji wan.. pola sêyê rojekî mamoste ji lîsteyê navê min xwend, û ez rakirim ser texte, li ser texte du komik çêkirin, di yekî de ''sêvek'' û di ya din de jî ''sê sêv'' çêkirin, û ji min re go tişta ez bêjim dubare bike, wî go, ''elma'',''elmalar'' min go ''sêv'', ''sêvler'' belkî sih belkî çil caran wî her go elma û elmalar min jî go sêv û sêvler.. axirê mamosteyê ku heta hingî nayê bîra min şeqamek li yekî xistî, dîn û har bû, ji lingê min re girt û ez serqulîfatî kirim, darikek da destê birayê min go ez ê bigirim tu lê bide, birayê min ê bêîman jî te digo qey min bavê wî kuştî yî, bi daran ket ser min, bawerke hefteyekî min nekarî ez rûnim ser qûna xwe.. lê îşê ecêb piştî wê bûyerê, bi carekî re ez elimîm tirkî û hingî roja diçû dersên min baştir dibûn, û hingî di pola sêyê de belgename nedidan tu kesî, danê ewil, belgenameya teşekkurê û danê didoyê jî belgenameya teqdîrê dan min, birayê min jî ji ber ku emrê wî mezin bû, avêjtin pola çarê..

ez yekî gelekî eksoyî û rikoyî me, ji xwe dema ez biçûk ji min re digotin ''riko'', ew meseleya sêvan jî nizanim ne ji girê mamoste de min welê got ne ji ber ku ew şekl û wêneyê sêvan rasterast sêv anîn bîra min xwudê zane, lê hêj hingî jî di kurmancî de ev pirsgirêka tunebûna qertafa pirjimariyê ji bo peyv û têgehên bi serê xwe hebû mîratê..



17.04.2015 14:45 | endazer

9. sala ewil min li diyarbekir di xwend (bnr: pol) (sınıf)a yekî qediya jî min hê tirkî hîn nekir mamoste spartek/ödevdida min nizani bû daye jî roja din dihat mamoste digo destê xwe veke çend rojê carkî limin wisa dikir kerê kurê kerê.



limin kiribûn mesele min û qîzikeka li bermin wekî gamêş kî bû di sıra minde bû li min xist û mamoste hat gazî me herdiya kir got we çima li hevdû xist ez hêsîr û evdalê xwedê ez tirkî jî xeynî çênd peyva ez nizanim. ez hima dibêm öğretmenim kulak... öğretmenim kulak... öğretmenim kulağimi kaşkirin yapti bi çi kul û halî min wisa got li dîsa ji lêxistinê xelas nebûm go çelep di ser çevda limin xist û şand cîyê min ez tijî bûme lê ez bi qîzikê jî nikarim mingot xwedê nehêle ka ez çewa bikim. hevalêkî min jî ji qîza meta minre dibêje û ez dibim benîştê ser zimana kî diçe tê wisa dibê 'öğretmenim kulağımı kaşkirin yaptı' bi min tinaza dikin û bûvû mesele.



tiştê kû mindi gîh dı bîra mindane

pê nûsê bi deva tûj dikir nivîsê bi tûkê jidibir heta defter dibu (bnr: serad) ji bû neynoka jî min pir lêdan dixwar...



herê herê mala xweyê feqîrîyê bi şewite.





18.04.2015 13:35 | shorbevan

10. cara ewil min fûtbolê di pola çaremîn de lîst.(heta eskeriyê jî carekî din min nelîst*) hevalên min rica dikir lê min digot ez niza'm û niza'm. gotin, temam were têkeve qeleyê, em ê nehêlin top biajon ser te... û heke ne şaş bim min 3 4 gol xwaribû. encama maçê nayê bîra min lê tu carî din ne min got ez ê bilîzim, ne jî yekî din hat bang min kir.
.
qise tune ye. * lê carinan tê hişê min, dibêjim xwezî mi xwe hinekî bidaya ser fûtbolê jî.



29.09.2018 09:20 ~09:21 | biruya hayao miyazaki

11. Ji ber ku min dibistana seretayî ya şevînî (yatılı) xwend bîranînên min pirr in.

Lê ez ê yekî bêjim ku tu car ji bîra min naçe: destpêka dibistanê ye û dibistan jî nû vebûye, em xwendekarên ewil in li wir. Yek ji me jî emrê xwe de ji dêûbavê xwe dûr neketiye. Meheme hebû ji gundê Axkûsa Golê ya Tetwanê. Bi Tirkî jî Mehmet Emin li nasnameyê. Meheme peyvek Tirkî nedizaniya û emrê wî jî zêde bû û hinek jî astengî di hişê wî de hebû û çiqas bixwazî mirovek devliken û şîrîn û xwe dida xwarin. Nêyse sibetirê roja ewil mamosteyan me ji pansîyonan derxistin û li ber deriyê avahiya dibistanê me rêzê de girtin. Ji ber ku em di pola sêyemîn de bûn, me dizaniya çawa rêzê bigirin û bêdeng bimînin û hwd lê haja Meheme ji dinyayê tune ye, dikene û dijûnan li der dora xwe dide û hevalên li ba xwe dehf dide. Mamosteyek bi navê Ramazan hebû ku em ê pêşerojê bizanîna ku ev çi hov û bêwijdan e, ev Remezanê wehşî Meheme dît û qêr kir got "oxlim rahat dur". Ma oxlim Tirkî zanê ku te fêm bike. Em jî newêrin tiştek bêjin, li cihê xwe sekinîne li Meheme û Remezanî dinêrin. Du sê car Remezan dubare kir got bisekine lê Mehemeyê me jixwe jê fêm nake. Gundiyekê me ya Emre wê jî mezin bû, çû li ba Remezan û got ku Meheme Tirkî Nizane û hinek jî gêj e(!).
Wê demê nizanim çi bû Remezan got "ez li şark goreviya we nim" û "çi îşê min li vir heye" û kete ser Meheme û çiqas hêza wî heye li Meheme da. Em hemû xwendekar û mamosteyên din mitûmat mane û li lêdana Remezanê wehş temaşa dikin. Qêrîn û hewarên Meheme niha jî dibihîzim. Ay lo babo! Ay lo dadê! Xwîn ji serê wî de hate xwarê paşî mamosteyan Remezan ji Meheme qetandin. Ew roja dawî bû ku me Meheme dît. Êdî nema ku bihata dibistanê. Niha çi dike nizanim.
Remezan jî hovîtiya xwe pirr pêş xist. Tetikek kirî ji xwe re û êdî bi wan tetikan li me dixist.

resmê meheme yê belengaz hê jî ji ber çavên min naçe.



31.07.2019 19:29 | xelîl

12. Dema em dinehêrin zarokên kurdan hemu ji ber zimanê dagirkera nizanibûn xwendekariya hemuyan bi lêdanê bihûriye. Li ser rûyê erdê bûyerên awha ji bilî me li tû derê ez bawer nakim qewimîbin.hingî ev tişt hatine serê me êdî bûye tiştek rojane ,tew hin kes dikenin û derbas dibin ku weke serpêhatiyek normal be.
Niha ji qehra bi girî vê nivîsê dinivîsim.çawa netewek ewqas mezin , bê xwedî be, zarokên wê hama çawa çavên xwe vekin tûşî xezeba dagirkera bên. Ji her tiştî bêhtir zilamek ji hezar km dûr de were û di nava kurda de li zarokê kurda bixe, ev zora min dibe.

Belê ez jî serpêhatiyên xwe binivîsim,ez ne zarokek bong bûm, ji ber bi zimanê wan nizanibûm û diya min jî şîret li min kiribû min qet dengê xwe dernedixist.lê ji ber min ji mamoste fêm nedikir ez pir aciz dibûm û min digot hama ezê herim malê.
Di waneya bîrkarî de jêhatî bum lê di waneya tirkî de wek her zarokekî kurd ez jî gelekî qels bûm.
Wer hasil mamoste di pirtûkê de wêneyê ajala nîşan dida û navê wan dipirsî ,min dî navê min got û ez rabûm şipiya û wêneyê pisîkê nîşanî min da û got navê vê ajalê çiye. De ez rebenê xwedê ji kûr dizanim pisîk bi tirkî çiye.wele min kir û nekir min nizanîbû,hew min nihêrî mamoste hat û bi ceynikê min girt û min bilind kir. De min jî xwe hew zeft kir min dest bi dijûna bi kurdî kir. Wele vê dêlikê ez birim cem midûr û midûr jî gazî bavê min kir ,,bavê min hat ew jî bi tirkî nizane,wele tiştek ji hev safî nekirin û ez beredam.
Ji wê rojê pê veez bibûm benîştê devê hevala hama kî min didît digo " kedîye kedî ".



09.03.2020 14:08 ~14:11 | tîrêj zana 21

13. zarotîya min li wargeha mexmûr derbas bû. piştî 4-5 wargeh guhertin gelê ji herêmên botan-hekarî penaber bûyî 98'an de li wargeha mexmûr sekinîn. ev bîranîna min jî digihe dora salên 1999-2000, li pola duyem a dibistana seretayî ya dr. nûrî dêrsimî bûm.

weke tÊ zanîn zimanê perwerdeyê kurdÎ ye. navê mamosteyê me emirdirêj be, hecî ehmedê şirnexî ye. ji gundek şirnexê ye, dibe ku gabarî be jî. mamosteyên me piranî ji gundên goyan û botan bûn, piranîya wan zanîngeh nexwendibûn lê divê bêjim hemû jî mamosteyên zîrek bûn. bi taybetî hecî ehmed mamosteyek pir hêja, gelek sebrîn û zana bû, mirov di waneya wî de qet aciz nedibû, di tenefusan de xwendevan her li dora wî bûn, piçek agresîf bû lê dîsa jî dilê kesê nedihêlişt.

rojek ji rojan emê di waneya bîrkarî de. mamoste pirsek ya derxistinê nivîsî ser textê reş, go kî dê çareserke, li gel sê-çar hevalan min jî bi dudilî destê xwe rakir, mamoste hecî got were. çûm ber texte, tebeşîra spî destê min de li pirsê temaşe dikim. carna tebeşîrê dirêjî binê pirsê dikim hewl didim tiştek binivîsim lê hişê min vale ye, ezê çi nivîsim ji bilî xêzek tiştek ji destÊ min dernakeve. qedera du deqe wisan ez sekinîm, mamoste li rexa mina çepê ji jor ve li min dinêre, ez bêdeng im, her ku diçe hêzek min digivişîne, sor dibim. mamoste bi dengek tekûz ferman da, here cihê xwe! nizanim çawan çûm cihê xwe.

gelek ser re neçû, ber bi dawîya waneyê ve mamoste pirskir, kê hevdan (multiplication table) ji ber kirye? cihde min destê xwe bilind kir. gava çavên mamoste li çavên min ket, min go dÊ ji hêrsan tebeşîr bavêje li rûyê min de! got mane te niha çi nekir. min go bila mamoste, min ji ber kirye dizanim. got ka were, wateya wê ev bû: de tu hemyê j'ber nebêje ez zanim ezê çi j' te kim. wile çûm pêş texte, min berê xwe da hevalan, sekna xwe rast kir, li rexê rast û jor ve nêrîm, mamoste sînyal da, min jî bi dengek bilind despêkir:
du caran du: çar
du caran sê: şeş
du caran çar: heşt
...
...
deh caran heşt: heştê
deh caran neh: not
deh caran deh: sed.

dema min xelas kir berî hilmek kûr bistênim min berê xwe da mamoste hecî, çavên wî diçirisî, got çepikek xurt ji firat re lêdin. çi şanazîyek, çi bextewarîyek bû.

wekî bêt texmîn kirin şertên penaberî pir xirab bûn, wan salan tevahîya wargehê bêkar û xizan bûn. mamoste jî bêmiaş dixebitîn. tevî vê yekê, mamoste hecî ehmed lênûska xwe ya nîvî hatî nivîsîn û pênûsa xwe ya hibra wê ji nîvî kêmtir mayî diyarî min kir. xelata herî watedar ku heta niha min standî.



09.03.2020 18:52 | hespêsor

14. Ez jî li dibistana seretayî bûm lê nayê bîra min pola çendan bû. Mamosteyekî ji herêma behra reş hebû dikete dersên me lê qet venedigot, xwendekarên pola di ser me ra dersê vedigotin. Bi xwe mamostetî nexwendibû, tiştê ku tê bîra min beşa wî çandinî bû. Navê wî Elî bû. Me jê re digot malimê (mamosteyê) dîn. Bera jî weke dînan bû. Digotin her tim li jina xwe dixe. Mamosteyekî din jî hebû li gund. Digotin wexta ew mamoste nimêj dike eviyê dîn diçe tilîkan diavêje wî, li wî siwar dibe filan û bêvan. Welhasil rojekê xwendekarekî pênûseke wî veşartibû. Ji bo wî pênûsî di wê sermayê û herîyê de(demsal ya payîz bû yan jî zivistan) me hemûyan dirêjî erdê kir û li pênûs geriya. Dawiya dawî ew ehmeqê xwendekar pênûs jî da wî ji xwe. Em belaheq li wê erdê gevizîn.



09.03.2020 19:29 ~2020.04.04 17:39 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên nîşdariyê
» dibistana marksîst a amedê
» seretayî

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî