1. a ku sibe ye. partiyê aşkere kiriye ku ji ber felestîn û rojavayê wê bi xemgînî bê pîroz kirin. ji xwe vaye çend sal e yan nayê pîroz kirin an jî bi xemgînî tê pîroz kirin. |
|
27.07.2014 21:50 |
azadixwaz
![]() |
2. cejnekî pirrr xweş e. |
|
27.07.2014 21:57 |
brusk56
![]() |
3. ne bi qasê cejna qurbanê be jî, xweş e. |
|
27.07.2014 22:38 |
simurg56
![]() |
4. Ji ber ku zêde xwîn naye herikandin cejneke paqij û aştîyane ye. |
|
28.07.2014 02:56 |
birho_fîlo
![]() |
5. Sibe ne dusib e. Li gundan dê wiha be: sibeeee zû şênî ji xew radibin. Bi gelemperî yên jin zûtir radibin û xwarinê ji yên mêr re amade dikin.(nalet li islamê bê). Mêr radibin, xwarin amade ye. Xwarina xwe dixwin û hinek xewa xwe didomîne hinek jî diherin mizgeftê(ez naçim mizgeftê û ez ê neçim jî). Xwarinê jinên malê radikin. Diherin li cihekî talde xwarinê dixwin ew jî.(ji ber ku eyb e xeyabûna wan)li mizgeftê nimêj tê kirin û bi gelemperî rasterast diçin goristanê. Dia mia dikin, şekiran davêjin li ser goran û vedigerin gund. (Li gundê me maleke dewlemend heye li ber goristanê. Her îd xwarinê çêdikin. Mêrên ji goristanê vedigerin diherin li wir jî xwarineke xweş dixwin.) |
|
15.07.2015 18:55 |
mergehez
![]() |
6. cejna ku di roja ewil de ezê li stenbolê di nexweşxaneyê de nobedar bim, yanê ji welat û malbat û hevalan dûr im, zora mêriv dihere, çendîn xelaya xweşikbûna berê ya cejnan ji kurdistanê rabûbe jî meriv xemgîn dibe, xwe bi xwe dibêjim kuro hama ji bo dermanê be jî te rojek jî rojî negirt de îja daw'a çi dikî? tim û daîm bêrîkirin û poşmaniyên xamatiyê tîne bîra min |
|
15.07.2015 19:17 |
ferhenga şikestî
![]() |
7. (bnr: cejna zarûka) |
|
15.07.2015 22:30 ~22:31 |
shorbevan
![]() |
8. hê jî wekê wan çaxên ku ez zarok bi kêfxweşî û bi dilgermî pêşwazî dikim.. deravê eydê ji xwe re cilê eydê dikirim, bi diya xwe re diçim ser mexbere, yasînê li ser tirba pîrika xwe de dixwînim.. |
|
16.07.2015 05:06 |
endazer
![]() |
9. îro ye. dixwaze yê remezanê be, dixwaze yê qurbanê be; roja cejnê dayika min tim xwarinên birinc, safî goşt û tirşika fasûlî çêdike. lê vê cejnê ez nedikarîm biçam mala bavê xwe. sibê zû rabûm û fenanî her roj min taştê amade kir. ji bo pîrozkirinê wan geriyam. dema dayika min bi dengekî xeydokî got, hîn devê xwarinên min nehatiye vekirin. dilê min şewitî. nikarim vebêjim lê gêrîk êrîşî hundurên min kirin û kelogirî bûm. ev cejn ne tu cejn e îro.. |
|
17.07.2015 10:42 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
10. (bnr: pîroz be!) |
|
17.07.2015 11:44 |
shorbevan
![]() |
11. yek ji cejnên ku êdî tama wê qet nemaye. ne ji ber ku rojên berê xweştir bûn, mesele ne ew e. va çend sal e her rojek wek van rojan (rojên cejnê, şahiyê û hwd) her carê tiştek derdiket, an ji başûr, an ji bakur, an ji rojhilat, îsal jî hema ji rojava mirjînên me şehîdên vê axê ber bi malka xwe ve bêgiyan ref bi ref tên. ji ber wê tama devê tu kesî nexweş e wek berê, bi çi şekirî jî xweş nabe. li cizîrê di her cejnekî de tiştek bûye, vê carê roja şerefatê sê ciwanên wî bajarî li malbava xwe vegeriyan, ketin binaxê, dîsa konê şînê yê li bajêr cihê xwe xweş kirî li cihê xwe xwe pehn kir. mixabin. |
|
17.07.2015 17:16 |
xendekî
![]() |
12. Cejna ku îro di otobesa Mêrdînê de pîroz dikim e. Ji bê xewiyê tu kes bîra cejnê nabe. |
|
05.07.2016 05:17 |
gulêê
![]() |
13. cejna li kurda tenê Pîroz be! |
|
05.07.2016 19:12 |
shorbevan
![]() |
14. ji ber ku piştî remezanê ye, ser û zikê mirov tevlîhev dike. di remezanê de mirov hîni birçîbûnê dibe, vêca dema yekcar dibe cejn, mirov mal bi mal digere û li her malê tiştên biçûk be jî dixwe. êdî mirov nizane ka birçî ye an ne birçî ye. hestên mirov tevlîhev dibe. |
|
06.07.2016 10:42 |
simurg56
![]() |
15. di nav elewiyan hîda remezanê pîroz nakin ..hîda qurbanê heye lê ya remezenê ya sûniyan pîroz nakin,.li gundên ku ji bajaran dûr de hê weha ye..lê li bajaran de ji ber bandora cîranên sûnî, hatina zarokan bona şekirxwastinê, betlaneya fermî, bandora televîzyonê, pişaftinê.hwd çendin sedeman şekir, baklava dikirin û diherîn ba hev hîdê pîroz dikin.. |
|
06.07.2016 11:37 |
havka
![]() |
16. cejna bixwera ji xeynî nivîsandina li tirşikê ji hertiştîre wext haniye, xwedê jê razî.. |
|
07.07.2016 01:02 |
shorbevan
![]() |
17. Min vê eydê malek, nasek, cîranek berneda. wekê berê em hemû pismam, kurxal, mixaletî gihan hev û me cizîr serûbino kir. di eydên dî de ji ber gotgotên eyda reş, heta ev şer û nexweşî heye em eydê nakin filan nehêliştin em bigerin û tamê ji eydê bibînin. lê vê eydê me guh neda tu kesî û pakî ji tu evdê xwudê nekir. |
|
07.07.2016 01:30 |
endazer
![]() |
![]() |
jasmine choi [2] |
![]() |
mark twain [2] |
![]() |
peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin [1] |
![]() |
pirtûkên ku nivîskarên tirşikê vêga dixwînin [1] |
![]() |
cejna vejînê [1] |