Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
hobiyên tirşikvanan - tirşik
hobiyên tirşikvanan
(8) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. tê hêvîkirin ku cûr bi cûr bin.

ji bo mixabin tiştekî rengîn tune. tiştên gelemperî ne. dil dixwest me jî xwe ji fezayê bavêta dinyayê..



21.07.2014 00:55 | simurg56

2. googlelamak



21.07.2014 01:33 | xwelî li ser

3. yên derewîn ( xwedina pirtûkan, sînema, şano hwd.)*



21.07.2014 09:54 | renas

4. tirşikandin.



21.07.2014 15:29 | xwelî li ser

5. (bnr: bisiklêt ajotin)

(bnr: film temaşe kirin)



21.07.2014 16:18 | brusk56

6. wek êşekî belav dibe: înternet



21.07.2014 16:23 | xendekî

7. ji bo tirşikê di hinek mijarên ku meraq dikim de çêkirina lêkolînan û paşê hatin û li vir nivîsandin.

erê welleh.



21.07.2014 19:42 | simurg56

8. gava ku em zarok bûn li dibistanên tirk ( mixabin) ji me dipirsin bê ka hobiyên we çinin. me jî bi salan heman bersiv didan û digotin pirtûk xwendin,* top oynamak û hwd. bo vê pirsa niha ez dixwazim bilêvbikim ku hobiya min pirtûkên kurdî xwendin û her bi vê zimanê bav û kalan * mijûlbûn e, lê duvre ez difikirim nexêr ev ne hobiye ev kareke min î ji karêndin girîngtirî kar e.



22.07.2014 00:26 | mervan roni

9. hobiya min ya herî dawî xew e *



15.01.2015 20:53 | berxweda

10. ji hobiyê wêdetir, bo min lazimiyek in...

şano, fîlm, pirtûk, ger û geşt û xew...



15.01.2015 20:56 | ferhenga şikestî

12. hobiyên min wisa ne:

- mijûlbûna bi kombersê re

- temaşekirina fîlman

- xwendina pirtûkan (ev ji zûde ye min nekiriye mixabin)

- zû rabûna ji xewê*

...



15.01.2015 21:23 | mergehez

13. Bi lingan ji xarpêta kevn daketin.



07.02.2017 18:50 | elaziz izzetpasa camii

14. Nîvê şêvê li ser rêya beşîktaşê bi xoşewîst re meş...



07.02.2017 23:28 ~23:28 | gulêê

15. (bnr: futbol)



13.06.2017 19:07 | mindal

16. (bnr: tiralî)
êdî min bi xwe re qewl û qirar girê daye, rojên betlanê ye ez ê nekim tu kar û bar e, neçim tu şar û bajarên xopan, negerim û xwe newestînim.
ez ê xwe gêr bikim, wekê zarokan xwe bi erdê re berdim heta ku bigihêjim tehma betalÎ û tiraliyê.



13.06.2017 22:06 | endazer

18. Li ser avê re kevir lotikandin, kewkîkirin, avêtin..
û hejmara lotika jimartin *

pêşbirka kevirlotikkirina li ser avê



14.06.2017 14:27 | bûtîmar

19. (bnr: tirsandina pişîkan) *

erê, zehv kêfa min tê çaxa ku ez ziravê pişîkan diqetînim *
ez kû derê pisîkekî dibînim, dizîka va nîzikê wê dibim û nişkîva dibêjim pixxx pişîk tirsan teqla davêjin *



13.09.2017 19:29 ~19:45 | bûtîmar

20. Di mehe de care terime xarpêtê. Û paşê bi lingan je xarpêtê dadikevim tem mala xwe.
(bnr: hiking)



14.09.2017 06:38 | elaziz izzetpasa camii

21. (bnr: fobiyên tirşikvanan)



14.09.2017 09:03 | xwelî li ser

22. qelişandina kaxizan, şikênastina çirpî û darikan, guhdarkirina dengê avê, di dilê xwe da strangotin..



21.09.2017 00:37 | bûtîmar

23. Li ber kompûterê kwîrkirina çavan.



23.12.2017 19:20 | biruya hayao miyazaki

24. bi piranî temaşekirina fîlma
-avjenî
-bi tena serê xwe meş



09.05.2021 02:20 | merwano

25. Meşên dirêj ên şevê an jî êvarî bi taybetî jî wextê zivistan an jî paîzê. Li havînê an jî biharê bêxwedîkên kullî, sirsirk, kezik, çirçirk û pêşî şiyar dibin, rihetî ji meriv re nahêlin. :(



09.05.2021 04:11 | pîroz

26. (bnr: bexçevanî)

Di van rojên karantînayê yên êdî ez fetisandim de hobiya herî bi bandor û kêrhatî ye bo min. Hema bêje nîv saet carekê derdikevim terasê û li şitilên min danîne dinêrim, zibil/av/derman didim û aşêv dikim. Roja çû, firingî û xiyarên min zîl dan, çawa zarokekî min çêbibe ez ew qas şa bûm.*



09.05.2021 09:19 | xelîl

27. nexwe hin tişt dikarin werin guhertin. berî 7 salan min gilîyek wisa kiriye: hobiyên tirşikvanan/45493
lê êdî hobîyên min yên nû hene;
- Rêwîtîyên dirêj bi duçerxeyê re
- Lêdana gîtarê (hê di astên jêr de ye)

hobî, di civata me de wek tiştên beredayî tên dîtin lê di eslê xwe de hobî ew mijûlahî ne ku mirov di wan deman de jîyanê hîs dike.



09.05.2021 09:57 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» hobiyên tirşikvanan

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî