Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
qurana bi kurdî - tirşik
qurana bi kurdî
(3) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. qurana ku divê were belavkirin û gelek bê xwendin. him ji bo ku kurd lê bihesin gelek fikr û ramanên bêbingeh di quranê de cî nagirin û him jî di mijarêmn olî de xwe ji serdestiya zimanên dagirkeran rizgar bibe.

ger cem tirşikvanan weke pdf fîlan hebe, em li danegehê bar bikin.



20.07.2014 11:01 | simurg56

2. heta niha min sê versiyonên vê quranê dîtine.. du sal berê min yek li cem hevalê xwe dîtibû gelek kêfa min jê re hatibû, biçekî ne bi dilê xwe jî be bi diyarî dabû min.. lê niha navê wê û navê yê ku ew wergerandî ser kurdî nayê bîra min mixabin.. du sê hefte berê ji bo wergerekî lazim bû çûm pirtûkfiroşgeha ensarê.. li wir jî du mealên bi kurdî ên quranê hebûn.. yek jê qurana kerîm û meala wê ya kurdî bû ku ji aliyê fikrÎ amedî ve hatibû wergerandin û ji nav weşanên ensarê derketibû, ev meal bi zimaneke ku îro wek zimanê standart tê qebûlkirin hatiye nivîsandin, zimanê wê sade ye û baş tê fêhmkirin, lê mirov dibêje qey yê wergerandî ne ji erebî lê ji tirkî wergerandiye.. ya din jî ronahiya qurana pîroz bû û ew jî ji aliyê mele muhemmed hakkarî ve hatiye wergerandin, li ser bergê quranê navê çapxane û weşanxaeyê tunîne lê di rÛpela pêşÎn a mealê de miftiyê şirnex ê diyaneta tirk jê re pêşgotinek nivîsandiye.. ev meal jî bi devoka behdînan hatiye nivîsandin.. ya rastî bêtir kêfa min ji vê mealê re hat..



19.09.2014 02:03 | endazer

3. yek ji wan jî ji weşanên nûbiharê derçûye. bi navê "wergera qur'ana pîroz bi zimanê kurdî" hatiye weşandin. ji aliyê m. huseyn êsî, m. se'id girdarî û m. muhmmed bêrkevanî ve hatiye wergerandin. bi ya min bi sed e sed bi giyanekî kurdî hatiye wergerandin lê xwendina wergerê ne herikbar e ji ber ku ez wisa difikirim wergêr bêhtir xwestine ku werger û pirtûka resen weke hev bin vêca bala xwe pir nedane ser herikbariya wergerandinê yanî xwendin hineki girane. lê kêfxweşiyekî heye ku ev melayê ku wergeriyê kirine ji ekola kurdan ya klasîk a medreseyan tên û zimanên wan gellek peyvên resen û orgînal ên min qet nebihîstîbû dihewîne. ez pêşniyar dikim ku herkes bixwîne. çend mînakên peyvên ku min nebihîstîbû.

pak dêran = tesbih kirin

minak "... melayîketan got: ma tu yê mexlûqetên ku li erdê fesadiyê bikin û xwînê birêjin, biafirinî? hal ev e ku em hemdê te dikin û te pak didêrin... " (beqere 30)

wiha bi vî rengî gellek peyvên jibîrkirî di wergerê de hene.

[ me li jor gote çend mînak lê ji tiraliyê ez nikarim niha serê vê sibê çavê xwe li wergerê bigerînim û nêçîra peyvan bikim* ]



19.09.2014 10:00 | ceso

4. heke ji tirkî hatibin wergerandin gelek şaş û çewt e, dibe wergera wergerê. jixwe zimanê tirkî jî têrê wergerê nake ku mariv ji quranê baştir fêm bike lewma jî bêyî tefsîr pirr watedar nabe. ya rast ji wergera quranê bêtir nivîsandina tefsirê ya bi kurdî pêwîst û elzem e.

min dil heye bikirim û bixwînim lê di nava vebijêrkan li jor de bêbiryar mam. a baş divê mariv hemûyan bistîne û bide ber hev û bixwîne



19.09.2014 21:55 | ferhenga şikestî

5. wateya quranê diguhere
fêm kirina quran tenê bi erebî dibe
kurdî zimanekî bêqanûn û bêwate ye û wergerina quran bi kurdî şaş û herame
pirahiya peyvên erebî di kurdiyê de tune



02.06.2017 04:02 ~04:16 | mindal

6. Here lînkê



02.06.2017 11:34 | ferhenga şikestî



9. Du sê sal ewil min li fuara kitêban ji standa nûbiharê jê standibû. bi navê "wergera qur'ana pîroz bi zimanê kurdî" wekî jorê qurana bi kurdî/48657 hatiye behskirin, wergereke pak e, tê xwendinê, lê belê zêde ne herîkbar e.

Min pêşî nestandibû çavên xwe du sê heb mealan gerand di nav wan da xwendina wê ya herî xweş ev bû.
Car caran dibînim ji aliyê rastnivîsê da şaşiyên hene, Wek mînak bêjim peyvên ku li eynî rûpelê da ne herdu ji hev cuda şaş hatine nivîsîn.

Aqilê min nabire, kurd li medreseyan xwe da taybetî gramera Erebî da zehf serkeftî ne, him jî beriya gelekî miletan misilman bûne, dîsa jî ji vê meselê hanê da zehf dereng mane, ev jî nîşan dide ku kurd gava xizmetên bi xwe re bikin zêde ne xîretkar in.

Mesela em Boyî ziman û xwendinê jê binirxînin ne meleseyek din! di google booksê de Încîla kurdî heye. bi standarta kurmancîya k'urdêd welatêd kafkazê di sala 2011 da hatiye nivîsandin heye încîla kurdî/103646 ka lê binêrin zimanê wê çawa ye, bi ya min xwendina wê sivik û nerm e. Zimanê wê Serhedkî ye belkî rola wê heye tesîra xwe li ser min dike. Yanî ez bûma îmkanê min çêbûya min karê wergerê ya Qur'anê bida wan.

Here lînkê



28.04.2020 00:26 ~00:26 | mîr

10. ji ser stora telefona xwe sepana "ezan vakti pro " bar bikin
dawî jî bijêrin zimanê kurdî.
di sepanê de qur'anê bar bikin piştî wê di mîhengê beşa qur'anê de
méala kurdî bijêrin .
kurdîyek paq e ne érebmancî ye .



28.04.2020 04:39 | shwinsherm

11. "Qurana Kurdî" bi navbeynkariya xwe ya pêşkeftî dîsa li telefonan vegera.
Hûn dikarin hem bi zaravayên kurmancî, zazakî û soranî yên Kurdî û hem jî bi Kurmanciya behdînî Quranê guhdarî bikin û bixwînin.

malper: Here lînkê
app store: Here lînkê
play store: Here lînkê



24.03.2023 19:59 ~19:59 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qurana kerîm û meala wê ya bi kurdî
» kurdî-dera cizîrê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi oldin ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî