Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
gerguhêzî û negerguhêziya lêkeran - tirşik
gerguhêzî û negerguhêziya lêkeran
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gerguhêzî ev e ku gava lêkerekî beyî nesneyek(belê nesneya tirkî) neyê bikaranîn jê re dibêjin gerguhêz. yanî hin lêker hene bêyî nesne an jî beyî tiştekî pêk nayên. çawa? EM lêkera xwarinê hildin destê xwe, gava em bêjin min ( tiştek) xwar. helbet em tev zanin ku xwarin bêyî xwarina tiştek pêk nayê. yanî îlle ez ê tîştek bixwim. dîsa gava ez bêjim min çi xwar? bersiv daîma " tiştek " e. ji van lêkeran re dibêjin lêkerên gerguhêz yanî lêkerên ku bêyî nesne anjî tiştekî pêk nayê.

herwekî lêkera avêtinê;
min avêt.
gelo min çi avet?
min kevir avêt.

lêkera gotinê;
min got
gelo min çi got?
min çîrokek got.
...
yanî bersiva pirsa ku mirov arastyê lêkera gerguhêz bike daîma tiştek e. kevir e, çîrok e, nan e...
lê lêkerên negerguhêz ne wisa ne, îhtîyac û pêdiviya wan bi nesne û tiştan tune. çawa?
li lêkera çûyînê binêrin;
ez çûm
gelo ez çi çûm?
bersiv? TUNE.

EZ FIRIYAM
GELO EZ ÇI FIRIYAM?
BERSIV TUNE.

yanî îhtîyaca lêkerên negerguhêz bi tiştekî anjî bi nesneyekî tune ye. ew bi tena serê xwe pêk tên. ez ji we re mînakan berfirehtir bikim herwekî mirov nikare bêje " ez kevir çûm, ez nan çûm, ez çîrok çûm" bi vî awayî lêkerên negerguhêz bêyî nesneyan pêk tên.

ez çûm (ez çi çûm ?)
ez firiyam (ez çi firiyam ?)
ez ketim (ez çi ketim ?)
ez giriyam (ez çi giriyam ?)
ez reviyam (ez çi reviyam ?)

bila pirsên wekî çawa, çima, hişê we tevlîhev nekin vê qaîdeyê tenê ji bo pirsa çi li kar e.

binêrin pêdiviya van lêkeran bi tiştek anjî bi nesneyekî tune ye. lê lêkerên weke gotin, xistin, birin, dîtin, kuştin bêyî nesne pêk nayên, herwekî ;
min got ( min çi got? - MIN ÇÎROKEK GOT)
min xist ( min çi XIST? - MIN TELEFONEK XIST)
min bir ( min çi BIR? - MIN NAN BIR)
min dît ( min çi DÎT? - MIN GÛ DÎT)
min kuşt ( min çi KUŞT? - MIN ÇIVÎKEK KUŞT )
WE DÎ? VAN LÊKERAN BÊYÎ NESNE PÊK NAYÊN.

îcar em werin ser meseleya me. meseleya " hatin çûyînê"

bi vî awayê ku me ji we re vegot şeklê resenê lêkeran e. yanî lêker di rengê xwe yê resen de an gerguhêz in anjî negerguhêz lê lêkerên gerguhêz carina vediguhezin lêkerên negerguhêz û lêkerên negerguhêz jî vediguhêzin lêkerên gerguhêz. ev çawa çêdibe bi alîkariya hin lêkerên weke "hatin" û " dan". û bi alikariya qertafên weke -andin.
lêkerên gerguhêz bi alikariya hatin û danê vediguhêzin
min kuşt (gerguhêz),
ez hatim kuştin ( negerguhêz)
min ew da kuştin ( dîsa gerguhêz)

min avêt (min çi avêt, bersiv heye) g.
ez hatim avêtin ( ez çi hatim avêtin, bersiv tune) ng.
min ew da avêtin (min çi da avêtin, bersiv heye) g.

lêkerên negerguhêz eger hevala wan a taybet tunebe, bi alikariya qertafa -andinê dibin gerguhêz
herwekî; revîn ( negerguhêz), revandin( gerguhêz)
ez reviyam (negerguhêz)
wî ez revandim ( gerguhêz)
ji vir pê ve qîdeyê jor devam dike, yanî meriv dikare bêje
ez hatim revandin
wî ez dam revandin

ez firiyam ng. ( ez çi firiyam, bersiv tune)
wê ez firandim (wê çi firand, bersiv heye)
ez hatim firandin
wê ez dam firandin.

îcar hin lêkerên taybet hene ku heval-lêkera wan a taybet heye, yani îhtîyaca wan bi qertafa -andinê tune ye.
herwekî çûyîn û birin, hatin û anîn, ketin û xistin, kirin û bûn.

ez çûm
"wê ez çûyandim" xelet e,
ya rast; wê ez birim
ez hatim birin
wê ez dam birin

ez ketim
"wê ez ketandim" xelet e,
ya rast; wê ez xistim
ez hatim xistin
wê ez dam xistin

ez hatim
"wê ez hatandim" xelet e,
ya rast; wê ez anîm

bi vî awî herwekî ku hun jî dibînin jixwe " hatin çûyîn" di nava îhtîmalan de tune ye. jixwe hebe jî, ne bi awê " hatin çûyîn" divê bi awê "hatin çûyandin" be ku hun dibînin ev jî tewş e.

vê şeva xwedê ji bo xatirê hinekan ez rabûm min nivîsek lê kir eger kesek bi baldarî bixwîne wê fehm bike. lê eger bêje na, min tiştek fehm nekir û ez hê jî li pey îdîaya xwe me bila here bal mezinekî xwe û bila bêje

" ez îro ji hêla sê kesan ve BER BI MALÊ hatim çûyîn"
û berî ku lêdanê ji mezinê xwe bixwe bila zû zû bêje
" îro sê kesan ez birim MALÊ"*
gelo kîjan rast e?



18.07.2014 03:04 ~2019.12.06 02:55 | ceso

2. mijara ku herî hindik bo qasê mijara ergatîvîteyê tevlîhev e.

(bnr: gerguhêzî û negerguhêziya lêkera tirşikandinê)



20.07.2014 11:20 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gerguhêzî û negerguhêziya lêkera tirşikandinê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî