Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
ya star - tirşik
ya star
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwedê biparêze, xwedê hafiz e..



13.07.2014 10:16 | havka

2. Tiştê ku ez ji strana Şivan Perwer pê hesyam e...



13.07.2014 14:47 | isokapo

3. biwêjeke kurdî ye. dema kesek şaş bimîne an jî ecêbiyekî bibîne yan jî ji tiştekî bitirse dibêje; ya staarrr.

o my gota kurdî ye.



15.07.2014 00:17 | xendekî

4. strana şivan perwer e.

)



15.07.2014 11:46 | karmatî

5. li cihê (bnr: oh my god) ê bibe dibe ku bikaranînên weha jî were kirin..

weke, çiçikên te çiqas xweş in..ya star.. *



15.07.2014 13:32 | havka

6. peyva ku ne erebî ye. ji peyva stirîn'a kurdî tê. stirîn yanî xwe parastin. wek mînak: xwe ji kemînên wî çeqelî bistire. star: yê ku distire, diparêze.



15.07.2014 19:06 | xendekî

7. Ser qamyonan dinivîsin,



gava ez diçûbûm qursa ajovanî gedekî tirk mamoste re pirsî ya, ser qamyonan dinivîse, maneya vî çiye? Peyva star wekî îngilizî fam kiribû, mamoste 'ey yıldız' çiye? kena min anî



03.11.2014 22:28 | mîr

8. li gor hin gotegotan peyv ji navê xwedawenda jin îştar tê.
ez bawer im di strana rotînda / ya star de jî ev yek hatiye gotin.



11.12.2014 01:03 ~2017.07.25 20:52 | xendekî

9. gellek salan min ew fehm nedikir çima xalê hemo yê gundê ağaçhan gava ji zaroyan hêrs dibe digot:

ya star!



16.08.2016 13:43 | cinorek

10. Gotina ku tê wateya " xwedê tu me bistirîne , me star bike. "



16.08.2016 13:45 | biaqila malê

11. ya rebî, ya xweda, wateyeka wî wiha jî heye; dema meriv beriya ku hêrs bibe meriv di cîhê "ya sebir"de bikartîne meriv xwe pê dide sekinandin



17.08.2016 00:07 | shorbevan

12. Peyva star ya di vê biwêja han de, ji herfên s-t-r darişiye ku, maneya hifz û veşartinê dide. wek lêkera strîn, stranê de jî xuya dibe: gotinên di hiş de veşartî, jiberkirî ku di peyva hifzkirinê de jî heman têkilî heye; hafiz, ew kes e ku peyv û gotinan di hişê xwe de veşartiye, hifz kiriye. û bi wateya xwe ya firehtir strîn tê maneya xwe parastin, veşartin ji tiştekê weke xwe mihafize kirin.

sitargeh: cihê xwe mihafize kirinê.
settar: navekî xwedê ye, ango veşarker, yê ku evdê xwe sitar dike.
Û tesetûr: çîtik, laçîk hwd. ku jin por û rûyê xwe pê vedişêrin. Tirk bela sebeb nabêjin mihafizekar.

Bes li gor xwendinên min ev sê herf s-t-r diçe digihêje bawerîya kevnar a îştarê. Beriya ku akadîyan navê Îştarê çêkin, fenîkeyî baweriya xwe bi ashtorahê anîne. Ashtorah weke îştarê digel nîşaneya zayîn û bereketê, nîşana bakîrebûnê (mihafizebûnê) jî girtiye ser xwe. eynî hz. Meryema dayîka îsa, ew jî zarokek anî lê heman hawê bakîre jî bû.

dû re sumeriyan di baweriya xwe de îştarê bi temûzî ve zewicandine. Çawa ku îştar bûye dayê meryem, herfa pêşî ya temûz jî wek xaça pîroz cihê xwe di baweriya îsewiyan de bi awayekî psîkoanalîtîk girtiye. Helbet meyremek duyem jî heye; Meyrema magdelayî ya hevjîna îsa Mesîh. Dibe ku ev analojiyên min xelet bin.

Îştar - dayê Meyrem û Meyrema magdelayî
Temûz - xaça pîroz û îsa mesîh

Ya ecêbtir navê komstêra başûrê kadizê bi latînî cruks e, Ango xaç (:



10.03.2021 05:04 ~06:10 | ezcan

13. (bnr: yja star)



10.03.2021 20:27 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» stargeh

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî