Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
simbêl berdan - tirşik
simbêl berdan
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. dirêjbûna pirçên li ser lêva jorîn e. sembola mêrantiya mêrên kurda ye.

(bnr: mêrên kurda bi dirêjahiya simbêlên xwe ve mêrantiya xwe berawird dikin)

(bnr: mêrên tirk bi dirêjahiya kîrê xwe ve mêrantiya xwe berawird dikin)



11.07.2014 10:28 | nazim tolhildan

2. a ku min jî berdaye. ya rasttir ji ber ku min riha xwe ya dibên "top" kur kiriye û simbêl maye, pêk hatiye. lê hema ji bo çend rojan e.



11.07.2014 16:40 | azadixwaz

3. ew dû hefte ye ez jî beşdarê famîlyayê xweyî simbêlan bûm, simbêlekî qerase derket welleh, çi kêmasî min heye ji simbêlboqan.



tê bîra min di salan 90 an de ez gava zarok bûm, ew çax mode bû, milet hêdî hêdî ji xwe modern dikir wek Mehsûn Kirmizîgul simbêlê xwe jêdikir. apê min ê piçûk ê nêzî 30 salî jî simbêlê xwe jê kiribû, kalikê min gava wî dît, bêhna barûdê kete pozê wî ew qas hêrs bû jê re xeberan da, nifiran got, hindik mabû bikuta.



06.09.2015 00:32 | mîr

4. nîşana mêrê êzîdî. lê mixabin modernîzm nîşan ji me re nehişt



06.09.2015 15:10 | hola êzîda

5. A ku min qet bi tena serê xwe bernedayî, ez tim bi rihê berdidim lê helbet ne riha gelemperî.

(bnr: cureyên rih û simbêlan)



06.09.2015 16:02 | azadixwaz

6. kovara kurmancî ku weşaneka domdar ya enstîtûya kurdî ya parîsê ye di hejmareka xwe de li ser cureyên simbêlan bi kurdî sekinîbû û di vê peyamê de nivîskarekî wêneyê wê lîsteya ku ji aliyê ekp ve hatiye amadekirin heye; (bnr:simbêl/61792)



06.09.2015 20:42 | endazer

7. (bnr: gotin simbêl em hatin)

bi qasî 7 salan e ku xweyî simbêlan im..

gelek hej ji simbelên xwe dikim, xwudê heye carinan keçikan jî dibêjin pirr xweş e*

divê mariv zanibe xweş bikusîne, hin kes dema simbêlan berdidin nizanin şekl û dirûvekî xweş lê bînin lewma dilê mêriv dixele li wan binihêre

divê li gor geometriya riyê mêriv be, haa te dît ku li te nehat qet rika wî negire, cihde jêke simbêlkuroo*



07.09.2015 02:49 ~02:50 | ferhenga şikestî

8. Ev çend meh in ku bi niyeta berdana simêl ez simêlên xwe naqusînim/kurt nakim/jê nakim. Lêê wexta ku riha xwe jê dikim lê dinerim simêl xweş nesekiniye û ji ser simêlên xwe jê dikim, hew lê dinerim min pir jê kiriye û li ber dikevim. Êdî ez ê qet dwst li simêlê xwe nedim heta ku pir dirêj bû. Niha ez rih û simêl bi hev re berdidim. Wexta simêl têra xwe dirêj bû ez ê riha xwe jî jêkim. Heke ku xweş çêbe ez ê wî hawî bidomînim. Em ê binerim bê tarza min î nuh çawa bibe. Lê ev jî heye ku ez ji porê dirêj jî hez dikim gelo porê dirêj û simêl dê li hev bên? Dibe ku tarzeke nuh biafirînim *



07.09.2015 02:59 | mergehez

9. (bnr: simbêlqeytan) (bnr: simbêl-qeytan) (bnr: simbêl qeytan)

(bnr: rastnivîs)



07.09.2015 03:02 | dijber

10. Piştî çend mehan şûnde di mêjiyê meriv de suretê xwe yê berê bê simbêl diçe, sûretê xwe yê teze di mêjiyê meriv de cî digre. simbêl berdan/74463 gava min simbêlê xwe jê kir min heftekî şerm dikir li ortê de bigerim û min kîngê li ber eyneyê ji xwe re lê dinêrî min digo qey ev sÛreta min nîne ev kesek din e



bi simbêlekî ve meriv ev qas şaş û mat dibe welle meraq dikim ew kesên ku emeliyata estetîkê dibin çawa ji xwe razî dibin ev halê xwe yê teze qebûl dikin... bi psîkologan terapî şert e



01.01.2016 20:23 ~20:24 | mîr

11. berdana simbêlan min hê nedîtîye bi xorta ketîye yanî bi cîwana nakebe.. dibe ku sedema wî têde mezin tên xuyakirin be, lê bi kesên mezin dikebe.. simbêlên dema tên jêkirin cîhê wan dibe wekî tûtikên pirçikandî *



02.01.2016 00:14 | shorbevan

12. Tiştekî ku mirov diellime û nikare qutke çima ku mirov wek tazî dimîne... bixwe ez wûsa me..



02.01.2016 09:15 ~09:16 | berfo

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» simbêlboq
» berdan mardînî

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî