1. Mamoste bi tirki, öğretmen; bi erebî: maullim ango muderris; yê ku ilm û zanistî fêr dike, fêrmend. û nivîskareke ferhengê ye. |
|
15.07.2013 21:07 |
seydayê_peyvan
|
2. di nav 4 -5 peyvên ku her kurd bikartîne de ye |
|
15.07.2013 21:12 |
rohat_rosî
|
3. me gelek hewcehi ya mamosteyan heye.tu bi xêr hatî ,li ser ser u herdu çavan hatî. |
|
15.07.2013 13:17 |
feqiyêteyran
|
4. mirovên ku li kurdistanê re ji aliyê dewleta tirk ve tê şandin. nasname ya mamoste ku tirk be bi psîkolojiyek e koletî jê re rêz tê girtin. (bnr: evîndarî ya kurda ya bi celatê xwe re) |
|
16.07.2013 15:53 |
qertewîn04
|
5. mêr: mamoste |
|
16.07.2013 16:23 |
mam selam
|
6. Di salên dawîn de li Kurdistanê nasnava herî zêde tê bi kar anîn... |
|
16.07.2013 18:22 |
tirsikhez
|
7. tê gotin ku ev peyv ji "mam+hoste=mamoste" pêk tê, lê dikim û nakim baweriya min pê nayê. |
|
16.07.2013 18:42 |
înano lo
|
8. stranek ya hozan reşo :mamoste mamoste çima hatî gundê me... |
|
16.07.2013 13:56 |
feqiyêteyran
|
9. nivîskarê ku ji vê entrya ku tiştên ku dema êlih tê gotin tên bîra mirov/5059 di sernivîsa tişten ku dema batman te gotin te bira mirov de nivîsiye, eşkere bûye ku ji êlihê ye * |
|
25.07.2013 15:43 |
brusk56
|
11. dîlawer zeraq. |
|
11.08.2013 23:25 |
zîpik
|
12. li gorî îdiayekî eslê vê peyvê bi zazakî ye..ma hoste-moste yanî yên ku ferî me dike.. wekê din dîsa l gorî îdîayekî prof. dr. qanadê kurdo gotiye ku divê mamosteyên jin peyva methoste bê bikar anîn.. lê her du îdîa jî çi qas rast û maqul û bermantiq û bermeqbûl in nizanim.. |
|
21.08.2013 14:36 |
endazer
|
13. (bnr: pirsgirêka gotinên mamoste) |
|
05.09.2013 01:19 |
ehmed
|
14. nivîskarekî tirşikêye,xwîyaye gelek dîdaktîke û summe haşaye. |
|
09.09.2013 22:07 |
tivirloismail
|
15. berê di nav kurdan de her 4 kesan 2 kes başkan bû, îro di nav 4 kesan de 3 kes mamoste ye* |
|
10.09.2013 00:41 |
welat colemêrgî
|
17. koka vê peyvê ji "ma+mûsîn" pêk tê. |
|
14.09.2013 20:04 |
kelemejû
|
18. karîkatûrîstek kurd e. |
|
06.07.2014 00:24 |
simurg56
|
19. tirşikvanê ku pisporê tirşikê ye. |
|
01.08.2014 01:47 |
simurg56
|
20. nivîskarê peyamên xwe di cîhekî din de parve dike ye. |
|
26.10.2014 23:37 |
berxweda
|
21. yek ji wan nivîskarên stabîl e di tirşikê de, peyamên wî bi pirranî tematîk in yanî li ser mijarên diyar yên wekê wêje ferheng û nivîskarên kurd û çalakiyên din ên hunerî ne, xweş dinivîse, lê bêsihûdiya wî ji ber ku ji xwe re naveke wekê mamoste di nav kurdan de zêde belav û popûler standiye, nayê bîra tu kesî bê û li jêr mijara navê wî pesnê jêhatibûna wî bide.. |
|
13.01.2015 23:39 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
22. nivîskarê ku êdî bi navê xwe yê nû dinivîse. (bnr: seydayê_peyvan) |
|
17.01.2015 19:06 |
simurg56
|
23. nivîskar û xwînêrên hêja yê tirşikê, di havîna 2013an hema bê dema nû tirşik vebûbû ez bûm endamê tirşikê. Lê bi rastî min nizanibû ezê di tirşikê de mayînde bim û ewçend çalak bim lewma hema min wisa bi navê mamoste min xwe qeyd kir û dest bi nivîsê kir. |
|
17.01.2015 21:48 |
seydayê_peyvan
|
25. di ferhengoka kurdî tirkî ya nûçegihaniya zayenda civakî de ji bo peyva mamosteyê dersdar û dersdêr pêşniyaz kirine ku gelek ferhengên kurdî ji xwe van peyvan dihewîne û li gorî jêderka peyva mamosteyê baştir e lê belê dê gelek kes derkeve û li ber wê rabe ji ber erebîbûna peyva dersê û mamoste di nav kurdên tirkîaxêv de gelek populer û ez bawer im, wê wan kesan bêhtir li ber van peycan rabin. |
|
29.09.2018 13:47 |
biruya hayao miyazaki
|
26. hunermendekî kurd e. xêzkêşekî pir biqîmet e. hûn dikarin pirî caran rastî xêzikên (bnr: caricature) wî bên. navê wî yê rastî, mamoste nûjen e. |
|
08.12.2018 23:20 ~2020.01.14 20:37 |
mirovekirind
|
27. bo xêzkêşê (karîkaturvan) hêja |
|
19.03.2019 21:16 |
mirovekirind
|
28. bûye navê dikaneke kunefe û şîraniyan. hem jî li başakşehira stenbolê. lê ya ku nizanibe dê bêje qey gotineke hindûyan e, mîna namaste. |
|
30.07.2020 15:32 ~18:11 |
tizbîkêş
|
29. ev peyv ji bo her kesî nayê bikar anîn. Êdî vê têxin hişên xwe. Êdî ji her kesî re nabêjin mamoste. ev peyv ji bo mirovên pîroz re tê gotin nekin peyveke benîşta devê xelkê. |
|
28.07.2021 00:28 |
pênûsa westiyayî
|
31. Yekê gotibû peyva mamosta ji |
|
06.01.2022 08:55 |
cinorek
|
32. Did you mean Aposte?* |
|
17.01.2022 23:57 |
asîmanê sêwî
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |