Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
mamoste - tirşik
mamoste
(19) (3) (3)
di mijarê de bigere

1. Mamoste bi tirki, öğretmen; bi erebî: maullim ango muderris; yê ku ilm û zanistî fêr dike, fêrmend. û nivîskareke ferhengê ye.



15.07.2013 21:07 | seydayê_peyvan

2. di nav 4 -5 peyvên ku her kurd bikartîne de ye



15.07.2013 21:12 | rohat_rosî

3. me gelek hewcehi ya mamosteyan heye.tu bi xêr hatî ,li ser ser u herdu çavan hatî.



15.07.2013 13:17 | feqiyêteyran

4. mirovên ku li kurdistanê re ji aliyê dewleta tirk ve tê şandin. nasname ya mamoste ku tirk be bi psîkolojiyek e koletî jê re rêz tê girtin. (bnr: evîndarî ya kurda ya bi celatê xwe re)



16.07.2013 15:53 | qertewîn04

5. mêr: mamoste

jin:mamosta

di nava kurdan de ji bo rêzgirtinê jî tê gotin..



16.07.2013 16:23 | mam selam

6. Di salên dawîn de li Kurdistanê nasnava herî zêde tê bi kar anîn...



16.07.2013 18:22 | tirsikhez

7. tê gotin ku ev peyv ji "mam+hoste=mamoste" pêk tê, lê dikim û nakim baweriya min pê nayê.



16.07.2013 18:42 | înano lo

8. stranek ya hozan reşo :mamoste mamoste çima hatî gundê me...



16.07.2013 13:56 | feqiyêteyran

9. nivîskarê ku ji vê entrya ku tiştên ku dema êlih tê gotin tên bîra mirov/5059 di sernivîsa tişten ku dema batman te gotin te bira mirov de nivîsiye, eşkere bûye ku ji êlihê ye *



25.07.2013 15:43 | brusk56

10. dîlawer zeraq.



11.08.2013 23:25 | zîpik

11. li gorî îdiayekî eslê vê peyvê bi zazakî ye..ma hoste-moste yanî yên ku ferî me dike.. wekê din dîsa l gorî îdîayekî prof. dr. qanadê kurdo gotiye ku divê mamosteyên jin peyva methoste bê bikar anîn.. lê her du îdîa jî çi qas rast û maqul û bermantiq û bermeqbûl in nizanim..



21.08.2013 14:36 | endazer

12. (bnr: pirsgirêka gotinên mamoste)

*



05.09.2013 01:19 | ehmed

13. nivîskarekî tirşikêye,xwîyaye gelek dîdaktîke û summe haşaye.



09.09.2013 22:07 | tivirloismail

14. berê di nav kurdan de her 4 kesan 2 kes başkan bû, îro di nav 4 kesan de 3 kes mamoste ye*



10.09.2013 00:41 | welat colemêrgî

15. koka vê peyvê ji "ma+mûsîn" pêk tê.



ma: di zaravaya zazakî de wateya em e.

mûsîn: di devoka hewramî de wateya hîn kirin, fêr kirin e.



ji ber vê yekê mana mamoste ev e ku: yê ku tişta hînî me dike, yê ku tişta fêrî me dike ye.



14.09.2013 20:04 | kelemejû

16. karîkatûrîstek kurd e.

haya min jî îro jê çêbû. pirtûkek wî ya karîkatûran li tirşik-danegehê hat barkirin; https://www.tirsik.net/danegeh/pirtuk/mamoste/



min 95 karîkatûrên wî jî ji pirtûkê derxistin û li tirşik capsê bar kirin; https://www.tirsik.net/caps/index.php?/tags/77-mamoste



di rûpela dawîn ya pirtûka wî de ev agahî hene di derbarê wî de;

"Di sala 1954'an de li Bismilê hatiye dinê. Piştî qedandina Dibistana Mamostatiyê, li gelek herêmên Kurdistana bakur mamostatî kiriye. Di wê demê de jiyana

gelê xwe bi qelema xwe ya hunerbala, bi xêz û xetên xwe raxistiye ber çavan. Di pey 12'ê îlonê re derketiye derveyî welêt. Ji 1985'an, heta1986'an bi

navê "Îsot" kovareke karîkaturan li Swêdê çap kiriye (9 hejmar). Di piraniya kovar û rojnameyên Kurdî û di hinek kovar û rojnameyên Elmanî û Swêdî de karîkaturên wî çap bûne.

Berhemê wî yê pêşî di 1984'an de bi navê "dengê xêzikan" li Swêdê çap bûye, "mêr mêra nasdike" pirtûka wî ya duyemîn e."



ev jî wêneya wî bi xwe ye; https://www.tirsik.net/caps/picture.php?/566/category/4



06.07.2014 00:24 | simurg56

17. tirşikvanê ku pisporê tirşikê ye.

ji profîla wî:

"çêkirina savara rijî û her cureyê tirşikê. govenda li ber bayê tolikê. ger û geşta li gund û bajarên kurdîstanê. xWENDin Û NiVÎS"



01.08.2014 01:47 | simurg56

18. nivîskarê peyamên xwe di cîhekî din de parve dike ye.



ye min yeko çi ye lo *



26.10.2014 23:37 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» mamosteyên ku dersê ji slaytan dixwînin

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî