Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
perwane - tirşik
perwane
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. perwane amûreke malê ye. di germa havînan de berî ku qlîma derkevin û hemû malam dagir bikin hema bêj di henû malan de perwane hebûn. bi ceylanê dişuxile, sê perên wê hene. ew her sê per gava ku bilez dizivirin hewayê dicemedînim û bi pêşiyê ve berdidin.

(bnr: perwaneya me ya gund deh qetê qlîmaya li bajêr bû)



07.07.2014 00:34 | xendekî

2. (bnr: firfirik) jî dibêjin li cihê perwanê...



07.07.2014 01:14 | havka

3. pertew begê hekarî di helbesteke xwe ya şeşrêzî de behsa perwaneyeke bêtaban dike:



Ecêb aşûfte û heyran e Pertew

Mîsalê bilbilê baxan e Pertew

Li şem' a 'arîzan heta sehergeh

Wekî perwana bêtaban e Pertew

Nizanim ez tilisma sihra işqê

Wekî Mecnûn bêsaman e Pertew



Pertew begê hekarî



07.07.2014 14:23 | xendekî

4. peyveke farisi-kurdî ye ku tê wateya perperikê an jî pirpirokê. bi tirkî dibêjin kelebek. perwaneya ku di wêjeya qlasîk de jî derbas dibe ev perwane ye yanî pirpirok. herwekî ji melayê cizîrî ;



perwaneya şem'a geş în

Zulfên we nazik raweşîn

şewkên di dil da pê xweş în

Me ji penceyên şêran e reqs

...

perwane û bilbil bi dil in şu'leya 'işqê

Lê ger tu nezer dî bi xwe ew gulşen û razin

...

ji ehmedê xanî;



Xweşrengî te da giyayê sorgul

Xweşdengî te da newayê bulbul

Ronahî te da serê şemalan

perwane kirin bi şewqê talan

...



xuya ye ku perwane tim daîm li dora ronî û mûmik û şu'le û şemalan difirin û piri caran jî xwe davêjin agir û xwe dişewitînin, îcar vê rewşa dramatîk bûye ji sembolên sereke yên wêjeya evînî ya tesewifê. weke gul û bilbil, perwane û şeme' jî du hêmanên sereke yên wêjeya qlasîk in.



07.07.2014 15:12 | ceso

5. straneke ahmet aslan e;





07.07.2014 18:48 | simurg56

6. berê perwane bi tawana malê ve bûn, xanî kêmzêde hînik dikirin; lê ev perwanên niha yên li erdê şûna hînik bikin germ dikin, hewa germ jê tê. vê kela havîna amedê de em şewitîn.




êdî dema dibe şev ez diçim ser balqonê, cihê xwe li wir datînim, li ber perwanê nema edar dibe, li ser balqonê gelek xweş e, heta carna ber destê sibê re miho dicemide, dinya sar dibe.



24.07.2016 11:22 | xendekî

7. ya bi tawanave/ a entîke tiştek seqete bi talûkeye tabî yên din jî divê meriv berê wan rasteras nede ser xwe, meriv berê wan bide dîwar û bira hewa ji dîwar derxe.. wekî din dibe nebaşbe wisa dibêjin, perwaneyên îro ez çûm ku yekî bistînim Jiber lehd bû girtî bû ma sibê an du siba van roja germ zêde dibin... germ bi min nikare lê belê bêhna min di çikîne perwaneyek ferze *



25.07.2016 01:52 | shorbevan

8. perwaneyên jêre vantîlator tê gotin min yek jê a piçûk stend 30w.. ji şansê minre bû du cara cereyan diçe * ez herim ser avê/behrê ewê av biçike.. ez şanzê xwe li xwe mehr bikim û hûn jî şahed *



25.07.2016 23:19 | shorbevan

9. di mehên hevînê de hem nîşana feqîriyê hem jî nîşana dewlemendiyê ye.

nîşana feqîriyê ye; jiber ku xwediyê perwanê nikare klîma bikire...

nîşana dewlemendiyê ye; jiber ku herkes nikare perwanê bikire...



ger ji min bipirsin ezê beyana xwe wer terîf bikim:

perwane klîmaya feqîra ye.



26.07.2016 00:37 | zanko

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» perwane

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî