Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
nivîsandina de'yê - tirşik
nivîsandina de'yê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. taybetmendiyeke zimanê kurdiye ku ez tu carî lê tam serwext nebume. gelo yek zane hebe dikare min agahdar bike ka çawa û bi peyvê ve yan cuda tê nivîsîn.?



03.07.2014 18:41 | azadixwaz

2. ger de'ya ku tê qalkirin ev de'ya be wisa tê bi kar anîn: "şaqûlên min di bêrîka min de ne." yanî cuda tê nivîsandin. li hin herêman weke 'da' jî tê bi kar anîn: "şaqûlên min di bêrîka min da ne."..



03.07.2014 18:52 | mergehez

3. ji bo min grift e. bawerim ji ber dezenformasyona zimanê tirkî li ser binhişê min, carna wisa li min diyar dibe ku divê ez bi peyvê re zeliqî binivîsim.



03.07.2014 19:15 | azadixwaz

4. divê cuda bê nivîsin an zeliqî bê nivîsin nizanim. lê ya ez dizanim ewe ku, di aliye fonetîkê de, daçeka "de" weke "da" di dev derdikeve. dema ku ez û hemû mirovên kurd yên ez nas dikim diştexilin, "de" yê weke "da", "re" yê jî weke "ra" bikartînin. ger şaş nîbin "da" û "ra" bi aliyê celadet bedirxan ve, ji ber ku fonetîka kurdî piçek nerm bike, weke "de" û "re" hatiye guhertin.



mînak 1: deng: ez di melê da me

nivîs: ez di malê de me



mînak 2: deng: em ji te ra ne ey serok

nivîs: em ji te re ne ey serok



04.07.2014 13:15 | nazim tolhildan

5. her û her cûda ye. yanî tevlîhev e.



04.07.2014 18:30 | simurg56

6. a ku hatî fêhm kirin ku ku cuda ye lê ez bi xwe û gelek nasên min jî weke de û re bikar tînin.



04.07.2014 18:33 | azadixwaz

7. ku de'ya tirkî vebêjim, nivîsandina wê gelek hêsan e, dema hûn de'yê ji peyvê derxînin heke wateya peyvê xira nebe cihê tê nivîsandin..

de'ya kurdî jî cihê tê nivîsandin lê bes hin rewşên awarte hene wek mînak têde

de û da heman tişt in û li gor devokan cihê hevudu digirin, dîsa jî bi pirranî wek de tê nivîsandin



26.02.2015 21:57 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîsandina hin peyvan ku dîftonga xw dest pê dikin

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî