Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 42 peyam
nimêja sibehê - tirşik
nimêja sibehê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ew nimêj e ku piştî banga melayê siharê tê kirin.. pêşiyê du rik'et sinet û pê re jî du rik'et ferza nimêja sibehê tê kirin.. awayê kirina nimêja sibehê ya şafiîyan li gorî ya henîfiyan biçekî ferq dike.. li gorî mezheba şafiîyan di rik'eta pêşîn ya ferza nimêja sibehê de duaya îftîtahê (wecehtû wechiye lezî federe ssemewatî..) tê xwendin.. dîsa di rik'eta didoyê de piştî ku nimêjker fatha xwe dixwîne û sureyekî jî bi ser de dike, diçe riku'ê û pê re jî radibe, hê neçûyî ser sicdê, yanî çawa ji riku'ê radibe, pişta xwe rast dike wekê ku dua bike herdu destê xwe vedike, dibêje ''rebbena welek'l hemd'' û pê re jî duaya ellahummehdînî (ellahummehdÎnî fî men e'deyt..) dixwîne.. di vê vîdeoyê de xweyîxêr û xwudêjêrazîyekî bi awayeke rast û durist kirina nimêja sibehê destnîşan dike; http://www.youtube.com/watch?v=IhOqgMC4q0c



30.06.2014 03:43 | endazer

2. Nivêja ku ji bo dîndarekî pir girînge ye rastî hemî nimêj girîng e lê ya siharê ji ber zehmetîya rabuna ji xewê pir girîng û xweşe. Mirovek oldar bi nimêja siharê destpê jîyanê bike jê re keyfxweşîyek pir mezin e. Tabî ne tiştek hêsan e lewra di banga siharê de jî ev zehmetî tê hişê mirov
"Es salatu xeyrun mine'l(n?) newm", nimêj ji xewê xêrtir e.



31.12.2019 23:19 | azad30

3. di eskeriyê de, 5 mehan û piştî eskeriyê jî ne derew bim sê mehan rabûm bo nimêja sibêhê. xwedê biqebilîne. bi rastî jî wextek giran e. lê dema bi eşq were kirin, yanî ebid ji dil be, bi daxwazî şiyar bibe û nimêjê bike bi kêfek xweş dest bi karên xwe dike. ji bo min ceribandinek gelek xweş bû. lê dema nimêj (hemû îbadet) xwe ji daxwaziyê biqûlpîne otomatîkê, tehma kêfxweşî winda dibe û wezîfeya ebidî giran dibe ku wê çaxê lorikên şeytên xewa mirov xweştir dike.

dema hevalin min têkevin tengasiya şexsî /depresyonê an jî bikevin bêhêvîtiyê hwd, û heke bibînim berê xwe didin remil an jî yoga û medîtasyonê an jî tiştekî din, bêyî bifikirim nimêj -belek caran rasterast nimêja sibê pêşniyaz dikim. ji bo terbiyeya nefsê jê çêtir reçete tune ye.



01.01.2020 01:11 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» nimêja dirêj

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî