Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
apê musa - tirşik
apê musa
(6) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. feylesofê Kurda yê bi qedr û qimet



15.07.2013 11:38 | babrisok

2. kesek ji wan çend kesan e ku bi salan portreya wî li eywana ne de li ser diwaré hate dalikandin.



15.07.2013 05:49 | feqiyêteyran

3. Di otobiyografiya xwe bi nave ''Bîranînemin'' da di derheqé xwe da ew şirove kirye :

'' Dikarin bejin Musa tu ki , ev kesén ku di Bîranînen te da derbas dibin kine ? Bimin ev pirsek ne liciye.Pıri caran zilamek feqir gencînek peyda dike u ji mişkava dibe xwediye jiyanek dewlemend.Dive ezji ji şkeftén Zıvıng hatim dine mina ew zilame feqir rasthatiyek u berhemé bexté xwe ev kesanîya min nas kir.Ev bîranînemin berhemén gencînen min ditiye.''



15.07.2013 13:52 | roj

4. xalê serşêwirmendê berê yê serokwezîrê tirkiyeyê recep tayyîp erdoğan, cüneyt zapsuyî ye.. demekî min li derekî xwendibû ku bavê cüneyt zapsu û apê mûsa ji ber fikr û dîtinên xwe yên polîtîk ne li hev bûn û bi ser hev de nediçûn û nedihatin.. yanî hevsera apê mûsa metka esîl ya cûneyt zapsuyî bû..



15.07.2013 15:18 | endazer

5. Ew kesé ku ji dadgehé re dibéje ''mirîşk bi sî cûre diqîrin, ma hûn çewa dibéjin zimané Kurdî bi sî béjeyan pék té''..



15.07.2013 16:23 | serdar

6. di helbesta xweyî newala qesaba xwedî yê gotina: "eyy xwedê! êdî bese lo" ye.



15.07.2013 10:11 | berxêres

7. mîna şivan perwer û ciwan haco hunermendên mezin yên Kurd apê musa jî bi xwe û bi helbestên xwe ve bûye mînak.. û ez ne xelet bim van hunermendan di gelek stiranên xwe de helbestên wî deng dayîne..



01.08.2013 04:30 | singundiki

8. piştÎ ku tê kuştin ji tirsan kes newêre tevli merasîma defnkirina wî bibe.. di hejmareka kovara esmerê de wêneyê hilgirtina darbesta cinazê apê mûsa derketibû.. tenê sê kesan xwe dabûn bin vî barê giran û girabuha.. û qatil û qesasê wî jî tevî ku her kesî baş pê dizanî bê ka kî ye û bezê guhê bavê wî ji kû ye bîst salan li şirnex bêyî ku kes lê biheytîne bi jin û zarokên xwe re di nav civakê de çû û hat heta salek berê.. li ser seba du camêran hate girtin û hê jî hebsê de ye.. yanî çi? ez jî nizanim..



21.09.2013 21:12 | endazer

9. wêneyê rêûrisma hilgirtina darbesta cinazê apê mûsa:

https://www.google.com.tr/search?q=ape+musa+cenaze&um=1&ie=UTF-8&hl=tr&tbm=isch&source=og&sa=N&tab=wi&ei=nuE9UobpFceOswb_q4CIBg#hl=tr&q=ape+musa+esmer+dergisi&tbm=isch&um=1&facrc=_&imgrc=5q5q4XbHBub9bM%3A%3Bbo8BlEMd5hbLEM%3Bhttp%253A%252F%252F4.bp.blogspot.com%252F-8G0fhyfriSU%252FTnjXA0fmo7I%252FAAAAAAAAAEg%252FLQuWvKAlYvU%252Fs640%252Ftarama0002.jpg%3Bhttp%253A%252F%252Fbirakurda.blogspot.com%252F%3B442%3B640



21.09.2013 21:14 | endazer

10. apê musa ax ax ... fÎk e ke bilind ji bo te bira were









26.09.2013 20:03 | nîgarvan

11. (bnr: ehzeme allahû ecrekûm)



26.09.2013 20:29 | endazer

12. Ax dinyayê min di te nihayê... 18 apê min hene min ji yek ji wan re negotiye apo ji xeynî te û apê me yî netewî Apê Mûsa...Her ku tu werî bîra min, nikarim bi qasî ku ji devê te were kirpandin xeberan bidim lê bi te teqlîtkirinê ezê dilê xwe li qûzê diya hinan rehet bikim bi qesem.



28.09.2013 02:14 | dîno

13. li nisêbînê nezîkî mala me parqa bi navÊ wî heye. seyrangeha musa anter anparqa musa anter



04.11.2013 23:00 | diljan


15. ji dengê wî bîranînekê wî. wellah billah ew bîranîna wî yê bi navdar ku kurmancî difîkîne..(bnr: fîkandina bi kurdî)







04.11.2013 23:15 | diljan

16. kurdekî zana bi aqil û bi fehm bûye ji ber wî xwestine ku serê wî hinda bikin û hindakirine xwedê ji wan ra nehêle..

vê gotina wî gelek bicîye û dide nîşandan ku çikas bi aqile û pêşîya xwe dîtîye



"...ve cellat uyandi yatağında bir gece. Tanrim dedi, bu ne zor bilmece. Öldükçe çoğalıyor adamlar, ben tükenmekteyim öldürdükçe."





"...û cellad şîyar bû ji nav cîya şevekî

got xweda, ev çi zor pêderxistinoke

çiqas dimrin pir dibin wan meriva, lê ez çiqas dikujim ez diqedim."



02.06.2015 11:30 ~11:30 | shorbevan

17. Bi eslê ji gundê zivingê ya ser nisêbînê ye. lê pişt re tê û li stilîlê cî dibe. jixwe gora wî jî li vî gundî ye. çinareke pirr mezin û bilind li hewşa wî ye; ez dibêm li gundê stilîlê hew ji wê çinarê mestir û bilindtir. ew çinara ku navê xwe daye yek ji kitêbên wî.



23.06.2019 07:35 ~07:38 | yusiv hemed

18. îsal sed salîya apê mûsa ye û li ser medyaya civakî tê pîroz kirin.
ger ev rewşa (bnr: korona)yê tune bûya li bajarên wek diyarbekir, hewlêr, stenbol û parisê çalakîyên cûda cûda dê bihatana çêkirin.
sed salî ya apê mûsa pîroz be.



01.07.2020 12:32 ~2020.07.03 13:39 | lehî baranyan

19. 28 sal berê îro bi suîkastek hat kuştin. Rehma Xwedê li ser be. Cîh û warê wî bihuşt be.



20.09.2020 21:04 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» apê musa
» musa özuğurlu

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî