1. navê hesabekî ye li ser soundcloudê, wekê dî kî ye, bi çi eslÎ ye, çi îşî dike xwudê zane.. |
|
25.06.2014 18:07 |
endazer
![]() |
2. Gava bi kurdî deng dike mirov dibeje ku ciwan haco ketiye nav wî. |
|
12.11.2019 12:09 |
cinorek
![]() |
3. Derhênerê rêzefîlmê yê mala minê ye. Di Fîlmên Tirkî da jî leyîstiye. Di fîlmê mala minê de lîstikvan e jî. Zêdetir bi lodublaj ku bi (bnr: özlem taş) re dublaj dikir navdar bû. Gelek dublajên baş kiribû. Di heman demê de programeke bi navê (bnr: ava mag) ku bi navdarên Kurd re hevpeyvînan pêk tîne li dar dixe. Kerem kin; vîdyoyê veke |
|
12.11.2019 15:20 ~15:21 |
hesinkar
![]() |
4. bi karaktera xwe ya di rêzefîlma mala minê da (bnr: dijwar), te dî animationek hebû, (bnr: dennis the menace) kurikekî tercal bû. çi çax wî dibînim, vî kurikî tîne bîra min. porê wî, rûyê wî, tu dibêjî qey xêzika dijwarî çêkirine. bi tenê rengê porê wan ji hev cuda ne. * |
|
23.11.2019 00:28 |
mirovekirind
![]() |
5. dengê zalimî pirr xweş e lê qesta min ne strandin e. di axaftinê de û nexasim dema helbestan dibêje zêde zêde xweş lê tê |
|
23.11.2019 00:32 |
ferhenga şikestî
![]() |
6. Berî ez wî di mala minê de bibînim kêfa min jê re dihat. Lê dema min ew dît yekcarî jê sar bûm. Mirov carinan rû û tevgerên hineka dibîne jê sar dibe aha ew li min werê xuya bû. |
|
23.11.2019 18:46 |
berxweda
![]() |
7. Figüranek e di hin fîlmên tirkan de. Li 2017an di fîlma bi navê "bölük" de lîstiye ku fîlm li ser jiyana leşkerên tirk e. |
|
23.01.2020 10:50 |
yusiv hemed
|
8. Camêr bi projeya xwe ya lodublajê gelekî serjeftî ye. |
|
24.01.2020 01:21 ~01:21 |
oceancr
![]() |
9. lîstikvanekî kurd e. |
|
31.05.2020 12:45 ~12:46 |
merwano
![]() |
10. Ger welatekî me yê azad hebûya, ew ê bibûya yek ji lîstikvanên me yên şanoyê yên herî navdar. xwediyê jêhatiyek wusa ecêb xweş e. dema ku bi kurdî diaxive dengê wî bêqisûr e. Ji bo hînkirin û hînbûna Kurdî, axaftina wî herî baş e bo referansê. |
|
04.12.2021 10:42 ~11:01 |
cinorek
![]() |
![]() |
mirin [3] |
![]() |
zerde [2] |
![]() |
mey dost [3] |
mey dost [5] |
|
![]() |
mey dost [5] |