Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; asoya helbesta kurdî
peyamên çepikkirî

43334.

Asoya Helbesta Kurdî
Di sepanê de ji 2000î zêdetir helbestên kurdî hene..
Bi sê zaravayên kurdî dixebite: Kurmancî, Dimilkî(Zazakî) û Soranî..

Em Rênas XENDEKÎ û Mazlum OZDOGAN amadekarên vê sepanê ne. Helbest ji aliyê Rênas XENDEKÎ ve hatine berhev kirin, bingeha sepanê jî ji aliyê Mazlum OZDOGAN ve hatiye danîn. Ev sepan ji bo ku her helbesthez hindik be jî bikare xwe zûtir bigihîne helbestan û helbestvanan, bikare li her derî antolojiyekî di berîka xwe de peyda bike. Bi vê sepanê hewce nake hûn bi seetan di pirtûkan de helbestan bigerin, tenê sepanê vekin û li helbesta xwe bigerin. Ji bo van armancan, ez Rênas, bi rojan li ser înternetê, ji nav pirtûkan helbest berhev kirin, ji helbestvanan bixwe xwestin, gelek helbest ji pirtûkan derbas kirin û Mazlum jî bi rojan li ser kodên vê sepanê xebitî. Bi hêviya bibe dermanê dilê helbesthezan.


rûpela min a facebookê ye. rûpela ku rojê helbesteke kurdî tê parvekirin e. carna helbestên ji şairên klasîk carna ji yên nûjen carna werger tên parvekirin. pêşiya niha rûpela me mezin bûbe gihiştibû 2.500 kesî lê ji aliyê facebooka faşîst ve bêyî ku ti sedemekî nîşan bide hate girtin. min dîsa vekir. di gel ku zêde kes berê xwe nadin helbest û kurdî û helbesta kurdî dîsa jî (bnr: asoya helbesta kurdî) hîç dev ji şopa helbest û kurdî û helbesta kurdî bernedaye.



07.06.2013 18:27 | brusk56

73926. rûpela min a helbestan a facebookê ye. niha bi heman navê xwediyê sepanê ye.



bingeha sepanê ji aliyê mergehezo nançû ve hatiye amadekirin, berhevkirin û sererastkirina helbestan jî ji aliyê xendekî hatiye amadekirin. piştî xebata mehekî xebatên sepanê qediyan. niha sepan di google play store'yê de ye.



sepana me bi her sê zaravayên kurdî dixebite: Zazakî, Soranî, Kurmancî.

her wiha tê de helbest ji hersê zaravayan hene.



heta niha 1541 helbest bar kirîne.

wê ev hejmar roj bi roj zêdetir bibe.



ji Baba Tahirê Uryan heta Yıldız Çakar, ji Elî Herîrî heta Fatma Savcî, Hacî Qadirê Koyî, Pîremêrd, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Ehmedê Xasî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Osman Sebrî, Berken Bereh, Ehmed Huseynî, Kawa Nemir, Mem Bawer, Kristîn Ozbey û gelek kesên din. di vê sepanê de cihê xwe girtine.



Hûn dikarin ji vir daxin:

Here lînkê



Rûpela me ya facebookê:

Here lînkê



Twitter:

Here lînkê

@asoyahelbesta



E-maîl:

asoyahelbestakurdi@gmail.com



07.06.2013 18:27 | brusk56

75672. sepana me wê di rojanekirina nû de:

1) hemû dîwana melayê cizîrî

2) hemû dîwanên seydayê tîrêj

3) bi sedan helbest ji helbestvanên rojavayî

cih bigire.



jixwe heta niha

4) hemû dîwana hacî qadirê koyî

5) hemû dîwana pîremêrd

û 6) bi hezaran helbest ji her sê zaravayên kurdî

hebûn.



07.06.2013 18:27 | brusk56

84947. sepana ku bi rojanekirina nû gelek taybetiyên nû ve hate ber destê me:



- êdî vîdyo-helbest di nava sepanê de dixebitin

- êdî hûn dikarin li ser her helbestê fon-muzîkê vekin.

- êdî sepan di barkirina yekem de daxwaza barkirina helbestan nake.

- êdî mirov bi rihetî dikare ji helbestekê derbasî helbesta din bibe.

- dîwana şêx riza talebanî

- dîwaneke mele xelîlê sêrtî

- dosyeyeke yeqîn h.

- helbestên osman sebrî, gulîzer, fatma savci, ehmed huseynî

- mewlîda mihemed emîn heyderî

- mewlîda dimilkî ya usman esad efendîyo babijî

- bi tevahî 501 heb helbestên nuh..



daxe:

Here lînkê



07.06.2013 18:27 | brusk56

84948. li ser malpera candname.com'ê danasîna wê û gotinên stranan hatiye kirin:



Here lînkê



07.06.2013 18:27 | brusk56

85470. sepana ku di rojnameya azadiya welat de nûçeya wê derketiye, li ser malperê jî hatiye weşandin:



http://www.azadiyawelat.info/?p=39796



07.06.2013 18:27 | brusk56