Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
asoya helbesta kurdî - tirşik
asoya helbesta kurdî
(14) (0) (4)
di mijarê de bigere

1.

Asoya Helbesta Kurdî
Di sepanê de ji 2000î zêdetir helbestên kurdî hene..
Bi sê zaravayên kurdî dixebite: Kurmancî, Dimilkî(Zazakî) û Soranî..

Em Rênas XENDEKÎ û Mazlum OZDOGAN amadekarên vê sepanê ne. Helbest ji aliyê Rênas XENDEKÎ ve hatine berhev kirin, bingeha sepanê jî ji aliyê Mazlum OZDOGAN ve hatiye danîn. Ev sepan ji bo ku her helbesthez hindik be jî bikare xwe zûtir bigihîne helbestan û helbestvanan, bikare li her derî antolojiyekî di berîka xwe de peyda bike. Bi vê sepanê hewce nake hûn bi seetan di pirtûkan de helbestan bigerin, tenê sepanê vekin û li helbesta xwe bigerin. Ji bo van armancan, ez Rênas, bi rojan li ser înternetê, ji nav pirtûkan helbest berhev kirin, ji helbestvanan bixwe xwestin, gelek helbest ji pirtûkan derbas kirin û Mazlum jî bi rojan li ser kodên vê sepanê xebitî. Bi hêviya bibe dermanê dilê helbesthezan.


rûpela min a facebookê ye. rûpela ku rojê helbesteke kurdî tê parvekirin e. carna helbestên ji şairên klasîk carna ji yên nûjen carna werger tên parvekirin. pêşiya niha rûpela me mezin bûbe gihiştibû 2.500 kesî lê ji aliyê facebooka faşîst ve bêyî ku ti sedemekî nîşan bide hate girtin. min dîsa vekir. di gel ku zêde kes berê xwe nadin helbest û kurdî û helbesta kurdî dîsa jî (bnr: asoya helbesta kurdî) hîç dev ji şopa helbest û kurdî û helbesta kurdî bernedaye.



24.06.2014 14:53 ~2015.08.25 12:57 | xendekî

2. navnîşana rûpelê: https://www.facebook.com/asoyahelbestakurdi?fref=ts



24.06.2014 15:07 | xendekî

3. rûpelekî xweş a facebookê ye. bi qasê dizanim rêveberê rûpelê xendekî ye.

helbestên ku helbestvanên vê rÛpelê heta niha nivÎsandine di pirtûkekê de hatiye kom kirin. nizanim hatiye çap kirin an na lê di formata pdf'ê de berdest e.

wê di demekî nêz de di tirşik-danegeh de bê weşandin.



21.07.2014 16:32 | brusk56

4. https://www.tirsik.net/danegeh/pirtuk/AsoyaHelbestenKurdi-Helbestgeh/



21.07.2014 20:28 | simurg56

5. rûpeleke xweş û bi helbestên kurdî geş e. lê naveke dinî balkêş jê re bête dîtin ez dibêm wê hêj baştir bibe. lewre niha bi van navan îstîlayeke mezin li ser face-bookê henin..



22.07.2014 00:21 | mervan roni

6. Mizgînî!

Êdî sepana wê androîdê heye. Li benda daxistinê ye.



Rûpela facebookê: https://m.facebook.com/asoyahelbestakurdi



Lînka marketê: https://play.google.com/store/apps/details?id=com.arges.sepan.helbest



24.08.2015 21:39 | mergehez

7. rûpela min a helbestan a facebookê ye. niha bi heman navê xwediyê sepanê ye.



bingeha sepanê ji aliyê mergehezo nançû ve hatiye amadekirin, berhevkirin û sererastkirina helbestan jî ji aliyê xendekî hatiye amadekirin. piştî xebata mehekî xebatên sepanê qediyan. niha sepan di google play store'yê de ye.



sepana me bi her sê zaravayên kurdî dixebite: Zazakî, Soranî, Kurmancî.

her wiha tê de helbest ji hersê zaravayan hene.



heta niha 1541 helbest bar kirîne.

wê ev hejmar roj bi roj zêdetir bibe.



ji Baba Tahirê Uryan heta Yıldız Çakar, ji Elî Herîrî heta Fatma Savcî, Hacî Qadirê Koyî, Pîremêrd, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî, Ehmedê Xasî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Osman Sebrî, Berken Bereh, Ehmed Huseynî, Kawa Nemir, Mem Bawer, Kristîn Ozbey û gelek kesên din. di vê sepanê de cihê xwe girtine.



Hûn dikarin ji vir daxin:

Here lînkê



Rûpela me ya facebookê:

Here lînkê



Twitter:

Here lînkê

@asoyahelbesta



E-maîl:

asoyahelbestakurdi@gmail.com



25.08.2015 12:53 | xendekî

8. xebatek gelek hêja ye. Destên kedkarên wê sax bin.tê de maselleh bi hezaran helbest hene.

min zûzûka bernameyê daxist û çawa ku reklama malperek olî dît, lê tikand *



25.08.2015 17:59 | simurg56

9. sepana me wê di rojanekirina nû de:

1) hemû dîwana melayê cizîrî

2) hemû dîwanên seydayê tîrêj

3) bi sedan helbest ji helbestvanên rojavayî

cih bigire.



jixwe heta niha

4) hemû dîwana hacî qadirê koyî

5) hemû dîwana pîremêrd

û 6) bi hezaran helbest ji her sê zaravayên kurdî

hebûn.



15.09.2015 19:35 ~19:37 | xendekî

10. 7. Gelek problem dê bên sererastkirin. Çend problemên ku sererast bûne yên ku tê bîra min:

7.1 di hinek telefonan de rûpela mîhengê tevahî reş xuya dikir. Êdî reş xuya nake.

7.2 butona zêdekirina fontê êdî dişixule.

7.3 di hin telefonan de bişkojka jor a lêgerînê nedixebitî. Êdî dixebite.

7.4 ji ber ku hinek telefon action bar'a amade qebûl nake gelek taybetmendî nikaribûn bi kar bînin. Êdî action bara me heye. Ne ya androidê ye*



15.09.2015 19:54 | mergehez

11. di vê sepanê de taybetiya copy-paste tune ye mixabin, ger hebûya wÊ baştir bûya



15.09.2015 20:54 | ferhenga şikestî

12. Taybetmendiya kopî-pasteyê heye.

Pê li bişkojka parveke bike û here panoya kopyala..



15.09.2015 21:07 | mergehez

13. foksiyona kopî-pêve bike (copy-paste) bi vî awayî tê bikaranîn:



1) Helbestekî veke

2) Pêl bişkoka parve bike

3) Li wir pêl panoya kopyala bike.



di wêneyê jêr de hatiye diyarkirin:

Here lînkê



16.09.2015 01:03 | xendekî

14. yaw ev hun nikarin vê sepanê li app storê jî parve bikin. bi qasî ku zanim ne tiştekî zehmet e. madem sepan hazir e muracata xwe ya app storê jî bikin qene em jî jê feyde bigirn. heyra bila peretî jî be em razî ne (bila ji pênc tl derbas nebe)*



16.09.2015 16:37 | ceso

15. Sepana ku ji bo androîdê hatiye nivîsandin. Çima em nikarin têxin appstoreê? Sedem:

1. Pereyê min tune ye ku her sal 99$(niha 300 lîre ye) bidim appstoreyê.

2. Zimanê bernamesaziyê yê ji bo androidê java ye lê yê iosê objective c ye. Lewma divê ez sepanê ji serî ve bi zimanê objective cyê binivîsim. (Nêzî 2000 rêzikî ye. De îja bifikirin)

3. Telefoneke min a ku bi iosê dixebite, Tune ye lewma nikarim testan bikim..



Çareseriyeke pir xweş*

1. Ji min re iphonekê bikirin

2. Ez ê sepanê bi 5 lîreyan têxim appstoreê û herî kêm 60 kes dê daxin.

Hew van dixwazim. Ka xêrxwaz ka kurdistan *



Edît: rêziman



17.09.2015 02:31 ~02:33 | mergehez

16. Rehmet dê û bavê wê yê vè karî dike. Karek rûmet û hêja. Ev helbestên xweş û bêhempa bindestê me ye.



25.09.2015 23:00 | behdînan

17. sepana bi rojanekirineke nû li ber destê helbesthezan e. Aniha di sepanê de 349 helbestvan û 2324 heb helbest hene.



Nûbûnên nû:

1- Çend pirsgirêkên sepanê hatin sererastkirin.

2- Di helbestan de çend çewtî hebûn. Ew hatin sererastkirin

3- 100 heb helbestên nû.

4- Fonksiyona daxwaz û hişyariyê êdî sererast û bezatir dixebite..

5- Ji bo telefonên ku versiyona wan a androîdê kêm in, lêgerîneke nuh.



ji bo daxistinê: Here lînkê



19.11.2015 02:50 | xendekî

18. piştî vê rojanekirina nû, leza wê ji eyar de ketiye, pirr dereng vedibe û zêde zêde dixitime



19.11.2015 11:01 | ferhenga şikestî

19. Sepena kû Mazlum Özdogan amade kirî ye.

Bi rojanekirina nû 100 helbestên teze barkirin.Spas ji bo keda wan.



19.11.2015 11:10 | tir û fis

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» asoya helbesta kurdî
» helbesta îro
» kurdîya pehn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî