Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
parvekirinên rûpela tirşikê ya di facebookê de - tirşik
parvekirinên rûpela tirşikê ya di facebookê de
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. parvekirinên ku ne xweş in. ji bo hemÛyan nabêjim lê ên ne xweş in hindik nÎn in. ji vê derê ji rêveberên tirşikê re bangewaziyê dikim: ji kerema xwe hineke din bala xwe bidin li ser parvekirinên xwe.



(bnr: beriya ji tirşikê avêtinê gotinên dawÎ)



17.06.2014 20:47 | kurê xelkê

2. parve kirinên ku hema bêje hemû ji aliyê min ve tê kirin. qaşo beriya 4-5 mehan, serhat avci jî bû yek ji rêveberê rûpelê, lê herema xwedê be, tu tiştî nake *



anyway, em vegerin li ser meseleyê.

eslê xwe de armanca min a vekirina vê rûpelê, danasîn bû. min got bila di facebookê de jî rûpelekî tirşikê hebe ku em dengê xwe di nav bikarhênerên facebookê de jî belav bikin. heta niha nêzikê 2500 kesan rûpela me ecibandiye.



heta niha me bangewaziyên tirşikê ên ji bo mesela kampanyaya twitterê, xelatên rojbûna tirşikê felan weşand, karokatûrên me wergerandî weşand, mijar û nivîsên balkêş ên di ferhengê de û hinek tiştên din weşand. lê ji ber ku herdem wextê min çênabe pê re mijûl bibim, ev weşan ne bi awayekî rêk û pêk bû. carinan ji wê carinan ji wê.



1. ger di nav nivîskarên tirşikê de kesekî hebe ku bikare bi vê rûpelê mijûl bibe û parve kirinan de alikariya me bike, bila ji min re peyamek biavêje. em bi hev re xebatê bikin

2. pêşniyariyên we çi ne ji bo bê parve kirin di vê rûpelê de weke karîkatûr, peyamên xweşik ên di ferhengê de, helbest*



17.06.2014 21:05 | brusk56

3. Divê ez di vir de xwe rexne bikim. belê rast e ez jî rêveberê tirşikê yê li ser feysbûkê me. ez dêhn û bala xwe bi rêkûpêk nadim lê dema min rêveberiyê rûpelê ji brusk56 girtibû min di rojê de qe nebe kêmtir 2 tişt parve dikir piştre çend pirsgirêkên min ên taybet çêbûn lewma jî min sersarî kir û peywira xwe bi cih neanî. weka her carî ez ê cardin bêjim; kombersa min tune ye bi telefonê dikevim û gelek zehmet dibe ji bo min, û di rojê de 9 saet dixebitim, 2 saet jî rê heye û dike 11 saet jixwe dema têm rext dikevim, jixwe ketime nava tirkan psîkolojiya min xira bûye bi ser de jî divê dgs bixebitim ango bi kurtasî birêz brusk56! dilê te bi min naşewite kuro?:-)

lê ez benda kompersê me heta du meh paşê ez ê ji xwe re kombersek bikirim û bi awayekî çalak li ser vê rûpelê xebatên xweş bikim. di nava civata tirşikê de soz didim



17.06.2014 22:26 | ferhenga şikestî

4. (bnr: rûpela tirşikê a li ser facebookê)



18.06.2014 01:18 | endazer

5. ger camêrek derkeve û bibêje ezê tê de çalak bibim û birastî jî çalak bibe û parvekirinên xweş bike ti pirsgirêk namîne *

mesela tiştên ku dikarin bên parve kirin: jixwe caps Û mijarên ji tirşikê tên parvekirin. xêndî vana carinan li ser çand û dîroka kurd û kurdîstanê, li ser çanda welat û gelên din tiştên girîng dikarin bên parve kirin. û dîsa helbest, çîrok(ên kurt) û hwd.. ên kurdî dikarin werin parve kirin. ji malperên kurdî nuçe, agahî felan fîstan dikarin bÊn parvekirin. aniha hew evqas tê bîra min..



18.06.2014 15:57 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» parvekirinên rûpela tirşikê ya di facebookê de
» rûpela 43. rêzika 7. ya pirtûka kurdî ya herî nêzikî tirşikvanan
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» facebookê de peyama yekemîn a ji bo hev nasînê

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî