Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
remezanên berê - tirşik
remezanên berê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîsek a nivîskarê kurd ê cizîrî abdulkadir bingöl ku carinan mexlasa dilbikul cizîrî jî bikar tîne ya derheqê remezanên berê yên li kurdistanê de ne ye..



''Tavika heyîvê binya behîvê,

Gelik gundino! Rabin paşîvê!



Remezanên berê ji yên roja me ya îro gelik û gelik xweştir bûn. Her çiqas di serî de xwarin û vexwarin, ji gelik aliyan ve derfetên ko îro di destê me de ne, wê demê tunebin jî lê dîsa xweştir derbas dibûn.



Ji ber ko bi boneya bazirganiyê mala me maweyekê li gundê Wehsida Girika ‘Emo ma, beşeke zaroktiya min li wir derbas bû.



Amadeyiya rojiya hêj berî spêdeyê (fecrê) du demjimêran dest pê dikir. Rabûna paşîvê wekî xewnên şevan tê bîra min. Xelkê çendik xort erkedar dikirin da ko wan rakin paşîvê. Ew xortên bikelecan piştî nîvê şevê derbas dibû, dest diavêtin erbaneyên xwe, diketin kolanên gund û bi hev ra qîr dikirin;



Tavika heyîvê binya behîvê,

Gelik gundino! Rabin paşîvê!



Dema min dengê wan seh dikir êdî hedara min nedihat ko wan nebînim. Ez digiriyam û min ji ferdên malê dixwest ko min bibin seyra wan. Li ser vê daxwaza min, babê min yê rehmetî ferman dida xuha min da ko min bide ber milê xwe û bibe ba yên erbane lêdixistin. Erbanelêxistina wan welê bi işq û şewq bû adeta tê de mest bibûn.



Dema dihatin ber derê mala yekî, da ko ji xew şiyar bibin dengê xwe û dengê erbaneya xwe bilindtir dikirin. Eger bi dengê bilind jî xwediyê malê ji xew şiyar nebibana wê demê destê xwe li derî didan û gazî malê dikirin:



— Malê, malê! Rabin, rabin! Paşîv, paşîv!



Ev gazîkirina wan hetanî deng ji xwediyê malê derketaba didomî.



Piştî ko em dirabûn me dest bi xwarina paşîvê dikir. Zen mekin ko sofreya wê demê mîna ya îro rengîn bû, xwarinên curbecur tê de hebûn. Na. Çendik mal ne tê de, paşîva gelik gundiyan ew nîsk û meyreya ko ji ber şîvê zêde mayî bû. Eger savarek çêbiba yan jî hêj roj ji dikanê qotiyek dohnê “sene” seneyagî hatiba amade kirin ew daweta wan bû, ji keyfa direqisîn. Yanê çi şîv çi paşîv heke ew sofreya sade ya wê demê bihataba ber xortên me yên vî zemanî, rûniştina li ser de û xwarina wê deynin aliyekê bawerim wê pehîna xwe jî lêdabana. Eve cihêtiya di navbera mirovên wê demê û yên dema me ya îro ya derbarê îsrafê de.



Wan deman ji ber ko meha remezanê di demsala zivistanê de bû, rojiyê bandoreke zêde ser xelkê nedikir. Di jiyana wan ya rojane de guherîn çênedibû. Roj kurt bûn, xelk, xasma yên xort zêde birçî nedibûn, hela kesî behsa tînbûnê nedikir.



Piştî xwarina paşîvê, xelkê berê xwe dida mizgeftê. Mela jî dihate wir, li ber wê sopeya germ dirûnişt, kitêbeke hedîsê vedikir û weez dida xelkê. Xelk jî li derdora wî kom dibûn, bi baldarî lê guhdarî dikirin. Ev weez hetanî banga sibê didomî. Piştî nimêjê her kes belav dibûn, diçûn malên xwe û ser karên xwe. Ango mîna îro piştî nimêja sibê razan tunebû.



Berî banga êvarê (mexrib) xelk li ber deriyê mizgeftê kom dibûn û li hêviya bangê diman. Yên nimêjker hetanî nimêj nekiriban nedifitirîn.



Bi banga xewtînan (eşa) re xelkê dîsa qesta mizgeftê dikir. Vê carê terawîh hebûn. Me zarokan herî zêde ji terawîhan hez dikir. Ji ber ko me wateya rasteqîn ya terawîh û nimêjê fêm nedikir, em sirf dikeniyan. Dema em dikeniyan jî em ji yên mezin ditirsiyan. Lewra dema yekî zêde bikeniya îhtîmal hebû ko lêdanek xwariba û ji mizgtê jî hatiba qewirandin. Ji ber wê çendê me hay ji xwe hebû ko zêde nekeniyana. Carcaran yên mezin ji kena zêde ewqas eciz dibûn ko êdî xwe nedigirtin hetanî nimêj xilas bibûya, hema di navbera nimêjê de îfadeya me distandin:



— De bêjin, ew kî bû kenî?



Ji xwe ne qabil bû ko yek li xwe mikûr hatiba ko ew keniya ye. Ji ber ko li pey wê lixwemikûrhatinê lêdan û qewirandina ji mizgeftê hebû. Di nav wan mezinan de yên ji kena me zarokan eciz nebiban jî hebûn. Ji ber ko ew jî di dema zaroktiya xwe de di ber nimêjê de keniya bûn, ango rewşa zarokan ya kenê dizaniyan.



Lê belê wê demê tiştek tenê ya ko mirov wek neyînî qebûl bikira hebû. Ew jî mirovên wê demê di rojiya xwe de gelik bêhnteng bûn. Tişta balkêş ew bû ko wan rojî weke sedema bêhntengiyê dizanî. Ango dema yek rojî ba bêhntengî wek asayî didîtin. Heta di nav xelkê de ev gotin meşhûr bû: “Dev jê berde, ew rojî ye, bêhnteng e.” Ji ber wê çendê di meha remezanê de rêjeya tawanê ji mehên dî zêdetir bû.



Xwezî heft xwezî bi wan rojan. Ew roj, ew dem, ew terawîh, ew ken ewqas xweş bûn ko tarîfa wan, vegotina wan ne qabil e.''



15.07.2013 03:56 | endazer

2. remezanên ku hê neketibû di nav havînê .

roj wisa ne dirêj bû , dinya wisa ne germ bû , rojî wisa ne zehmet bû ..



15.07.2013 14:08 | brusk56

3. min bériya nanén bi rûn kiriye ji dûrketina Amedé..



15.07.2013 14:36 | serdar

4. meriv rojî negire û rabe sihoran ne îşê xweş e.



15.07.2013 14:38 | înano lo

5. Tiştên ku min qet neditine ne.



16.07.2013 00:16 | filankes

6. Remezanên berê ne di germa mehên havînê de bûn. roj ne ev qas dirêj bûn. ol, ne ev qas di bin destê sîyasetê de bû. dÎya min û bavê min ne ev qas êxtîyar bûn...



16.07.2013 01:10 | shepirze

7. remezanên ku ez malbata xwe re bûm.. remezanên ku em bi hev re li ser sifreyekî sade û nefsbiçûk difitirîn û dîsa li ser heman sifreya sade radibûn paşîvê.. remezanên ku çaxê fitarê bavê min an birayê min ê mezin di dest xwe de bi poşêtên tijî datlî vedigerîn malê ez ji işqan dîn dibûm.. remezanên ku li ser sifrê ji xeynî yek-dido çeşît xwarin, xwarin nedibûn.. remezanên ku rojî wekê tiştekî ji rêzê bû û nedibû mahneyê tu kar û şixulekî.. remezanên ku hingî kesî nedigot ji ber ku remezan e ez nikarim bişixulim an ji ber ku ez dişixulim ez nikarim rojî bigirim.. remezanên ku ji bo min çaxê xwarina helawê û dims û tehînê bûn.. remezanên ku li bajêr hema bêje hemû dikanên xwarin û vexwarinê heta fitarê girtî û ji fitarê heta paşîvê jî vekirîbûn.. remezanên ku kesekî eger ne birojî bûya jî qene devê xwe jî li hev nedida..



16.07.2013 01:20 | endazer

8. nizanim ez ew qas mezin ninim ku remezanê berê bizanibim



16.07.2013 11:27 | xewnname

9. eslê xwe de remezanên berê tune ne, em ên berê hene.



08.08.2013 15:28 | simurg56

10. em mezın bun u dine lewiti, eyde bere ji neman



08.08.2013 15:39 | peşvar

11. qet naye bîra min e.



08.08.2013 18:17 | dinodino

12. bave min digo: me tirpan dikişand, quna me şil dibû.



09.08.2013 20:20 | simurgares

13. remezanên berê wek we got nanê paşîvê ku bi bêhna xwe ez ji xewa şêrîn radikirim û bi dizîka li ser sifreyê rûniştandim bû. helaw a ku bi teneka dihat kirîn bû. û hwd. ya herî girîng rojên kin bû* * tê bîra min di çarê donzdeh de şîv dihat xwarin .



30.06.2014 15:02 | mervan roni

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» remezanên berê
» berê xwe xistina ber rojê

Kategoriyên mijarê:: jiyan oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî