Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
memê bê zîn - tirşik
memê bê zîn
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kesê ku qehra bêyî zîniyê ji destên xwe derdixê ye. *



16.06.2014 16:11 | karmatî

2. weke caciq ê bê xiyar e.



17.06.2014 14:24 | nazim tolhildan

3. pirtuka min dest bi xwendinê kirî, piştî demeke dirêj ê nexwendinê.



01.07.2014 00:03 | azadixwaz

4. mixabin pirtûk bi qasî hêviyên min bas derneket. mîn pîranîya wê xwend, ger bikarim ez ê biqedînim.

bi ya min navê pirtûkê "memê li dû memikan" bûya çêtir bû. ji ber ku piraniya çîrokan tenê serpêhatiyên jin-nedîtî û doxînsistiyan e.



çend çîrokên pêşîn yên di pirtûkê de zêde surrealîst in. watedariya van çîrokan mijara gûgtûgoyekê ye. lê çîrokên pistî van çîrokan ji wan xerabtir in. ji ber ku ev çîrok jî vê carê zêde zêde realîst in. heta ew qas zêde realîst in ku ger hûn vê deqeyê derkevin ber deriyê xwe û kê bixwazî wê ji were çîrokek ji van çîrokan resentir û edebîtir vebêje. ev çîrok, mixabin tenê bîranîn ji rêzê yên nivîskar in û tu qîmeta wan ya wêjeyî tune. encax dihêjin ku mirov di bloga xwe de fîlan biwesîne.



min berî gelek salan pirtûka sobartoya helîm yûsiv xwendibû û her çiqas niha neyê bîra min jî, tê bîra min ku min jê hez kiribû. lê mixabin vê pirtûkê hêviyên min vala derxistin.



weke mînak ez çend nimûneyan bidim (heye ku spoiler bihewîne)

çîroka "hezkirinek teknolojîk": mîna bîranîna ciwanek lîseyî ye. zilamê me çûye xeribiyê û di trênê de rastî keçek xweşik hatiye, weke hemû kurdên nedîtî dilê xwe dayê û ji dûr ve cî de bûye evîndar û heyran û qurbana wê. wisa fêhm kiriye ku keçik jî li wî dikene. lê paşê tê derdixe ku di nava lingên keçikê de telefona wê veşartî ye û keçik bi hezkiriya xwe re peyaman dide û distîne û loma wisa bêwate dikene û hwd. ji bo xwedê ku dera vê evînê teknolojîk e ku mirov navek wisa ecêb li çîrokekê bike? tê bêjî qey bûyer li marsê qewimiye û hezkiriyan bi dîmenên xwe yên hologramîk bi hev şa bûne...



çîroka "şoresên oda piçûçik"

serpêhatiya xwendekareke zanîngehê ye ku hevalên wî, bi hinceta civînê wî xapandine û ji bo çend saetan odeya wî jê standine û rastiyê de li wir bi hezkiriyên xwe re keyfê kirine. mesele komple ev e. çîrok qediya.



çîroka "çavên bavê min";

meseleya bavek doxînsist e ku bi hinceta kêm dîtina çavên xwe diçe bajêr ku jinên xwesik bibîne. tê de ne zimanek edebî heye ne jî bûyerek bandorker. tenê meseleyek hêja civatên qehweyan e...



çîroka "sênika sincirî"

dîsa çîroka xwendekarek e ku hatiye sala xwe ya dawîn ya zanîngehê lê hê jî nekariye ji xwe re partnerek bibîne û loma "sincirî" ye. çîrokek ji rêzê û ne hêjayî xwendinê...



çîroka "xewna mihemedê hunermend"

dîsa û dîsa çîroka xwendekarek e ku ji xwe re li memikan digere... tê vir diçe wir nikare keçikek bibîne, lê dema dikeve karekê û pere dikeve bêrikên wî, jin xwe nêzikî wî dikin û şîreta vê yekê dike "jin qîmet nadin tu tiştî, ji xeynî pereyan"





bi ya min evqas mînak bes in. dema mirov van çîrokan dixwîne dikeve wê şikê ku gelo bi xeletî roj-nivîska doxîna xwendekarek zankoyê dixwîne an na, mirov pirtûkê dizivirîne û lê dinêre lê dibîne na tu xeletî tune, pirtûk rast e.





her wiha di pirtûkê de gelek xeletiyên redaksiyonê hene. ez behsa van nakim lê di hevoksaziya nivîskar de jî car caran problem hene ku herk û tama xwendinê xera dike. weke mînak, mînakek ji rûpela 9emîn; "dilê wî di nav tiliyên kalekî mirî yên hişkbûyî de dihate guvaştin"

bi ya min hevok wisa bûya wê gelekî hêsantir bihata fêhmkirin: "dilê wî di nav tiliyên hişkbûyî ya kalekî de dihate guvaştin"





dizanim min pirtûkê gelek tund rexne kir lê fikra min ev e. ger ev gotinên min rast bin, tê wê wateyê ku ji bo wêjeya kurdî, tişta herî pêwist rexne ye. ji ber ku em bi van pirtûkan behsa hebûna wêjeya kurdî dikin û pesnê wê didin.



02.08.2014 20:26 | simurg56

5. pirtûka ku min destpê kirina xwendina wê ji tirşikê îlan kirî lê nekarî bi dawî bikim. di pêşiyêde armanca min ew bu ez pirtûkê bixwînim û dû re rexneyeke li ser binivîsim lê min qet nekarî ez pirtûkê bi dawî bikim ji ber sedemên li jor hatî nivîsandin. ez jî weke simurg56 difikirim û weke wî min jî sobarto xwendibu û ji vê pirtûkê pir baştir bu. ji vê derê tişteke din jî îlan bikim; ji nivîskar tiştên çêtir tên hêvî kirin.



02.08.2014 22:17 | azadixwaz

6. Pirtûka Helîm Yûsiv ku min du roj berê xelas kir, min heta qedand min emrê xwe jî xelas kir. Yanî min lê nêrî ez nikarim bixwînim, di ber re min pirtûkên dî xwendin , Hama her roj min çîrokek jê dixwend û heya roja dî min devê xwe pê nedikir.
Helîm Yûsiv bo çi vê pirtûkê dayiye ber çapê min hê jî fêm nekiriye.
Tê dît dema xortek dixwaze bibe nivîskar, jixwe re çîrok û meselokên amator dinivîsîne lê piştî emrekî dikemile, heta ku pirtûka xwe ya ewil dide ber çapê bi sedan çîrokên xwe diavêje sergoyê an jî nade ber çapê. Hah wek ku ev pirtûk jî Yanî çîrokên vê pirtûkê Jî nivîsên amator ên xortanîya Helîm Yûsiv in lê Helîm dilê xwe bi wan şewitandine û neavêjtine sergoyê, dane çapkirin. Erê ev kitêb bi min kitêbeke wisa ye.
Not; Bi tenê çîroka dawîn îdare dikir. Navê çîrokê ji bîra min çû, meseleyeke li ser Sol û Xwê û kitêban bû.



26.04.2020 02:29 ~02:31 | ferhenga şikestî

7. wek tirşikvanê/a bê pênûs e. *



11.06.2020 15:12 ~15:14 | merwano

8. di strana "jinim jinim" a hanî de tê gotin .
mem bê zînê nîne ..
straneke gelek qewîn e .





11.06.2020 21:33 | shwinsherm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» memê mala hinê
» bê hemdî
» zîndewerzanî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî