Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
20.06 2014 kampanyaya danasîna tirşikê li ser twitterê - tirşik
20.06 2014 kampanyaya danasîna tirşikê li ser twitterê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kampanyayek pêwist e, ji mêj de ye me dengê xwe di twîtterê de hilnedaye.. dev ji hatina nivîskarên nû berde, êdî pirraniya nivîskarên berê ku demekî aktîv bûn jî nanivîsin û ji bo bibîrxistin û nasandina tirşikê me dil heye hefteya bê roja îniyê saet 20:00ê kampanyayek ji kampanyayek kevneşopî yên danasîna tirşikê li ser twitterê çêkin, me hêvî heye her nivîskarek û xwendevanek rahêjê hesabê xwe yê twitterê û beşdar bibe..



14.06.2014 21:51 | endazer

2. kampanyaya ku ger di 20 mehê de be, ezê nikaribim beşdar bibim e. ji ber ku karê min heye. :((



15.06.2014 00:39 | mergehez

3. kampanyaya ku bi min, ger di roja 21ê yanê vê şemiyê de, saet 21.00 an de bê çêkirin wê baştir be.

ne wisa ye qey ?



15.06.2014 21:10 | brusk56

4. roja şemî û yekşemê ji ber ku tehtîl e, herkes planinan ji xwe re çêdike û kêm kes dikeve di înternetê de, ji ber wê min roja îniyê hilbijart, roja îniyê, saet 8ê pirraniya xelkê wê li malê be û ji ber ku roja dîtir îş tune ye, heta derengiya şevê wê li ser înternetê bin..

eger çend kesek dî jî îtîrazê ji bo dema kampanyayê bike, em karin biguherînin tabî..



15.06.2014 21:15 | endazer

5. kampanyaya ku li gorî min ji xeynî şopînerên twitterê zede bike kêr du çerxiya naye ye.ji ber ku min dev ji tiwîtandine berdaye ezê nekaribim beşdar bibim lê ezê peyamen we bixwînim.

beriya kampanya destpê nekirî ezê şopînerên çend nivîskaran tomar bikim ku piştî kampanyayê bikaribim jimarên kevin û yê nû hevberînim û rapora teza xwe parve bikim.



16.06.2014 16:06 | karmatî

6. ji kampanyayê mebest tenê ne hatina nivîskarên nû ye, bêtir bi bÎr xistin e ji bo nivîskarên kevn.. gelek nivîskarên tirşikê yên berê di tirşikê de bi aktîvî dinivîsîn êdî nanivîsin, berê di tirşikê de rojane herî kêm 200-250 peyam dihatin nivîsandin, lê êdî gelek rojan bi ser 100î jî nakeve.. eger wiha here, tirsa min ew e eger wiha here, hewzê tirşikê wê bimiçiqe.. û ev jî heye, di destê me de 39 pirtûk hene ku me dil heye em li nav nivîskaran de belav bikin, biçekî jî ji bo danasîna belavkirina van pirtûkan e ev kampanya..

û eger saya serê kampanyayê hejmara şopînerên nivîskarên tirşikê zêde dibe, ev yek cihê kêfxweşiyê.. *



16.06.2014 17:32 | endazer

7. KAMPANYAYÊN KU BEREVAJÎ BAWERIYAN GELEK KÊR TIRŞIKÊ TÊ.

WISA HATIYE GOTIN ; "ev çend kampanyayê ji bo danasîna tirşikê li ser twîtterê çêdibin heta niha kesî negotiye ez bi kampanya ya hatime vir " LÊ DI HER KAMPANYAYÊ DE LI DOR 20-25 NIVÎSKARÊN NÛ XWE LI TIRŞIKÊ TOMAR KIRIN. TABÊ EV NIVÎSKARÊN NÛ JÎ WEKE ÊN DIN BÛN. YANÊ HEMÛ NEBÛN MAYÎNDE, PIRANIYA WAN HEMA BÊJE QET NENIVÎSAND LÊ NIVÎSKARÊN PIR HÊJA ÊN KU HÊ JÎ DINIVÎSININ JÎ BI RÊYA VAN KAMPANYAYAN HATIN.



16.06.2014 18:48 | brusk56

8. kampanya armanca wê ji bu kurdînivîs zide bibe min digot qay...! piranî armanc xwe guhartîye buye zide kirina şopîneran mînak 03.05.2014 kampanyaya danasîna tirşikê ya li ser twitterê/37606 mînak 03.05.2014 kampanyaya danasîna tirşikê ya li ser twitterê/37610 hwd



17.06.2014 10:16 | birazî

9. ew kampanyaya ku min li ser hesabê xwe yê facebook û twitterê wiha anons kiriye, gava dî;

dusiba saet 20:00ê em ê dîsa li ser twitterê lehî û tofana tirşikê rakin.. û em ê bi sponsoriya Ömer Faruk Baran û Weşanxaneya Ronahî pirtûkan li nivîskarên xwe yên nû belav bikin..

kerem kin hûn jî werin bitirşikînin, hem kurdiya xwe pêşde bibin, hem diyariyan qezenc bikin û hem jî bibin parçeyek ji megalo îdeala tirşikê ya li ser înternetê afirandina derdora kurdî.. *



18.06.2014 19:18 | endazer


11. kampanyaya ku min capsên xwe amade kirine ez ê sibe dema wext hat hemûyan biweşînim.

li bendê bin ...

brusk corporation *



20.06.2014 00:09 | brusk56

12. kampanyaya ku min ji hemû hesabên xwe yên twitterê, da nasîn û hinek hevalên xwe jî jê haydar kir.

aniha li bendê me ..

ger hûn jî, ji hesabên xwe behsa kampanyayê bikin wê, êvarî beşdarbûn zêdetir be birayên ezîz ..



20.06.2014 11:47 | brusk56

13. kampanyaya ku despê kiriye.

xwedê quweta we bide tirşikvanno !



20.06.2014 19:59 | brusk56

14. kampanyaya ku maye sêwî û tu kesî lê xwedî derneketiye.

di nav kampanyayên me heta niha çêkirî de, a herî xerab bû mixabin. ji ber ku tu kes tune bû di holê de. min bi 4 hesabên xwe, gelek tweet avêtin û bi sedan tweetan rt kirin. li aliyê din, hesabên weke @megomerheba, @MelayCizr, @aynurgoek, @tcekdar, @evindarelci, @Kurdinus, ‏@dil_tesne gelek piştgirî dan. hezar spas dikim ji wan re. bila ên nehatî jî ji xwe fihê bikin hema ne tiştek din *



di vê navberê de bi vê kampanyaya biserneketî, 3 kesên nû bûne endam. yek ji wan bûye nivîskar û dudo hê çomez in.



21.06.2014 00:08 | brusk56

15. mixabin nekariye deng bide.

min jî nekarîtevlî bibim. eslê xwe de me nekarî em jê re amadekariyek baş bikin. îşellleh heta ya bê em ê bêtîr organîze bin.



21.06.2014 11:26 | simurg56

16. Kampanyaya ku kesên gotin bila filan roj û seetê de bê ew bi xwe jî beşdar nebûne ne.. Ne ti kampanya bû.. Ji bilî 5-6 hesabên twîtterê û çend retweetên hin fenomenan tiştek çênebû. ti bandora wê nebû... Eger we carek dî kampanyek plankir xêra xwe xwedî li kampanyayê derbikevin...



21.06.2014 11:37 | nan û av

17. mixabin ez beşdarî vî kampanyayê nebÛm lê min negotibû ez ê beşdar bim. him li malê tora înternetê tune hem jî ya telefona min. loma min hay tune bû.



21.06.2014 16:16 | kurê xelkê

18. ji ber mêhvanan dema kampanyayê min nekarî amade bim..

min hêvî dikir ku cihê min kifş nebe, lê bi qasê dixweye kifş maye.. bi hêviya kampanyayên pêş..



21.06.2014 18:38 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 20.06 2014 kampanyaya danasîna tirşikê li ser twitterê
» 2014 fifa world cup
» kampanyaya rakirina zayendên zimanê kurdî
» danasîna tirşik'ê li ser ferhengên din
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» serdehl
» twitterê kurdmancî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî