Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kim ki-duk - tirşik
kim ki-duk
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. derhênerek navdar e. ji koreya başûr e.

fîlmên wî yên gelekî xweş hene. piraniya fîlmên wî de axaftin gelek hindik in, carina jî qet xeberdan tune.

1960an de hatiye dinyayê. mêrik qet perwerdehiya sînemayê nestandiye û li ber destê tu derhênerî jî nexebitiye.

çend fîlmên wî yên ku min temaşe kirine/ecibandina û pêşniyar dikim;

(bnr: spring, summer, fall, winter... and spring)

(bnr: 3-iron)

(bnr: time)

(bnr: the bow)

(bnr: pieta)



fîlmên wî yên 3-iron, spring, summer, fall, winter... and spring û the bow li kurdî jî hatin wergerandin. wergerên kurdî li wergerine.comê peyda dibin; http://www.wergerine.com



08.06.2014 13:25 | simurg56

2. (bnr: kim ki-duk) *



08.06.2014 13:28 | endazer

3. di binhişÎna sÎnameya wÎ de derz Û qelÎştekÊn kÛr hene..



08.06.2014 13:29 | endazer

4. derhênerî koreyî ye.
min sifte fîlma wî yê bi navê girav (bi ingilizî; the isle, bi koreyî; 섬 /som/) temaşa kiribû.
mirov dike nav kêmhêvîtiyê.



16.12.2016 13:11 | cinorek

5. gotineke wî ya ecêb heye, dibêje:

“dema ku ez ji tiştekî tênagihêjim, li ser wî fîlmek dikşînim da ku têbigihêjim.”

ferhad pîrbal jî di pirtûka xwe ya hôtel europe de heman tiştî dibêje:

“dema ku ez rastî tiştekî jê tênagihêjim têm, wî diresimim.”



09.02.2017 23:58 | remlavêj

6. Li gorî nuçeyên dawî, camêr çûye ser dilovaniya xwedê.

Heya îro ji min navê wî nebihîstibû, pîştî ku min hinekî li ser lekolîn kir, min dît ku kesekî xwedî kesayeteke cûda ye. Mînak camêr li fîlmê xwe temaşe nake, û dibêje:"rojekê min li fîlmekî temaşe dikir û di dawiyê de min navê xwe dît, ez matmayî mam". *
Berî dest bi derhêneriyê bike, tu perwerde nedîtiye.
Du jiyana qet pirtûk nexwendiye lê çawa dikare senaryoyê binivîse? *



11.12.2020 15:24 ~15:31 | merwano

7. Pir ber ketim, mirina wî jî wekî filmên wî bû, hê ji zivistana dawî re mabû. Hêvîdar im ne rast be. - @abdullah keskin



11.12.2020 19:18 | cinorek

8. derhênerek xwedî şêweyek resen bû. me heta niha 8 fîlmên wî li kurdî wergerandine:
time, address unknown, samaritan girl, dream, spring, summer, fall, winter... and spring, the bow û 3-iron
xwedê rehma xwe lê bike.



12.12.2020 00:06 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kimse bilmez

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî