Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê - tirşik
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê

Navê mijarê ya ewil ev bû:zimanê duyemîn ya gelê başûrê kurdistanê
(18) (8) (1)
di mijarê de bigere

1. li gorî nûçeyeke ekurdê, berî çend deh salan erebî bû lê ji ber otonomiyê, piştî salên 90î, êdî ji bo ciwanan bûye îngîlîzî. gelek ciwanên kurd, ji bo pirsa zimanê erebî, gotine qet nizanin an jî tenê piçekî fêhm dikin lê axaftinê nizanin û hwd. yanî di navbera ereb û kurdên îraqî de barîyer û benda zimên çêbûye.

ez qet neçûme başûr lê meraq dikim gelo bi rastî jî zimanê duyemîn ya xelkê başûr îngîlîzî ye an tirkî? an jî meyl li ser kîjan e?

http://www.ekurd.net/mismas/articles/misc2014/6/state8056.htm



06.06.2014 00:14 | simurg56

2. îngîlîzî ye, li zanîngeha dîcleyê, li fakûlteya fen-edebiayatê, hefteyê du caran ji bo ku dersa taybet ya kurmancî didim çend mamosteyên beşa fîzîkî diçim.. 5-6 xwendekarên ji bo başûrê kurdistanê ji bo masterê têne vir, bi mamosteyan re û dema em liqayî hev têne bi min re bi îngîlîzî diaxin.. dido jê dihokÎ ne kurmanc in, û yek jê hewlêrî ye soran e, bêyî pirsigrêk em bi kurdÎ ji hev fêhm dikin, lê yên mayî soranên ji silêmanî û kerkûk û nizanim ji kû dera soranîstanê ne, ji xwe ji kurmanciya min fêhm nakin ez jî tu gûyî ji soraniya wan fêhm nakim.. û ya ecêb gelekî kêm bi erebî zanin..



06.06.2014 00:19 | endazer

3. lê çend sal dî muhtemelen tirkî wê cihê îngîlîzî bigire..



06.06.2014 00:24 | endazer

4. bi îhtîmalek mezin erebî ye. yanê ger bi gotina zimanê duyemîn, behsa zimanê piştî kurdî herî tê zanîn hatibe kirin, ev yek bi min erebî ye.

lê di nav ciwanan de îngîlîzî baş tê zanîn bi qasê ez dibînim. her sal xwendevanên beşa hemşîretiyê a li kurdistana başûr tên li nexweşxaneya zaningeha dîcleyê stajê bibînin. carekê min bi wan re axivî û tişta herî zêde jê gilîdar bûn ew bû ku digotin çima li vir not û tekstên we ne bi zimanê îngîlîzî ye. ji xwe kesên bikare bi wan têkiliyek baş dane hindik e li amedê. ne zimanê kurmancî baş tê zanîn ne jî îngîlîzî. rebenino hatine paytaxta kurdistanê, him bi kurdî him jî bi îngîlîzî dizanin lê hema bêje nedikarîn têkilî bi tu kesî re danin ..



06.06.2014 01:46 | brusk56

5. tirkî ye.

heger ji ber tirkmenan hînî tirkmenî bikirana, ser çavan lê çima tirkiya tirkiyê hînî zarên kurd dikin?

ma tirkiye, amerîka ye ku dikeve xewna wan? îca ser risma ewil bi soranî nivîsîne: zimanê tirkî li her derê cîhanê!

Here lînkê
Here lînkê



12.12.2020 17:12 ~17:16 | tizbîkêş

6. Teqez tirkî ye.

Ez naxwazim dûv biavejim wan lê ji ber vê rewşê ji gelê Başûr gelek aciz im. Çend hevalên min ê başurî çêbûn lê yek jî ne hêja bûn. Hin ji wan malê bi tirkî xeber didan hin dawa keçikên tirka dikirin hin jî qala xweş bûna rêzefîlmên tirkan dikirin. Ji ber mijar li ser ziman e ez ê qala ziman bikim. Gelê Başûr her çiqas gelê Bakur rexne bike jî ji wan ne kêmtir in. Jixwe tiştên bakur jîyaye başûr jîyabûya niha tev başûrî dibûn ereb. Axir Mijara me ne ev e.

Malbatê soran ên ku di mala xwe de tirkî diaxivin ne hindik in. Tesîr û evîniya tirkan wan girtiye û di bandora wan de mane. Di vê rewşa xweş de ziman ji wan re şêrîn nayê ku fêrî kurmanji nabin. Jixwe kurmancî bala serokwezîrê wan jî nakişîne ev jî mijareke din e. Bi kurtasî Rewşa başûr her çiqas baş be ewqas jî xerab e.

Edît: nefret tuneye tenê piçek acizî heye.



12.12.2020 17:35 ~19:12 | yûsiv

7. heke go hebkî aqlê wan hebúya t'ya tirkî nedixistin deve xwe. ger weke go di mijarê da tê gotin zimanê başûriya yê duyem tirkî be, tiştekî go mirov bêjê nîn e. hemû tab, ked û xebat vala ye.



12.12.2020 19:26 | hueyn

8. tirkî ye. Duh jinek ji min re nivîsî got: Tu dikarî malbateke Zaxoyî bi Kurdî fêrî tirkî bikî?
Min nelet lê anî û qebûl nekir. Tew kesek jî nîne, malbat bi giştî dixwazin mîratê. Min got ez nabim mezeya vê tirşikê.



22.04.2021 15:41 ~15:52 | ezcan

9. îro di Twitterê de Tevlî odeyekê bûm. Hemû jî duhokî bûn. Tenê keçikek tirkî dizaniya, dimilekê me hat û keçik pê re tirkî peyivî. Dimilo got “Sen nerde yaşıyorsun? (Tu li kû dijî?)”

Keçikê got: Quzey iraq (bakurê îraqê)

welle ji me re hitlerek divê êdî.



27.06.2021 00:59 ~01:00 | asîmanê sêwî

10. çend xoş fesadî başuriyan deken;) ez başûrî me rast e kesên wisa hene, lê ez jî li vir ber xwe dikevim û dilê min jî aciz bûye ka çend westiyame heta wan bidim fêm kirin yên hez dikin dijminê we ye! lê siyaseta dagîrkaran û bandora wan bi ser nifşên nû bi taybetî heye û hukumeta başûrê Kurdistanê bi xwe li gel Tirkiyê dost e ka dibe mîlet jî çawa be? hikumet mîletê rezîl kirye siyaseta wan jî bi ser xelkê bi bandor e hezar carî mixabin lê dîsa jî em nabe biryar bidin li ser hemû kurdên vira jiber ku bi çend mirovên gêj ne wate ye ku hemû wisa nin bila em piştgiriyê bidin hev yên Kurdperwer,, û yên heyranê dijminê xwe ne wenda bikin bitaybetî niha li vir yên ku Kurdperwer in wenda ne yên ku tirk hez in xuya ne divê em Kurdperwer piştgiriyê bidin hev ji hemû aliyekî welat em biserkevin û em bi bandortir bin li ser wan siyaseta dijmin û xwefiroşan hilweşînin.



27.06.2021 12:34 ~12:36 | hewlêriha

11. û ji bo zimanê duyem jî ez dibêjim Înglizî ye ne tirkî an erebî an tiştek wisa li vir dikarim bibêjim piranî Înglizî dizanin paşî zimanê şêrîna kurdî



27.06.2021 12:42 | hewlêriha

12. Îngîlîzî û tirkî ye. Îngîlîzî normal e Lê Çima tirkî? Bandora rêzefîlmên tirkan gelek e. Sedemên din jî deriyê xabûr e ku hema bêje hemî cûreyên xwarinê li vir derbasî başûr dibe.



27.06.2021 17:18 | kajav

14. erê lo hetmen înglizî ye, ma kî dikare bêje tirkî ye? Navê canikê nanivîsim bes bizanin helbestvanekê ciwan a başûrî ye ku îsal weşanên avesta kitêbekê wê çap kir. (Bi kurmancîkirina osman mehmed)

ev wêne jî ji storyekê wê ya dawî, nimûneyek e. Here lînkê



14.09.2021 03:17 | asîmanê sêwî

15. xemginiyek mezin e ji bo min. Dema ku dibînim ciwanên me van tiştan temaşe dikin dilê min dişewite. van salên dawîn tirkî gelek belav bûye him li bal soranan him jî li bal Behdînan. çend roj berê hevala min a rojhilatî jî got li vir ev fîlm gelek belav in û gelek kurmanjên li vir dixwazin fêrî tirkî bibin.



14.09.2021 10:42 | خەزال

16. başûr tam hatiye erebîzekirin. vê dawiyê gava çûm ji kurdî pitir min erebî bihîst. hetta îddia min e di demeke nêzîk de wê êdî partiyên iraqê dema hilbijartinên giştî li herêma kurdistanê wê dengên zêde werbigirin ji ber ku êdî nifûsa ereban û kurdan nêzîkî hev bûye. li başûr Parayı veren düdüğü çalar ango Bide exçe, here bexçe.

bi destên xwe demografiya kurdistanê guhertin. Here lînkê



02.02.2023 21:44 ~21:49 | ezcan

17. Em dibêjin başûr başûr lê zimanê bakur ê yekemîn dibe Tirkî haya we jê heye?



04.02.2023 21:04 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zimanên îranî
» duyemîn kongreya asayî ya pakurdê
» yên ji me çêtir
» gelê bakurê kurdistanê
» başûrê kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî