Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
sako - tirşik
sako
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. libasê ji sarma yê diparêze. çakît



05.06.2014 22:32 | ciwanpiroz

2. li cem jê re dibêjin sermil.. sermilê xwe bide ser milê xwe, tu wê bicemidî, berçavka xwe bide ber çavê xwe, tu wê li nav guhê dîwarinan bikevî.. filan..



05.06.2014 23:38 | endazer

3. navê kurteromana gogolê ye ku ji aliyê cemil oguz ve hatiye wergerandin û di 2008ê de ji aliyê hîvda ve hatiye çapkirin. hejmara rûpelên serpêhatî 39 e, bi giştî pirtûk 45 rûpel dike. gelek ji we reng e bihîstine ku dostoyevskî gotiye: em hemû ji sakoyê gogol derketine." pirtûk li ser memûrê bi navê akakiy akakiyevîç e. bi xwe dişibe pincaran û hema em bi hêsanî dikarin bibêjin ku fotosentezkirina wî nehatiye qalkirin. dema mere çîrok dixwînin dil ji rebenbûyina vê afirÎDEyê dixele. heta min qedand hilma min jê teng bû.



wergerê pirtûk, kurteromanê ji tirkiyê wergerandiye. lê ne tenê pirtûkek çend wergerên sakoyê ya tirkî dayê ber hev du li gorî mêrxas. yekî jî îngilîzî dayê cem van materyalan. lê kurdiya wî gelek xirab e. xwendina kurteromanê têdixe zorê. wekî mînak vê bikaranîna daçekan gelek berbelav in:



"(...) di hevdîtina şevê de ji keçikeke delal ku berdilê memûran bû re gotinaên dilhênik digot û (...)"



wekî tê zanîn hevokên xwerû (ango xwediyê lêkerê kişandî) nakevin navbera daçekan. lê cemil oguz qet guh nedayê vê rêzikê û gelek caran ketiye bandora qertafên tikiyê ya bi navê fiilimsiler... mixabin ev jî xwendina roman xerakiriye.



24.09.2015 11:48 ~11:49 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sako

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî